KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber bomberdûmanê li Dersimê gundek hate valakirin
Li gel domandina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker, bejahiya Gundê Hanê ya navçeya Qislê ya Dersimê hate valakirin. -
Şoreşa Rojava li Silêmaniyê hate pîrozkirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, 5’emîn salavegera 19’ê Tîrmeh a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin. -
Goran rêveberiya xwe ya nû diyar dike
Tevgera Goranê piştî ku Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da wê serokê xwe yê giştî û rêveberiya partiyê hilbijêre. -
Li Şemzînan, Bedlîs û Şirnexê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên gerîlayan ên xurt ên li Şemîzînan, Şirnex û Bedlîsê eşekere kir. -
Balafirên şer Qendîl bomberdûman kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk, Gundê Bûkrîska yê Qendîl û bejahiya wê bomberdûman kir. -
HPG'ê gerîlayên di operasyona Zapê de şehîd bûn bibîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên di operasyona Zapê de şehîd bûm bibîr anî. -
Qeyûm vê carê bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî
Qeyûmê ku li Bazîdê ya bi ser Agiriyê hatiye peywirdarkirin vê carê jî bi dozerê ket Taxa Ehmedê Xanî. -
'Divê mekanîzmayeke siyasî ya hevpar a Kurdan hebe'
Nivîskar, çavdêrên siyasî û siyasetmedarên tevlî şêwra yekîtiya neteweyî bûn, destnîşan kirin ku divê mekanîzmayeke siyasî ya hevpar a Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê hebe. -
Hacer Zagros: Şoreşa Rojava şoreşa tevahiya herêmê ye
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros salvegera 5. a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Êdî ev şoreş ne tenê şoreşa Kurdan e. Bûye şoreşeke herêmê." Zagros bal kişand ser keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di afirandina vê şoreşê de. -
Her kesê dixwaze çanda xwe biparêze divê tevlî PKK'ê bibe
Ji gerîlayên PKK'ê Şahîn Şaho got, jiyana pir rengî ya PKK'ê bandor li wî kiriye ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. -
Bi çavên wêjeyî, Şoreşa 19'ê Tîrmehê
Medya Doz, ku di wêjeya çiyê de tê naskirin, ji bo nivîsandina pirtûk û senaryoyan gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê. Bi Medya Doz re em li ser Şoreşa Rojava axivîn. -
Îrmez: Şirnex wê hê bi xurtî ava bibe
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Îrmez destnîşan kir, ku Şirnex a ku li dijî êrîşên qirkirinê bi rengekî heybet li ber xwe da, wê ji nû ve ava bibe û got, "Şirnexî xwedî li partiya xwe derdikevin û desthilatdariyê ditrsînin." -
'DAIŞ jî dewleta Tirk jî wê li hemberî Kurdan winda bikin'
Destpêkê çûn Kobanê, piştre jî berê xwe dan çiyayên azad. Sara Dogan û Delîl Welat pê bawerin, ku DAIŞ û dewleta Tirk wê li hemberî Kurdan winda bikin. -
Kongreya PADÊ’ê bi hilbijartinê bi dawî bû
Kongreya PAD’ê ya ku li Şengalê destpêkiribû, bi axaftinan dewam dike. -
Başûrê Kurdistanê 1’ê Mijdarê diçe hilbijartinê
Serokê Giştî yê PDK’ê Barzanî, bi nivîsa ji bo Komîsyona Hilbijartina Bilind re şandî, daxwaz kir ku hilbijartina Serokatiya Herêmê û parlementoyê di 1’ê Mijdarê de bê kirin. -
Pêla girtin û qirkirinê ya Îranê didome
Hat diyarkirin ku rejîma Îranê li Rojhilat kolberek qetil kiriye. Di heman demê de li Mehabadê jî 10 Kurd hatin binçavkirin. -
Li Xaçortê piştî înfazê polîsan mal dan ber agir
Li Taxa Xaçort a Wanê, piştî ku duh şev polîsan kesek înfaz kir û şûnde, hemû malên li herêmê ji aliyê polîsan ve hatin şewitandin. -
Gerîla TV, dîmenên çalakiya 27’ê Hezîranê parve kir
Gerîla TV, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 27’ê Hezîranê li dijî leşkerên Tabûra Gundikê Melê lidar xistî parve kir. -
Li Amedê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî
Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqî û Şehîd Jîda Ozgur de, li Amed û Çewligê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin. -
Partiyên Başûr: Dijmin sûdê ji nakokiyên me digire
Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên ku beşdarî şêwra yekîtiya neteweyî bûn diyar kirin ku herî zêde hêzên mêtinger sûdê ji parçebûna Kurdan werdigirin. -
Kongreya damezrandinê ya PADÊ dest pê kir
1. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), bi dirûşma "Azadî, demokrasî û aştî" li Şengalê dest pê kir. -
KCK: Divê gelên Sûriyeyê li dora FDBS li hev bicivin
KCK: Di salvegera 5. a Şoreşa Rojava de em bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin, ku li dora Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hev bicivin, Sûriyeyê demokratîk bikin û tevlî pêngava jinûve xurtkirinê bibin. -
Siyasetmedarên li Wanê: Zext wê nikaribe bi têkoşîna me
Hevserokên li Wanê gotin, ti zext û zordarî wê nikaribin wan ji gel qut bikin û ji têkoşînê dûr bixînin. -
MXDŞ: Gelê rojava bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser piya ye
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Gelê Rojava bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser piya ye, eger ne ruhê 19'ê Tîrmehê ba wê gelek armancên dijmin li ser Rojava û gelê wê pêk bihatana, eger ne ev bûya wê gelê Şengalê jî niha bi vî ruhê liberxwe nedaba. -
Di derbarê Frat Anli de biryara girtinê
Li ser nerazîbûna Serdozgerê Komarê yê Amedê, di derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli yê ku 14’ê Tîrmehê hate berdan de biryara girtinê hate derxistin.