KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
-
Vê carê dewleta Tirk êrîşî kolberan kir
Piştî rejîma Îrane, vê carê jî rejîma AKP'ê êrîşî kolberan kir. Kolberên li ser sînorê Rojhilat û Başûr, bû hedefa êrîşa artêşa Tirk a li Şemzînanê. Ji ber êrîşê 2 kolber birîndar bûn, ku rewşa yekî ji wan giran e.
-
-
-
-
-
DBP'ê çêkir, qeyûm jî kir malê xwe
Qeyûmê Wanê amadekariyan dike, ku otoparka ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve hatiye çêkirin û ji çend qatan pêk tê, weke xizmeteke xwe veke. Qeyûm ji bo firotina otoparkê jî pêşkêş kir.
-
-
-
Li Licê 3 gundiyên birîndar bibûn hatin girtin
3 gundiyên ku li gundê Mişrifa a navçeya Licê dema vegera ji nav baxçe, di encama operasyona li ser gund hate kirin de ji aliyê leşekerên Tirk ve hate birîndarkirin û ji aliyê Waltiya Amedê ve weke “hevkar” û “terorîst” hatin binavkirin hatin girtin.
-
Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên KCK’ê didomin
Heyeta Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî ya Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê serdana Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê ya Îranê (Komele) kir.
-
Hevserokên nû yê KCD Guven û Ozturk e
8. Kongreya Asayî ya KCD a tevahiya rojê dewam kir, bi coşeke mezin bi dawî bû. Ji bo Hevserokatiya KCD’ê jî Leyla Guven û Bedran Oztûrk hatin hilbijartin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Geverê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Geverê, li dijî artêşa Tirk a ku li Girê Elîşêr bi cih bûne çalakiyek kirine û 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
-
Gundiyên Şapatanê: Dixwazin can û malê me tine bikin
Li gundê Şapatanê berî 40 rojan leşkeran bi ser gund de girtibû û welatî îşkence kiribûn, hêj bandora îşkenceyê li ser welatiyan heye. Welatiyan dan zanîn ku ji ber ku wan di 7'ê Hezîrana 2015'an de deng dane HDP'ê dewlet dixwaze can û malê me tine bike.
-
Demîrtaş: Wê berdêla vê bidin
Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê Demîrtaş got hilweşandina Heskîfê bi wan re kîneke bê sînor çêkiriye û got, ‘’wê berdêla ji bo wan pir giran be’’.