KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenên çalakiya Herekolê weşand
Dîmenên çalakiya hêzên gerîla yên di 26’ê Tîrmehê de li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Herekol a Sêrtê lidar xistibû, hatin weşandin. -
Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi navê Şervan Botan ê di berxwedana Sîbayê de bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mudaxeleyan şehîd ket, eşkere kir. -
Talan û hilweşîna li Sûrê dewam dike
Polîsên hêzên çewîk îro êrîş birin ser gelên li taxa Alîpaşa a Sûrê malên xwe vala nekirin. Piştî êrîşê dama gel li mal de bûn dest bi hilweşînê hate kirin. Hilweşîna bi zorê hate destpêkirin, qeyûmê Sûrê Bîlal Ozkan jî lêkolîn kir! -
HPG: Li Şirnexê li artêşa dagirker hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan li Şirnexê li artêşa Tirk a dagirker xistine. HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabûn jî eşkere kir. -
KCD'ê ji bo karkerên demsalî banga xweparastin û piştgiriyê kir
KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî karkerên Kurd da û got, "Malbatên me yên Kurd ên diçin bajarên Tirkiyeyê, divê bi hev re tevbigerin û xwe biparêzin." -
29 cihên Colemêrgê weke 'herêma ewlekariyê' hatin îlankirin
29 herêmên li navenda û 3 navçeyên Colemêrgê, ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" ji aliyê Walîtiya Tirk ve hatin îlankirin. -
Destpêkê êşkence lê kirin, piştre sirgûn kirin
Yilmaz Ûçar, ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji ber êrîşê ji serê xwe birîndar bû, sirgûnî Konyayê hate kirin. -
Li Sûrê hilweşandin dewam dike: 3 kes hatin binçavkirin
Li Sûrê, xaniyê Ayşe Duh ji aliyê polîs û tîma hilweşîner a dewletê ve tevî alavên tê de hate xerakirin. Mirovên li ber vê rabûn, bûn hedefa polîsan. Polîsên Tirk gule berdan hewayê û 3 kes binçav kirin. -
Ûca: Duh Toros ên spî hebûn, îro ÎHA û SÎHA hene
Parlamentera Amedê ya HDP'yî Ûca nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên li Licê û Colemêrgê yên li dijî sivîlan da û got, "Komkujiyên ku salên 90'î bi JÎTEM û Torosên spî dihatin kirin, îro bi ÎHA, SÎHA, helîkopter û maşînên zirxî tên kirin." -
Li girtîgehan tetbîqata kincên yek reng tê kirin
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê, tetbîqata kincê yek reng tê kirin. -
Piştî dêran goristanên Ermenan jî xira dikin
Ji qirkirina Ermenan çend mîrateyên dîrokî û bermahiyên dêran mabûn, lê ev jî yek bi yek têne tinekirin. -
Mehmet Ocalan: Bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe
Mehmet Ocalan ku herî dawî 11'ê Îlona 2016'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît got, "Bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe. Ev meseleya bûye kangren, tenê ji aliyê Apo ve dikare bê çareserkirin." -
'Xwedîderketina li Rojhilat wezîfeyeke însanî û neteweyî ye'
Gelê Qendîlê dibêje, li dijî zilm û zordariya rejîma Îranê ew bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re ye. -
Ji aktivîstên Sîneyî bang: Bi lezgîn çalakvanan berdin
Aktivîstên Sîneyê, bi armanca piştgirîkirina kolber û gelê Banê ji bo kesên di nava çalakiyan de hatine binçavkirin banga berdanê ya lezgîn kirin. -
Sîne bi armanca rejîma Îranê protesto bikin daketin qadan
Gelê Sînê bi armanca protestokirina qetilkirina 2 kolberên li Banê ya ji aliyê rejîma Îranê ve daketin qadan. Hêzên rejîmê êrîşî gelê li Qada Îqbalê kom bûne kirin, lê gel gav bi şûnde neavêtin û çalakiyên xwe domandin. -
‘Roboskiyeke nû pêk anîn’
Malbatên Roboskiyê yên ku di hefteya 297’an a lêgerîna edaletê de li hev kom bûn, êrîşa SÎHA’ yê ya li gundê Talê şermezar kirin û gotin: “Bi qetilkirina mirovên bê guneh, Roboskiyek nû pêk anîn.” -
Tarhan û Sak ên bi SÎHA’yê birîndar bibûn hê jî li emniyetê ne
Sak û Tarhan ên li gundê Talê ji aliyê SÎHA’yê ve hatibûn birîndarkirin û bi awayekî birîndar bibûn eniyetê, bi rojane li nezaretê tên ragirtin. -
Li Tendûrekê bomberdûman: Zozan tên valakirin
Hat diyarkirin ku ji ber operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê destpêkirî bomberûman û şer derketiye. Hat hînbûn ku dixwazin zozanên ku bomberdûman lê pêk hatin vala bikin. -
‘Li Licê helîkopterên gel bombe kirin hate derbkirin’
Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya HPG’ê, ragihand helîkoptera artêşa Tirk a li Licê gundî bomberdûman kirin ji aliyê gerîlayan ve hatiye derbkirin. -
HPG'ê nasnameya şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên di meha Hezîranê de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Hêrsa Rojhilat a li dijî rejîma Îranê roj bi roj zêde dibe
Piştî ku rejîma Îranê li Banê du kolber kuştin çalakiyan dest pê kirin û çalakî di roja 4’an de li gelek bajarên Rojhilat bi rengên cuda berbelav dibin. -
Mala Şînê ya Alîpaşayê ji aliyê bi dehan polîsan ve tê xerakirin
Mala Şînê ya Alîpaşa ya li navçeya Sûrê, ku duh welatiyan nehiştin bê xerakirin, îro ji aliyê bi dehan polîsên Tirk ve bi kepçeyan tê xerakirin. -
Sembola welatparêzî û dilsoziya bi xakê re: Mam Reşît
Di sala 1988'an de li gundê Kinyanîşê tevlêbûn çêdibe. Wê wextê Reşît Arar (Mam Reşît) milîstiyê dike. Mam Reşît tevî gerîlayan beşdarî çalakiyan jî dibe. -
Cenazeyê Bîlîr li Êlihê hate veşartin
Egîd Bîlîr ê endamê YPS’ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku cenazeyê wî hate naskirin li bajarê wî Êlihê hate veşartin. -
AKP weke DAIŞ’iyan goran xira dike
Li Geverê êrîş birin ser gora Suleyman Aksû yê mamoste ku di komkujiya Pirsûsê de hatibû kuştin.