KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê gundiyê di encama bomberdûmanê de winda bibû hate dîtin
Cenazeyê gundiyê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de ku li herêma Şêladizê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê winda bibû, îro cenaze wî hate dîtin. -
YPS’ê li Tetwanê çalakiyek pêk anî
Navenda Çapemaniyê ya YPS’ê ragihand ku 4’ê Cotemhê li Tetwanê 2 stasyonên bazê yên ku leşkerên artêşa Tirk weke cihê çavdêriyê bikartanîn rûxandine. -
HPG: Wesayîta zirxî hate rûxandin, 9 leşker hatin kuştin
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Cotmehê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ewlekariya rêya Qereqola Şuwê ya bajarokê Bajêrgeh ê Geverê rûxandine, 9 leşker hatin kuştin. -
Li Alîpaşayê rastiya hilweşandinê derket holê
Xebatên hilweşandina taxa Alîpaşa ya li Sûrê ku bi destê Hikûmeta AKP’ê bi navê ‘veguherîna bajêr’ dest pê kiribû,li taxê xebatên dest pê kirin. -
Kurdan ji Erdogan re gotin: Fermo, were meydanê!
Parlamenterê parlamenta Iraqê yê YNK'yî Mihemed Hecî Osman têkildarî gotinên Erdogan ê ku digot, "Tu mafê Kurdan li Kerkûkê tune, ew li wê derê dagirker in" got, "Heke ew dixwazin dagir bikin, meydan li vir e, fermo bila werin." -
Çavkaniyên herêmî: Li Bajêrganê 9 leşker mirin
Li bajarokê Bajêrgan ê navçeya Gever a Colemêrgê, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. -
Kongreya Îslama Demokratîk Mam Celal bi bîr anî
Kongreya Îslama Demokratîk, bi wesîleya wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî peyamek weşand û got, "Bersiva herî di cih de em bidin Mam Celal, avakirina yekîtiya gelê Kurd e." -
Bernameya merasîma rakirina cenazeyê Mam Celal hate eşkerekirin
Bernameya merasîma rakirina cenazeyê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî hate eşkerekirin. -
Dewleta Tirk Çewlîg li sivîlan qedexe kir
Dewleta Tirk, 25 herêmên li navend û 7 navçeyên Çewlîgê, ji 4'ê Cotmehê heta 19'ê Cotmehê weke 'Herêma Ewlekariya Taybet' îlan kir. -
Hevrêtiya ku nehişt rojnivîsk nîvco bimîne
Gerîlaya YJA Starê Avjîn Ekîn, rahişt rojnivîska hevrêya xwe ya şehîd bû û nehişt nîvco bimîne. -
Qeyûm dest bi firotina malên gel kir
Qeyûmê AKP'ê yê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêşkêşî alîgirên xwe kiriye û bê pere maye, dest bi firotina malên şaredariyê kir. -
Gerîla TV dîmenên çalakiya Girê Petrût weşand
Gerîla TV dîmenên çalakiya TŞYJ’ê ya 3’yê Îlonê saet 13:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dargirker ên li Girê Petrût a Çelê lidar xistibû belav kir. -
Hewîce bi temamî hate rizgarkirin
Fermandarê Heşdî Şebî ragihand ku wan tevahiya navçeya Hewîce ya Kerkûkê rizgar kirine. -
Bîlançoya çalakiyên li Bazîd, Colemêrg û Şirnexê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bazîd, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Gelên Kerkûkê ji bo Mam Celal di şînê de ne
Gelên Kerkûkê ji bo Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî di şînê de ne. -
'Îran û Tirkiye xizmên hev ên îdolojîk in'
Rojnamevan Arash Shoa Shargh ê weke penaber li Wanê dijî diyar kir ku ji bo gendeliyên li Îranê kirin nûçe cezayê qemçiyan lê hatiye birîn û da xuyakirin ku di nava du salan de li Îranê zêdetirî 100 rojnamevan hatine qetilkirin û windakirin. -
'Zilamên' qeyûm êrîş kirin, gel jî xwe parast
Li Wanê qeyûm vê carê êrîş bi ser gel û esnafan de bir. Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Rêya Armûşê, Cemîl Ozturk ferman da zabitayan ku êrîş bibin ser firoşkarên gerok, esnaf û gel. Di pevçûnê de 5 zabita birîndar bûn. -
Li Wanê Kovara Tevhîd a DAIŞ'ê tê weşandin
Li taxa Şerefye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çeteyên DAIŞ'ê Kovara Tevhîd derdixe û di bin navê kovarê de xwe bi rêxistin dike. -
'Mam Celal hewl da yekîtiya neteweyî li hemû parçeyan pêk bîne'
KCK: Mam Celal û Rêber Apo hewl dan, ku yekîtiya neteweyî ya di şexsê xwe de pêk anîn, li hemû parçeyên Kurdistanê bi cih bînin. -
Mam Celal roja Înê wê were veşartin
Cenazeyê Celal Talabanî roja Înê li Silêmanî wê were veşartin. -
Başûrê Kurdistanê bersiv da Iraqê: Em ê betal nekin
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê banga Iraqê red kir ya ku Iraqê dixwest referandûm were bêhikumkirin. -
Li Silêmanî ala heta bi nîvî hatin xwarê
Piştî ku siyasetmedarê Kurd Celal Talabanî çû ser dilovaniya xwe, li Silêmanî alayên Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta bi nîvî hatin xwarê. -
KONGRA-GEL: Bila serê gelê Kurdistanê sax be
KONGRA GEL, ji bo Celal Talabanî peyameke sersaxiyê weşand û got, "Gelê Kurdistanê lîderekî xwe yê mezin ji dest da, ku cihê wî nayê dagirtin." -
Tekîn: Emrê faşîzma Tirk kin e; em ê bi ser bikevin
Tekîn bal kişand ser tengavî û bêçarebûna dewleta Tirk a li pêşberî gerîla û diyar kir, ku rayedarên Tirk ji welatên Ewropa û Amerîkayê dixwaze, ku daxwaza agirbestê li PKK'ê bikin. Tekîn got, "Em ê mezin bi ser bikevin." -
Operasyona ji bo navenda bajêr dest pê kir
Ji bo paqijkirina navenda navçeya Hewîce ya Kerkûkê, danê vê sibehê dest pê kir û hêzên operasyonê xwe gihandin navenda bajêr.