KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya gerîlayên li Mûglayê şehîd bûne hatin eşkerekirin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, têkildarî nasnameya 6 gerîlayên li Mûglayê hatin qetilkirin daxuyaniyek da. Feramandariyê diyar kir ku di encama îxaneta kesê bi navê ‘Selçûk Yogûrçû’ hatine qetilkirin. -
Karayilan serketina Reqayê pîroz kir
Karayilan got, derxistina DAIŞ'ê ji nava Reqayê, wê têkoşîna Rojhilata Navîn a Konfederal Demokratîk xurtir bike. -
Li Zapê çalakiyên gerîlayan didome
Li qada Xeregolê ya Zapê çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk didome. -
Avahiya Eniya Tirkmen hate şewitandin
Diyar bû, ku avahiya Eniyeta Tirkmen a li Pîrdê, ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin. -
Welatiyên Wanê: Duh Şengal îro Kerkûk, sibê?
Welatiyên Wanê, radestkirina Kerkûk, Şengal û Mexmûrê weke xiyanet bi nav kirin û bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin û gotin, rûmet û namûsa te li erdê ye, xwedî li rûmeta xwe derkeve. -
Li 16 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin
Li 16 gund û gundikên navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê yên Amedê, derketina derve hate qedexekirin. -
Rewşa dawî ya Kerkûkê -NÛ BÛ
Hêzên Heşdî Şabî, ku ji ber vekişîna hêzên pêşmerge ketin nava Kerkûkê, xwe ji navenda bajêr vekişandin û li dora bajêr bi cih bûn. -
Li ser xirbeyê xaniyê xwe yê bi zorê hate xerakirin, kon veda
Malbata Ak a ji Sûrê, ku li ser xirbeyê xaniyê xwe yê bi darê zorê tevî alavên tê de hate xerakirin kon vedaye, ligel hemû gef û êrîşan jî bi biryar e ku cih û warên xwe neterikîne. -
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kakaî kirin
Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîşî gundên Kakaî yên ser bi Daqûqê kirin, ku du roj berê ketibûn destê hêzên Heşdî Şabî. -
DYA, hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişand Hewlêrê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên li Mexmûrê vekişand Hewlêrê û li derdora bajêr bi cih kir. -
Gilînameya doza kuştina Kemal Kûrkût hate amadekirin
Gilînameya li ser kuştina Kemal Kûrkût hate amadekirin. Dozger xwest, polîsê ku Kûrkût kuşt Y.Ş., ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê darizandin. -
Malên Kurdan ên li Kerkûkê tên şewitandin
Piştî ku artêşa Iraqê û komên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî Kerkûkê kirin, malên Kurdan ên li Kerkûkê tên talakirin û şewitandin. -
Hogir Baran ê PKK'yî di berxwedana Daqûqê de şehîd bû
Hogir Baran ê PKK'yî (Beşîr Sebrî Îsa), di berxwedana li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî de roja 16'ê Cotmehê li navçeya Daqûq a Kerkûkê şehîd bû. -
KONGRA GEL rizgarkirina Reqayê pîroz kir
KONGRA GEL rizgarkirina Reqayê pîroz kir û got, "Avakirina sîstemeke li dora neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, wê di çareseriya kaosê de bibe modelek." -
Hêzên gerîla li gelek herêman derbên giran li hêzên dagirker xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Zapê ji ber çalakiyên gerîlayan hate sekinandin. Gerîlayên HPG’ê li Sêrt û Bedlîsê jî çalakî li dar xistin. -
Li Kerkûkê malên Kurdan tê valakirin
Artêşa Iraqê û hêzên girêdayî wê ku di destpêkê de êrîşî Kerkûk û Başûrê Kurdistanê kirin hate zanîn ku li bajarê Kerkûkê li taxên ku Kurd lê dijîn malan didin valakirin û li malan bicih dibin û ji bo xwe dikin biryargeh. -
Hêzên Heşdî Şabî li Xurmatûyê dest bi destavêtinê kirin
Hêzên Heşdî Şabî, ku tevî artêşa Iraqê êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, li bajarê Tûz Xurmatûyê dest bi destavêtinê kirin. -
Li Kerkûkê êrîş li asayîşa YNK'ê tê kirin
Piştî bajarê Kerkûkê ket destê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê de, berpirsyarê YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mûhammed xwest tevlî civina li Kerkûkê bibe, lê destûr jê re nehat dayin. Piştre jî êrîş li avahiyên asayîşê yên YNK’ê yên li Kerkûkê hatin kirin. -
Şêniyên Şengalê ji bo azadiya Ocalan kon vedan
Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Şengalê kon vedan. -
Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gerîla nema dikare xwe bilivîne
Leşkerên artêşa Tirk ên di operasyona herêma Xeregol a Zapê de ne, ji ber çalakiyên gerîla qedemeyekê bi paş ve çûn. Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî artêşa Tirk didomin. -
PDK'ê herêmên di destê xwe de radestî Heşdî Şabî kir
PDK'ê, piraniya herêmên di destê xwe de, bêyî şer bike yekser radestî Heşdî Şabî kir. -
Rewşa dawî ya Şengalê
Piştî ku Kerkûk yekser radestî milîsên Heşdî Şabî hate kirin, di şeva 16'ê Cotmehê de li Şengal û hin wîlayetên din jî Heşdî Şabî kete nava liv û tevgerê. Me jî hewl dan li Şengalê bûyeran ji nêz ve bişopînin. -
Deriyên sînor ên Rojhilat-Başûr radestî Heşdî Şabî hatin kirin
Deriyên sînor ên navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê radestî hêzên Heşdî Şabî hatin kirin. -
Parlamenterê Komala Îslamî Qeladizayî jiyana xwe ji dest da
Parlamenterê Komala Îslamî Dr. Şiwan Qeladizayî jiyana xwe ji dest da. -
YBŞ: Em ê îradeya azad a gelê xwe bi her awayî biparêzin
"Yekane hêza ku li ser paşeroja Şengalê xwedî mafê gotinê ye, îradeya azad a civaka me ya Êzidî ye. Çawa ku me heta roja îro ev îrade parast, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê ji niha û pê ve jî biparêzin."