KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên tevlî pêngava Reqayê bûn, vegeriyan Şengalê
Şervanên YJŞ û YBŞ’ê yên ku beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûn vegeriyan Şengalê. Şervan li Şengalê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. -
Guhdarîkirina li muzîka Kurdî jî weke sûc hate nîşandan
Gilînameya li ser 9 siyasetmedarên Kurd ên li Wanê hatin girtin, piştî 6 mehan hate amadekirin. Di gilînameyê de guhdarîkirina li muzîka Kurdî û girêdana çarika kesk, sor û zer weke sûc hate nîşandan. -
Meclîsa tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê tecrîd şermezar kir
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve hate şermezarkirin. -
Goran: Bila Barzanî îstifa bike, hikumet betal bibe
Tevgera Goran, ji bo çareseriya bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin, pêşniyarên xwe eşkere kir. -
'Her kêliya Rêbertî, wateya jiyana me ya azad e'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Berfîn Nûrhak, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxand. Berfîn Nûrhak got, "Ji bo fêhmkirina hêza berxwedana li Îmraliyê, ji bo me esas e ku em hê bêhtir li ser rastiya Rêbertî kûr bibin û fêhm bikin." -
PKK'ê şehîdên Cotmehê bi bîr anî
Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. -
'Bêdengiya li dijî êrîşan xiyanet e'
Nûrettîn Demîrtaş, di salvegera şehadeta Halît Oral de axivî ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komploya navdewletî bedena xwe dabû ber agir û dirûşma 'bêdengiya li dijî êrîşan xiyanet e' ya Oral bi bîr xist. -
Kerîmî: Bûyerên diqewimin, encama qirêjiya 26 salan e
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Alî Kerîmî got, jidestçûna Kerkûkê ne ji ber referandûmê ye û destnîşan kir, ku ev yek encama qirêjbûna hikumetê ya 26 salan e. -
Asayîşa PDK’ê li Dihokê êrîşê xwepêşandêran kir
Hêzên asayişa Dihokê yên girêdayî PDK’ê destûr nedan xwepêşandana ku wê li Dihokê li dijî desthilatdarên herêmê hatiba kirin. -
Gerîlayên HPG’ê li Oremarê çalakiya sûîqastê li dar xist
Gerîlayên HPG’ê îro di navbera seat 10:30 û 11:00’an de li dijî leşker û mekîneyên kar yên ku li girê Şehîd Rahîme yê girêdayî Oremarê rê çêdikirin, çalakiyek li dar xist. -
Li Tendûrekê şer: 12 ambûlans ber bi herêmê ve çûn
Li Wan Çaldêranê li herêma Tendûrekê şerekî giran heye. Gelek wesayitên zirxî û ambûlans diçine Nexweşxneyeya Dewletê ya Erdîşê. -
Gerîlayên HPG’ê li Amedê li yekîneya operasyonê dan
Gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Hindeşê yê Farqîna Amedê li yekîneya operasyonê dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sûîqestê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sûîqestê ya li girê Bayê yê Geverê li dijî leşkerên Tirk hate kirin, weşand. -
KCK: Rizgariya Reqayê destpêka serdemeke nû ye li Sûriyeyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, serketina Reqayê li gelan û şervanan pîroz kir. KCK'ê destnîşan kir, ku bi rizgarkirina Reqayê re li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. -
Li Serdeştê kolberekî Kurd hate kuştin
Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberên Kurd dewam dikin. Li ser sînorê Serdeştê kolberekî din hate kuştin. -
Li Zapê êrîşa hewayî, li Barzanê çalakiya sûîqestê
Operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Zap û Barzanê dewam dikin. Li van herdu herêman ku di rojên dawî de bi dehan leşker hatin kuştin, şer û êrîşên hewayî didomin. -
Karkerekî din li madena li Şirnexê jiyana xwe ji dest da
Siddik Kabak ê 18 salî, ku li Şirnexê di madena hilweşiyayî de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara karkerên li madenê jiyana xwe ji dest dan bû 8 kes. -
Li Şemzînanê derketina derve hate qedexekirin
Dewleta Tirk, li 6 gundên Şemzînanê derketina derve qedexe kir. -
Li Farqînê 9 kes hatin binçavkirin
Li gundê Reşka Şêx Dawid ê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê 9 kes hatin binçavkirin -
Gerîla Tv dîmenên çalakiya Qereqola Rubarok weşand
Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîlayên HPG'ê ya bi çekên giran ya di 25'ê Îlonê de li dijî Qereqola Rubarokê weşand. -
Gerîla li Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku îro piştî nîvro gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk yên li girê Çepera Şexa ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. -
Ji Xeregolê heta Hatayê çalakiyên gerîlayan: 13 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Çelê, Gever û Hatayê de 13 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
‘Amed wê xwedî li Ocalan derkeve’
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca di çalakiya ji bo Ocalan de axivî û got, “Amed wê bêdeng nemîne. Roj roja xwedîlederketina rûmet û îradeyê ye.” -
Pêvajoya ku bi Kerkûkê dest pê kir û encamên wê
Ev pêvajo wê di nava çend rojan de diyar bibe. Lê wê PDK gaveke çawa biavêje, hê ev ne diyar e. -
HPG'ê gerîlayên li Wanê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên bi navê Arîn, Azad û Rohilat ên 21'ê Tebaxê li Wanê Şehîd bûn, bi bîr anî.