KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûmê li Wanê mezintirîn tesîsa Tirkiyeyê firot
Qeyûmê ku AKP'ê danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûrat Zorlûoglû tesîsa herî mezin a çandinî û sewalkariyê a Tirkiyeyê û bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê firot. -
'Rewşa li Kerkûkê cidî ye, encama êrîşê wê felaket be'
Fermandarê hêzên 70. ên Pêşmergeyan Cehfer Şêx Hesen destnîşan kir, ku encama êrîşeke gengaz a li hemberî Kerkûkê wê felaket be. -
Qasim Şeşo yê PDK'yî dîsa ji Şengalê reviya
Aloziya referandûmê ya navbera Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê, bandora xwe li Şengalê jî kir. Tê gotin, Qasim Şeşo yê PDK'yî piştî ku bi Heşdî Şabî re rûnişt ji herêmê reviya ye. Şeşo, sala 2014'an di dema êrîşa DAIŞ'ê de jî ji Şengalê reviya bû. -
Aloziya leşkerî ya li dora Kerkûkê sor dibe -NÛ BÛ
Tê gotin, hêzên Haşdî Şabî gundê Beşîr ê li navbera Daqûq û Tazeyê ji destê pêşmergeyan derxistine. Aloziya li herêmê dewam dike. -
Komplo li Keleha Kerkûkê bi tundî hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê bi sedan kesî ve li Kerkûkê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
'Heta esareta li Îmraliyê bê şikandin, divê çalakî dewam bikin'
Avesta diyar kir, ku komplo di her serdemê de bi konseptên nû dewam dike û got, "Niha jî bi qirkirina çandî, siyasî û civakî didome." Avesta bal kişand ser çalakiyên li dijî komloyê tên kirin û got, "Heta esaret bê şikandin, divê çalakî dewam bikin." -
Strana bi Kurdî weke 'propaganda rêxistinê' hate dîtin
Têkildarî doza 9 endamên komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya sala 2015'an a li Erdîşê biryar hate dayin. Di rûniştina dozê de salek û 8 meh cezayê girtîgehê li 8 kesan hate birîn. -
Qeyûm, zarokên ji Sûriyeyê dixebitîne
Qeyûmê Tirk ê li navçeya Artemêtan a Wanê Atif Çîçeklî, zarokên biçûk ên ji Sûriyeyê li karê bexçeyan dixebitîne. -
Fermandarê YBŞ'ê: Divê li Şengalê referandûma xweseriyê bê kirin
Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, ku nabe kes li ber daxwaza serxwebûnê, ya jî mafê referandûmê yê gel rabe û got, divê li Şengalê referandûmeke xweseriyê bê kirin. -
Malbatên Roboskî: Dîsa êrîş birînê me bi xwîn dike
Malbatên Roboskî yên di hefteya 302’an de lêgerîna edaletê didomînin li hev kom bûn, li dijî êrîşa polîsan a li ser bîranîna Qetlîama Enqerê bi gotina: “Her carê dîsa bi êrîşan êşên me tîne bîra mirov.” nerazîbûn nîşan dan. -
Li dijî HDP’yiyan operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên hemwext ên li ser gundên girêdayî navçeya Dîgor û navenda Qersê de 32 kes hatin binçavkirin. -
Nasnameya 3 gerîlayên li Barzan şehîd bibûn hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê nasnameya 3 gerîlayên 28’ê Îlonê li devara Adil Beg a Herêma Barzan a dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê şehîd bibûn, eşekere kir. -
Li Çelê, Barzan û Gabar 12 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê têkildarî detayên operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li Çelê û herêma Gabar a Şirnexê daxuyaniyek da. -
'Peywira hemû jinan e ku hevrê Nûdem bi layîqî veşêrin'
"Veşartina şehîd Nûdem a ku di têkoşîna me de nirxên mezin ava kiriye, di serî de jinên Kurd dibe peywira hemû gelê me." -
Seçkîn ê li Mûglayê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
Rojhat Seçkîn, ku li Koycegîzê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate veşartin. -
Hêzên gerîla li sekvanên artêşa Tirk xistin!
Hêzên gerîla, li herêma Barzanî li leşkerên Tirk ên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên sekvan hatin kuştin. Li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin. -
Fîlmê ji bo Dayika Taybet hate kişandin hêjayî xelatê hate dîtin
Fîlmê "Heft roj û heft şev" ku ji bo bîranîna Dayika Taybet hate çêkirin, hêjayî xelatê hate dîtin. Dayika Taybet li Silopiyayê bi fîşeka polîsên Tirk hatibû kuştin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê mabû. -
Resûl: Li Kerkûkê hêzên derveyî agahiya me, derqanûnî ne
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl li ser agahiyên ku Tirkiyeyê li Kerkûkê çek dane hin koman diyar kir ku ew ê derveyî hêzên ku haya walîtiyê û haya wan jê heye,tu hêzan qebûl nekin. -
Li Şirnexê, ji bo operasyonê bang li cerdevanan hate kirin
Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a 23'an a li Şirnexê, duh danê êvarê bang li gelek cerdevanan kir. -
Li Farqînê derketina derve hate qedexekirin
Li Farqînê, ji ber operasyona leşkerî li 15 gund û gundikan, derketina derve hate qedexekirin. -
Keleha Wanê jî wê bibe mexdûrê biryarnameyê
Şaredariya Tûşba ya AKP'yî li bendê ye ku Desteya Wezîran biryarê bide ku Keleha Wanê û beşeke mezin a peravê Gola Wanê yên li navçeya Rêya Armûşê ne, tevlî navçeya Tûşbayê bike. -
Gerîlayên HPG’ê li Geverê 6 leşkerên Tirk kuştin
Hat diyarkirin ku di şerê li Geverê de yê ku di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk pêk hatiye, bi kêmanî 6 leşker hatine kuştin. -
Gerîla Tv dîmenê çalakiya Girê Petrût weşand
Gerîla Tv dîmenê çalakiya Girê Petrût ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand. -
Hamîd: Dagirkirina Îdlîbê planeke li dijî Bakurê Sûriyeyê ye
Pisporê Siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyazî Hamîd têkildarî dagirkirina Îdlîbê ya ji aliyê Tirkiyeyê got ku dixwazin senaryoya ji bo Cerablûsê ji bo Îdlîbê jî pêk bînin. -
Li girê Alîşer çalakiya gerîla: 6 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, duh li girê Alîşer ê li navçeya Gever a Colemêrgê li leşkerên Tirk xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin.