KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wê cenazeyê Xatûn Tûglûkê di saet 14.00’an de bigihêje Dersimê
Cenazeyê diya Aysel Tûglûk, Xatûn Tûglûk a ku duh ji ber êrîşan ji gorê hatibû derxistin wê bibin Dersimê. Cenaze wê di saet 14.00’an de bigihêje Dersimê. -
Goran: DYA ji sedî sed li dijî referandûmê ye
Endamê Odeya Dîplomasî ya Tevgera Goran Wiyar Omer, nûnerê taybet ê Trûmp McGrûk di serdana xwe ya ji bo partiya wan de gotiye: “DYA ji sedî sed li dijî pêkanîna referandûmê ye.” -
Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
Walitiya Şirnexê, di rojên derbasbûyî de herêmên ku bi topan hatîn şewitandin jî di nav de gelek herêm ji bo 15 rojan ‘herêmên ewlehiya taybet’ îlan kir. -
Hevdîtinên KCK’ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin
Heyeta KCK’ê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de çû serdana Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê ya Îranê. -
HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonan daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên li Colemêrg û Şirnexê daxuyanî da. -
HPG: Navenda tîmên taybet a li Licê bi çalakiyeke fedaî hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya Licê daxuyaniyek weşand. -
Şapatan ev 16 roj in dişewite!
Li gundê Şapatanê ya Şemzînanê şewat ev 16 roj in didome. -
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî 23 mehan vedibe
Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî ku ji hêla PDK’ê ve 12’ê Cotmeha 2015’an hatibû girtin, piştî bi 23 mehan vedibe. -
Avesta: Divê hemû çalakiyên me ji bo azadiya Rêber Apo bin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta hişyarî da, ku rejîma dagirker dixwaze gelê Kurd hînî jiyana bê Ocalan bike û got, "Em ê hînî jiyana bê Rêber Apo nebin". Avest diyar kir, ku divê hemû çalakiyên wan ji bo azadiya Ocalan bin. -
Ahmet Goksû yê bi êşkenceyê hate binçavkirin hate girtin
Ahmet Goksû, ku li taxa Yahya ya Qereyaziyê di dema serdegirtina mala xwe de bi êşkenceyê hate binçavkirin, hate girtin. -
Ji bo dengê kolberan bide bihîstin bi bisiklêtê diçe Tehranê
Hawirdorparêzê ji Merîwanê Şerîf Bacwer, ji bo kuştina kolberan bi destê rejîma Îranê şermezar bike, bi bisiklêtê ji Merîwanê berê xwe da Tehranê. -
Qala êşkenceyê kir: Nimêjê neke yan na ez ê çenga te bişkînim!
Mehmet Goksû 77 salî yê li taxa Yahyayê ya Qereyaziya Erziromê hatibû binçavkirin diyar kir ku tîmên taybet jê re gotine, “Nimêj tune, ez ê çenga te bişkînim” û destûr nedane ku ew nimêjê bike. -
Xwendekarên ku wêneyên Demîrtaş hildan ji wargehê hatin avêtin
Li Wanê 3 xwendekarên jin ji ber ku wêneyên Demîrtaş li hundirê çenteyê wan hate dîtin, ji wargeha xwendekaran hatin avêtin. -
Berxwedana 5 mehan a Sûrê
Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê, rejîma AKP'ê bi rengekî bê navber xaniyên welatiyan xera dike. Berxwedana gel a li dijî vê dagirkeriyê jî didome. -
Li Sûrê teqîn: Jinek birîndar bû
Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê, ji ber teqîna cismekî li hewşa malekê, jinek bi giranî birîndar bû. -
Gerîlayên li Zagrosan bi biryar in
Gerîlayên HPG'ê yên li Zagrosan gotin, "Bila dijmin bi vê baş zanibe; em ê vê axê, em ê welatê xwe ji wan re nekin yar." -
Li çar deverên Dersimê şewat
Li Dersimê piştî operasyonan li Nazîmiyê, Pulumuer û li herêma Hakîsê û derdora gundê Geyiksuyê şewat derket. -
HPG: Hêzên me li Şirnexê li yekîneyê veşartî xistin
Navenda Çapemenî û Ragihandiyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê bi ser qereqola Granê de girtine. -
Kemalbay li Sûrê ye: Êrîşî mîrateya cîhanê dikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay çû serdana gelê Sûrê û diyar kir ku li ser mîrateya gelên cîhanê êrîş heye. -
Irmak SEGBÎS red kir, doz hate taloqkirin
Parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Selma Irmak ku bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” doz lê hatiye vekirin û girtî ye, red kir ku bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bibe. Rûniştina dozê taloqî 23'ê Çileya 2018'an hate kirin. -
Li Mahabadê banga grêva giştî
Nûnerên civaka sivîl a Mahabadê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kirin ku sibe li bajêr grêva giştî were kirin. -
Li Şapatanê careke din derketina derve hate qedexekirin
Li gundek, gundikek û 2 taxên Şemzînanê derketina derve hate qedexekirin. -
Hilweşandin û berxwedana li Sûrê, rûyê AKP’ê teşhîr kir!
Li hemberî rûxandina li taxa Alîpaşa ya Sûrê berxwedan didome. Xatûn Tulay a ku qebûl nake ku ji mala xwe derkeve dibêje “Ligel ku min dengê xwe dabû AKP’ê jî, piştî rûxandina li Sûrê min rûyê AKP’ê yê rastîn nas kir.” -
Girtiyê nexweş Akin ev salek û şeş meh e li benda emeliyatê ye
Îsmet Akin, ku bi qasî 6 sal in bi birîna zikê xwe li girtîgehê ye, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ev salek û şeş meh in li benda emeliyetabûnê ye. -
Şerîk: Erdogan encameke darbeyan e
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk: Erdogan bi 12'ê Îlonê re ji bo desthilatdariyê hate amadekirin. Bi 28'ê Sibatê re bû desthilatdar. Niha jî bi darbeyan desthilatdariya xwe diparêze.