KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûm komîsyona 'dîtina nûçegihan' ava kir
Qeyûmê AKP'ê yê li Qelqeliyê Ferhat Vardar, ku ji nûçeya 'Qeyûm xwendina selayê qedexe kir' a ANF'ê aciz bû, ji bo tespîtkirina nûçegihan û çavkaniyên nûçegihan, komîsyonek ava kir. -
Karasû: Erdogan dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû got, "Eger têkoşîn nebe, wê faşîzma AKP-MHP'ê ji faşîzma 12'ê Îlonê bêhtir bi şêweyekî nexêr bixwaze qirkirina Kurdan bibe serî." -
Li Emniyetê îfadeya Mehmet Goksu yê 80 salî hate girtin
Mehemet Goksu yê 80 salî ku li taxa Yayla ya girêdayî navçeya Qereyazî dema di serdegirtina malan de hate binçavkirin, li emniyetê îfade da. -
Ahmet Goksu: 4 saetan êşkence li me kirin
Ahmet Goksu yê li Qereyaziyê hat binçavkirin, leşkeran êşkenceyeke mezin li wî kir, ji ber hovîtiya leşkerên Tirk guhê wî yê çepê ker bû. Goksu got ku "4 saetan êşkence li me kirin. Bi qûndaxa çekan û bi hesinan li me dan." -
Gerîlla TV’yê dîmenê çalakiyê weşand
Gerîlla TV’yê dîmenê çalakiya li dijî wesayîtên ku dixwestin ji bo operasyonê rê çêbikin, weşand. -
KNK’ê li Xûrmatûyê civîna yekîtiya neteweyî li dar xist
KNK piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, dest bi civînên gel kir. Civîna pêşîn li Xûrmatûyê hate kirin. -
DBP: Wê Kurd bi yekîtiya neteweyî bi ser bikevin
DBP’ê diyar kir ku wê pergaleke bêstatuyê qebûl nekin û ew ê Kurd bi yekîtiya neteweyî bi ser bikevin. -
Faşîzma 12'ê Îlonê tenê nekarî bi PKK'ê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, armanca darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê, bandora neyînî ya darbeyê li ser hêzên demokrasiyê, sosyalîst û civaka Kurdistanê nirxand. -
KCK û Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser yekîtiya netewî civiyan
Bi armanca pêkanîna yekîtiya netewî, KCK di çarçoveya rêzeserdanên xwe de çû serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê. -
‘Leşkerên Tirk qereqol hiştin û reviyan’
HPG’ê diyar kir, di dema çalakiya gerîlayan de ya li dijî qereqola Rûbarokê ya Şemzînanê, leşkerên Tirk qereqolê hiştine û reviyane. -
Li bajarên Ewropayê çalakiyên bibîranînê
Li bajarên Ewropayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de soza geşkirina rêya şehîdan hate dayîn. -
Ev 13 roj in Şapatan dişewite!
Şewata ku li herêma gundê Şapatan ê Şemzînanê ji ber operasyona artêşa Tirk derket, ev 13 roj in dewam dike. Gundî dixwazin şewatê vemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin. -
Dayikên Aştiyê wê sibe li dijî tecrîdê dakevin qadan
Dayikên Aştiyê wê sibe dakevin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin. Dayikan ji bo çalakiya sibe, banga tevlîbûnê kirin. -
'Kî li pêşberî hilweşandina Sûrê bêdeng be, ew hevkar e'
Xebatên Platforma 'NA ji hilweşandina Sûrê re' dewam dikin. Buşra Cîzrelîogûllari diyar kir, ku biryara Qada bi Rîsk a Afetê ya bi hejmara 6306'an ku bi rêya vê Sûr tê xerakirin, bi biryara Desteya Wezîran a 17'ê Tîrmehê re wê ji bo Fîskaya jî derbas bibe -
Karkerên li Samsûnê êrîş li wan hate kirin: Bila kes neçe wir
Êrîşa nîjadperestî ya li Samsûnê li karkerên Kurd hate kirin, weke encama polîtîkayên nîjadperestî yên dewletê tê dîtin. Nûrcan P. a ku bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, qala hovîtiya li wan hate kirin, kir. -
Îran mesaja 'berê tivinga min timî li te ye' dide Kurdan
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir, komkujiya ku rejîma Îranê li kolberan dike pirsgirêkeke siyasî ye û got, "Rejîma Îranê bi rêya vê polîtîkayê mesaja 'berê tivinga min her tim li te ye' dide gelê Kurd." -
Parêzer Oflas: Hiqûq li Îmraliyê nîne
Parêzer Bariş Oflas got, sîstema li Îmraliyê û pêkanînên li wê derê li dijî qanûnan e û destnîşan kir, ku hiqûq li Îmraliyê nîne. -
Artêşa Tirk hejmara kuştiyên xwe yên li Şemzînanê vedişêre
Tê gotin, artêşa Tirk li Şemzînanê li pêşberî gerîlayên HPG'ê gelek kuştî daye. Çavkaniyên herêmî dibêjin, ji ber hejmara zêde ya kuştiyên artêşê, hêzên artêşê êrîşî sivîlan kirine. -
'Tenê cenazeyên me dikarin ji vir derxînin'
Şêniyên taxên Dîcle û Ferîtkoşkê gotin, "Me bi keda destê xwe, bi xwêdana li eniya xwe ev tax afirand... Tenê dikarin cenazeyên me ji vir derxînin." -
'Jehrkuja tundiyê, tundiya şoreşgerî ye'
Ji fermandarên gerîla Ayhan Sîpan got, "Jehrkuja tundiya dewletê, tundiya şoreşgerî ye. Tundî çiqasî zêde bibe, divê tundiya şoreşgeran jî ewqasî zêde bibe." -
Li Mahabadê cehşan êrîşî çalakiya Bane kirin: 6 kes hatin binçavkirin
Li Mahabadê cehşan êrîşî çalakvanên çalakiya Bane kirin. Di çalakiya li Qada Çarçirayê de 6 kes hatin binçavkirin. -
Komîteya Şehîdan nasnameya gerîlayê HPG’ê eşkere kir
Komîteya Şehîdên PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê HPG'ê yê ji Pêncwênê, Zana Ehmed (Egîd Pîr) li Bakurê Kurdistanê şehîd bûye. -
Sîvîlên li Licê hatibûn birîndarkirin hê jî di binçavan de ne
Sîvîlên bi navê Munîr Serîn û Bedran Yildirim ê ku li Mişrîfa Licê ji aliyê leşkeran ve hatibûn birîndarkirin, 5 roj in li Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr di binçavan den ne. Celal Yildirim ê ku ew jî di wê bûyerê de birîndar bûbû, hate binçavkirin. -
Kurê Tarhan ê ku SÎHA’yê ew birîndar kiribû: Wezîr Soylû bêbextiyê dike
Kurê Mûsa Tarhan ê ku li Colemêrgê bi SÎHA birindar bûbû, bertek nîşanî helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir ku Wezîr Soylû bêbextiyan dike. -
YPS: Li Colemêrgê endamekî DAIŞ’ê hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPS’ê ragihand ku li Colemêrgê kesê DAIŞ’î yê bi navê Kurşat Tûraç hatiye cezakirin.