KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Du şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
Şervanên YBŞ’ê Amed Kawyan û Bawer Şengal di encama teqîna mayinên çeteyan de jiyana xwe ji dest dan. -
Cerdevanên ku bi kuştina Fendîk êşiyan, çeka dewleta Tirk danîn
4 cerdevanên ku nerazîbûn nîşanî kuştina Necmettîn Fendîk dan, îstifa kirin û çeka dewleta Tirk danîn. -
Dewleta Tirk vê carê jî li dora Gola Wanê dîwar lê kir
Qeyûmê AKP'ê, ku peravên Gola Wanê weke qada çopê û gemarê bi kar tîne, niha jî dîwarê nêzî 400 metre dirêj û 3 metre bilind lê kir. Hawirdorparêz û siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. -
Cenazeyê Guneş ê ku leşkeran qetil kir hate veşartin
Cenazeyê Ercan Guneş ê li naveya Qisle ya Dersimê ji aliyê leşkeran ve hate qetiklirin hate veşartin. -
Li Rezanê li şûna endamên meclîsê qeyûm hatin wezîfedarkirin
Li şûna endamên meclîsa Şaredariya Rezanê qeyûm hatin wezîfedarkirin. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Aşkin û Gongormuş hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Celal Aşkin û Tucay Gongormuş ên di encama bomberdûmana li Geliyê Pîlemûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin. -
Li Amedê lêgerîna edaletê: Gencer di binçavan de hate qetilkirin
Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û xizmên windayan di lêgerîna edaletê de vê hefteyê de li aqûbeta Endamê DEP'ê Kerem Gencer pirsîn. -
Li Colemêrgê artêşa Tirk derbeke giran xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên Colemêrgê de artêşa Tirk derbên giran xwariye. -
Artêşa Tirk li malên gundiyan dixe!
Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, li qada Metîna li malên gundiyên Bedehê dixe. Gundiyan gotin, ‘’Li gel ev qas zilmê jî divê dewleta Tirk baş bi ber bikeve ku em gundên xwe bernadin.’’ -
Gerîlayên HPG’ê derb lê xistin: 9 tîmên taybet hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê bi ser konwoya leşkerî de ku ji 50 wesayitî pêk dihat û ji Geverê ber bi Şemzînanê ve diçû çalekiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî hate rûxandin, bi kêmanî 9 tîmên taybet hatin kuştin. -
Leşkerên Îranê li sînorê Rojhilat êrîşî 4 kolberan kir
Leşkerên rejîma Îranê carek din li sînorê Rojhilat êrîşî kolberan kir. -
Gerîla Tv dîmenên çalakiya 13'ê Tîrmehê weşand
Gerîla Tv dîmenên çalakiya roja 13'ê Tîrmehê ya li Şemzinanê ji aliyê gerîlyanên HPG û YJA-STAR'ê li dijî artêşa Tirk pêk hatî weşand. -
Li Botanê însîyatîv bi gerîlayan re ye
Gerîlayên ku li Gundê Melê yê Şirnexê bi ser wesayita leşkerî ya Reo de çalakî kirin û dîmenên wê belav bûyîn gotin însîyatîva şer di dest wan de ye. -
Li Wanê tevgera penaberan raneweste
Ji Efganîstanê ber bi Wanê ve koça penaberan didome. Bi sedan ciwanên ku temenê wan di navbera 15-21 salî de li Otogara Wanê dimînin. -
Artêşa Tirk li Dersimê kesek qetil kir
Artêşa Tirk di encama bomberdûmana operasyona li nêzî Gundê Han ê navçeya Qislê ya Dersimê lidar xistî de, welatiyê bi navê Ercan Guneş qetil kir. -
Li Gever û Dersimê çalakî
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên hemwext ên li ser 3 girên li Geverê lidar xistine de, derbên xurt li leşkerên artêşa Tirk dane. -
Serokê DTSO'yê Sayar bi qeyûmê dagirker re hevkarî kir
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Sayar, ji bo qeyûm Atîlla ku şaredarî dagir kiriye rewa bike, çi ji destê wî tê dike. -
Li Xurmatûyê ji ber teqîna mayinê leşkerek mir
Li Xurmatûyê, di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî ya artêşa Iraqê de mayinek teqiya. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da. -
Tê gotin li ser sînorê Urmiyeyê şer derketiye
Artêşa Îranê got şevê din li ser sînorê Urmiyeyê bi komekê re ketine nav şer. -
Li Licê 'qedexeya derketina derve'
Li 2 gund û 13 gundikên navçeya Licê ya Amedê 'qedexeya derketina derve' hate ragihandin. -
Çi yê Mekmen xweş bû, şerê wê ya jî toza wê?
Bîksîvanê panzerê Delîl, heta ku ji herêma xetere derbas bibe ji aliyekî ve li ser lingan hewl dida derve kontrol bike, li aliyê din jî moral dida hevalê xwe yê birîndar û nedihişt ku razê. -
TAJÊ Alîn a 9 salî ku ji DAIŞ hate rizgarkirin teslîmî malbatê kir
Alîn Ehmed Birahîm a 9 salî, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ji aliyê şervanên YPJ, YPJ, YPG û QSD'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, bi rêya TAJÊ radestî malbata wê hate kirin. -
Serokê PADÊ diyar bû
Meclîsa Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Serokê partiyê û cîgirîn wî hilbijart. -
Hevberdevkê OHP'ê Dede: Kilîda aştî û çareseriyê li Îmraliyê ye
Hevberdevkê OHP'ê Dede bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dema ji aliyê hiqûqî ve mirov li rewşê binerin, tê dîtin ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê." -
Malbatên Roboskiyê: Heta hesab bidin em ê têbikoşin!
Malbatên Robaskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domandin. Malbatan anî ziman ku heta hesab bidin wê têkoşînê bidomînin, dengê xwe bilind bikin.