KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê 3 gerîlayên li Çewlikê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên roja 18'ê Gulanê li Çewlikê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûn, eşkere kir. -
'Me gelê xwe parast, em ê azad jî bikin'
Gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê, bi wesîleya salvegera fermana 73'an merasîmeke bîranînê lidar xistin. Di merasîmê de cangoriyên ku ji bo azadiya Şengalê canê xwe feda kirin, hatin bîranîn. -
Ji ber teqîna mayinê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Xurmatûyê, ji ber teqîna mayinê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, ku yek jê fermandar e. -
Gelê Şengalê bi boneya salvegera fermana 73’an dest bi meşê kirin
Îro bi sedan gelê Şengalê bi boneya sêyemîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê li herêma Kolkaya Şengalê dest bi meşêkirin û girse ber bi navenda Şengalê ve dimeşe. Her wiha ciwan jî bi pankartên xwe tevlî meşê bûn. -
Meşa ciwanên Êzidî di roja xwe ya 2‘emîn de bi dawî bû
Meşa Ciwanên Êzidî ya destpêkirî di 3’yê Tebaxê roja fermanê de li ser rêya cara ewilê korîdorekî mirovahiyê hate vekirin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. -
YPS: Notirvanên kolanan êdî di hedefa me de ne
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, hemû kesên di nav pergala ‘notirvanên kolanê’ ya AKP’ê de cih digirin wê bibin hedefa wan. -
Gelê Şengalê gotin “xweserî” û meşiyan
Gelê Şengalê di salvegera qetlîamê de meşek lidar xistin. PDK’ê nehişt ku Êzidiyên li Başûrê Kurdistanî tevlî meşê bibin. -
HPG: Li Amedê koordîneya operasyonê hate kuştin
HPG’ê ragihand ku serdarê ku koordîneya operasyona ku li Amedê dabû destpêkirin hate kuştin. -
Dîmenê çalakiya li dijî yekîneya jendermeyan hate weşandin
Gerîla TV, dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand, ku li Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk hate kirin. Çalakî roja 17'ê Tîrmehê hatibû kirin û di encamê de wesayiteke transît a jendermeyan hatibû rûxandin. -
PADÊ: Êzidiyan li dijî hemû êrîşan bi xurtî li ber xwe dan
Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi boneya sêyemîn salvegera 3'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya ku li ser gelê Êzidî pêk hatiye, şermezar kir. -
YJA-Star: Jibîrkirina îxanetê hevkariya zilmê ye
Fermandariya Şengalê ya YJA Starê ji bo salvegera 3’yê Tebaxê Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, ‘’jibîrkirina îxanet û bobelatê hevkariya zilmê ye’’. -
KONGRA-GEL: Em bi awayekî xurttir xwedî li Şengalê derkevin
Ji ber salvegera wê KONGRA-GEL Qetlîama Şengalê şermezar kir û şervanên berxwedêr silav kir. KONGRA-GEL banga xwedîderketina li Şengalê kir. -
Gerîlaya YJA Starê Kobanê: Civaka Êzidî hewcedarî kesî nîne
Gerîlaya YJA Starê Kobanê diyar kir, PDK'ê bi rêya xiyanetê Şengal teslîm kiriye û got, gelê Şengalê ku êdî xwe bi rêxistin kiriye, têra xwe dike ku xwe biparêze. -
HPG: Em ê mîsyona xwe ya parastina Şengalê bidomînin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku wê mîsyona xwe ya parastina civaka Êzidî bidomînin. -
Yê 3'ê Tebaxê ji bîr bike, wê hemû jiyanê ji bîr bike
"Pêwîste civaka Êzidî xayinên li nava xwe tespît bikin. PDK'ê xiyanet li civaka Êzidî kir. PDK tesmîliyeta AKP'ê û DAIŞ'ê dike. Yê ku jinên Kurd ên ciwan di berdêla pereyan de firot PDK ye. Ev yek berê jî kirin, niha jî dikin." -
Eren: Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî û statuyê heye
Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Eren destnîşan kir, ku demokratîkbûna Kurdan wê were wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. -
Ji zexta xiyanet û qirkirinê ber bi paytexta DAIŞ'ê ve -3
Piştî ku Şengal hate rizgarkirin, vê carê PDK'ê û dewleta Tirk êrîşî Êzidiyan kirin. Êzidiyan xwe ji zext û zordariya qirkirinê rizgar kirin û niha li Reqayê di pêngava tolhildanê de ne. -
YBŞ: Fermana 73. bi awayekî fîzîkî û vînê qirkirin û tinekirina gelê Êzidî bû
Fermandariya YBŞ'ê bi boneya 3'emîn salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Peyama fermana 73. ku nedişibiya fermanên din, zelal bû; bi awayekî fîzîkî û vînê qirkirin û tinekirina gelê Êzidî bû.” -
Arslan: Em ê têkoşîna Kurdistana Xweser bidomînin
Civînên gel ên DBP’ê didomin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan duh li Colemêrgê civîn lidar xistibû îro jî li Wanê banga geşkirina têkoşînê kir. -
HPG’ê encama çalakiyên li Şemzînanê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Şemzînan û Geverê derbên giran li artêşa Tirk xistine. -
Wekîlê HDP'yî hate binçavkirin
Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan, li Balafirgeha Wanê hate binçavkirin. -
Îranê careke din dest avêt werîsê sêdarê: Kurdekî din îdam kir
Hat ragihandin, rejîma Îranê, girtiyê siyasî yê Kurd Mûrteza Rahmanî îdam kir. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên azadiyê Dilovan Tolhildan û Bêg Kobanê, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin. -
Li Şemzînanê çalakî û operasyon
Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê di 1’ê Tebaxê de li dijî qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Agahiyên têkildarî operasyona artêşa Tirk a li Şemzînanê jî zelaltir dibin. -
Di meha Tîrmehê de çi bi serê rojnamevanan ve hat?
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) li ser binpêkirina mafên rojnamevanan di meha Tîrmehê de raporek amade kir. Di raporê de ji bo xwedîderketina li Erdogan Alayûmat ê hate girtin, bang hate kirin.