KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
Hevjîna Yildirim nerazîbûn nîşanî waliyê Tirk da
Li gundê Mişrif ê girêdayî Liceyê leşkeran bavê 13 zarokan Celal Yildirim birîndar kiribû. Hevjîna Yildirim Munevver Yildirim nerazîbûn nîşanî Walîtiya Amedê da ku ji hevserê wê re “terorîst” gotibû.
-
Dilê gerîla
Gelek kêlî hebûn em bêdeng man, gelek kêlî hebûn me guhdariyê bîranînê wan kir… Lê gelek kêlî hebûn ku em bi xwe re birin û çûn…
-
-
-
Saziyên civakî çûn serdana gundê Mişrifê
Nûnerên saziyên sivîl û demokratîk çûn serdana gundê Mişrifê yê Licê a ku Helîkopterê welatî gulebaran kiribû û 3 welatî birîndar bûbû. Heyetê piştî serdanê rapor amade kir û wê di rojên pêş de eşkere bikin.
-
-
-
-
Wêneyên hovîtiya leşkerên Tirk a li gundê Mişrefê
Li gundê Mişrefê yê Licê leşkerên Tirk gule li Munîr Serîn barandibûn û ew birîndar kiribûn. Waliyê Amedê daxuyanî dabû û welatî wekî "Hevkar" îlan kiribû. Wêneyên dema gulebaranê derketin holê. Di wêneyan de jî tê dîtin ku Serîn sivîl e.
-
-
-
Bi gotina 'hevkar in' dixwazin komkujiyê rewa bikin
Gundiyan nerazîbûn nîşanî Walîtiya Tirk a li Amedê dan, ku ji bo birîndaran gotibû 'hevkar' û 'endamê rêxistinê' ne. Gundiyan gotin, "Bi gotina 'hevkar in' ku ji me re dibêjin, hewl didin kuştinê rewa bikin."
-
Lehengê Gabarê: Çekdar
Çekdar Harûn (Umît Tûran), du sal beriya niha li Gabarê şehîd bûbû. Bêrîvan Harûn, di salvegera şehadeta Çekdar Harûn de qala daxawza wî ya têkoşînê û îradeya wî kir.
-
-
-
-
-
HPG’ê çapemeniya şerê taybet a Tirk li derewê qeliband
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku medyaya şerê taybet a Tirk gotiye, 4 hevalên wan şehîd bûne lê ev ne rast e û hevalên wan bi sax û silamet gihaştine cihên xwe.
-
Walîtiya Amedê tengijî: Her roj derewekê dike
Piştî ku li gundê Mişrifê yê Licê helîkoptêra leşkerî li gundiyan reşand, Walîtiya Tirk a li Amedê dest bi derewan kir. Walîtiyê ku duh ji gundiyan re gotî 'hevkar' in, îro jî ji wan re dibêje 'endamên rêxistinê' ne.
-
'Werin em rojnamevanan ji zindanan derxin'
ÎRA rapora xwe ya meha Tebaxê eşkere kir û diyar kir ku di vê mehê de 14 rojnamevan hatin girtin, 30 rojnamevan hatin binçavkirin, 180 rojnamevan di zindanê de ne û 3 saziyên çapameniyê hatin girtin.
-
-
-
-
-
'Heta azadiya Birêz Ocalan em ê li qadan bin'
Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan got, "Tirs nema bi kêr tê. Pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye" û destnîşan kir, ku heta Ocalan azad bibe ew ê li qadan bin.