KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Hêzên me derbên giran li operasyonên dagirker ên li Agirî û Colemêrgê dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku, di çalakiyên cihê de 18 û di çalakiyên li Agiriyê de jî 10 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Qereyaziyê duyemîn bûyera Şapatanê pêk hat
Li taxa Yahya ya Qereyaziyê nêzî hezar leşker û polîsan bi ser malan de girt û pêkanînên pêk hatin, êşkenceya gundê Şapatanê anî bîra mirov. Di serdegirtinê de Ahmet Goksu binçav kirin û êşkence li wî kirin. -
Li Farqînê xebatên ‘kontrgerîla’ dikin?
Van demên dawî li Farqînê kesên bi çek û rûgirtî çalakiyan li dijî gelê sivîl dikin. Gelê Farqînê jî dibêje,’gelo dîsa kontrgerîla derketin holê?’. -
Hevşaredar Zûgûrlî û zarokê wê yê nexweş bi rîngê birin
Hevşaredara Licê Rezan Zûgûrlî ji ber cezayê wê hat erêkirin, di 17'ê Tebaxê de hat girtin û ji Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate kirin. Derket holê ku zarokê Zûgûrlî yê yek salî, ku nexweş e bi rîngê birine Wanê. -
Li Licê şewat mezin dibe, topan diavêjin
Li Licê ev bi rojan e artêşa Tirk topan diavêje û ji ber vê jî şewat derdikeve. Nahêlin ku şewat were tefandin jî. -
Gelê Sûrê: Kesê ku wijdan pê re heye, divê guh bide qîrîna me
TJA'yê seriyek da taxa Alîpaşayê. Şêniyên taxê bang li gel kirin ku guh bidin wan. -
Guven: Dixwazin dibistanên kuştina mirovan ava bikin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze li derve û hundir şerekî kûr bide destpêkirin û got, bi dibistanên 'şerê bajaran' dixwazin dibistanên qetilkirina mirovan ava bikin. -
Salvegera 1. a darbeya qeyûm: Emê şaredariyên xwe ji wan bistînin
Alîkara Hevserokên DBP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Hediye Karaaslan diyar kir, ku qeyûm ketine nava çirava gendeliyê û got, "Zû ya jî dereng em ê şaredariyên xwe ji destê wan derxînin." -
Xaniyên li Sûrê tevî eşyayên tê de tên xerakirin
Li gel nerazîbûna civakê, bi kontrol û pêşengiya polîsên Tirk xaniyên li Sûrê tên xerakirin. Hêzên çekdar ên Tirk nahêlin ku welatî alavên xwe ji xaniyan derxînin û tevî alavên tê de xaniyan hildiweşînin. -
Li Kerkûkê çalakiya piştgirya ji bo Bane
Endamên Tevgar Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz, bi armaca piştgirîkirina gelê Bane û Rojhilat li Kerkûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Li Dersimê şewata daristanan belav dibe
Li herêma Dersimê ji ber operasyonên ku ev demeke dirêje dewam dike, şewata ku li Herêmêa Hakîs a Pîlemûriyê derketî geş û belav dibe. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yavan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Evliya Yavan ku di şerê 19’ê Tebaxê yê li navçeya Wanê Elbakê de jiyana xwe ji dest dabû,li gundê Zêrêl ê Colemêrgê hate veşartin. -
HPG: Li Çewlig û Colemêrgê derb li artêşa Tirk hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ên li Çewlig û Colemêrgê daxuyaniyek da. -
Bîlîcî: Em dizanin ku kujer kî ne
Xizmên windayan vê carê jî li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn yê ku di 21’ê Îlona 1995’an de hatibû binçakirin û careke din haya kesî ji wî çênebû. Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî diyar kir ku, ew ê kujer rojekê hesab bidin. -
‘Ji bo dahatûya Kurdistan û Tirkiyeyê di 17’ê Îlonê de li Amedê’
HDP di çarçoveya çalakiyên “Nobeta Wijdan û Edaletê” de wê di 17’ê Îlonê de li Amedê mîtîngekê li dar bixe. -
AKP li Fîskayayê amadekariya talanê dike
Hikumeta AKP’ê ya ku ji sedî 98’ê Sûrê ya Amedê û 7 taxên wê hilweşand niha jî ji bo herêma Fîskayayê ya kêleka Sûrê, ji bo taxên Dîcle û Ferîtkoşkê biryara hilweşandinê da. -
Karasû: Endamên MÎT’ê ên di destê me de payebilind in
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Karasû: ‘’ 2 berpirsê herêmê yên MÎT’ê jî di nav de 20 peywirdarê dewletê di destê me de ne. 2 endamên MÎT’ê yên ku vê dawiyê hatine girtin jî payebilind in. Dewlet bêdeng e!’’ -
Parêzerên Rojhilat: Divê ji kujerên kolberan hesab were pirsîn
106 parêzerên Rojhilatî di daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku divê kujerên kolberan werin darizandin û hesab ji wan were pirsîn. -
Encax yekîtiya Kurdan dikare birînan derman bike
Welatiyên binarê Qendîlê li ser raperîna gelê Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn û rejîma Îranê şermezar kirin. -
Dersim dîsa dişewite, nahêlin were tefandin!
Şewitandina daristanan a ku li ser navê “operasyon”an tê kirin bi mehan e didome. Hêzên dewletê destûrê nadin ku gel biçin şewatê bitefînin. -
Yildirim ê ku li Mîşrîfê leşkeran ew birîndar kiribû hate binçavkirin
Li gundê Mîşrîf ê Licê bavê 13 zarokan Celal Yildirim ji hêla leşkerên Tirk ve bi giranî hatibû birîndarkirin, bêyî ku tedawiya li nexweşxanê biqede Yildirm binçav kirin. -
Li Sine pêkanîna Rewşa Awarte
Li Sine duh piştî çalakiya piştgirîkirina Bane hate lidarxistin û şûnde, li bajêr pêkanîna Rewşa Awarte hate îlankirin. -
Ji aktivîstên Kirmanşahê agahî nayê girtin
Di çalakiya li Kirmanşahêde ku bi armaca piştgirîkirina berxwedan li Banê 5 aktivîstên Kurd hatin binçavkirin. Agahî ji aktîvîstên Kimanşahî nayên girtin. -
Tarhan û Sak ên di êrîşa SÎHA’yê de birîndar bibûn hatin girtin
Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên ku li gundê Talê di encam êrîşa SÎHA’yê de birîndar bibûn, piştî binçavkirina 6 rojan û şûnde ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Tevgerên Ciwanan Kûlûman û Çîçek bibîr anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Alî Çîçek û Huseyîn Kûlûman ên ku li Mexmûrû hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.