KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Kerkûkê û Xûrmatûyê 150 hezar kesî koç kir
Piştî ku artêşa Iraqê Kerkûk bi dest xist û pêşmerge vekişiyan, ji Kerkûk û Xûrmatûyê 150 hezar kesî koç kir û di şertên xirab de dijîn. -
Îranê deriyê sînor ê Başmaxê vekir
Îranê, deriyê sînor ê Başmaxê, ku 15'ê Cotmehê li bazirganiyê girt, îro ji nû ve vekir. -
Rêveberiya Hewlêrê pêşniyara 'betalkirina encama referandûmê' kir
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê pêşniyar kir, ku encama referandûmê betal bike. -
Dersên ku divê ji xeta Bêrîtan bên derxistin!
25'ê Cotmehê ji bo jinan û Kurdan êdî demeke rûtîn an jî ji rêzê nîne. Beriya niha bi 25 salan, Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dawî li rûtînbûna vê rojê anî. -
Li Geverê çalakî û operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya li herêma Qela Perîxanê ya girêdayî navçeya Geverê agahî par ve kir. -
7 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara DBP'yî birîn
7 sal ceza li Hevşaredar Petek Elyûsa Çapanoglu a DBP’ê birîn. -
Hilbijartina li Başûrê Kurdistanê hate taloqkirin
Hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê, ku wê 1'ê Mijdarê bihata kirin, bi 8 mehan hate taloqkirin. -
Li Mexmûrê şer di navbera Heşdî Şabî û Pêşmergeyan de derket-NÛ BÛ
Li bajarokê Mexmûrê, di navbera artêşa Iraqê/hêzên Heşdî Şabî û Pêşmergeyan de şer derket. -
Li Cîloyê çalakiya gerîla, li Bajêrganê operasyon
Hêzên gerîla li herêma Cîloyê li leşkerên Tirk xistin. Artêşa Tirk li Bajêrganê dest bi operasyonê kir. -
Girtiyê nexweş ji ber tehliyekirina dereng jiyana xwe ji dest da!
Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Bayar, ji ber ku bi derengî hate tehliyekirin jiyana xwe ji dest da. -
'Di nava 9 mehan de 2397 caran mafên mirovan hatin binpêkirin'
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, ku bi navê Rewşa Awarte hemû mafên jiyanê li herêmê tên qedexekirin û got, di nava 9 mehên sala 2017'an de 2397 caran mafên mirovan hatine binpêkirin. -
Li 12 gundan derketina derve hate qedexekirin
Artêşa Tirk, bi hinceta operasyona leşkerî li 12 gundên navçeya Mehsertê derketina derve qedexe kir. -
Ji bo Başûrê Kurdistanê pêşniyara 'hikumeta demî' hate kirin
Tevgera Goran, Komela Îslamî û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê ya ji aliyê Berhem Salih ve hate avakirin, ji bo Başûrê Kurdistanê pêşniyara 'hikumeta demî' kirin. -
Li Girtîgeha Agiriyê greva birçîbûnê dest pê kir
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Agiriyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li dijî deriyên Sêmalka û Xabûrê amadekariya operasyonê tê kirin
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, ji bo bidestxistina deriyên sînor ên Sêmalka û Xabûrê xwe amade dikin. -
YNK'ê 'Nexşerêyeke Nû' eşkere kir
Di civîna Meclîsa Partiyê ya YNK'ê de ku duh li Silêmanî pêk hat, biryar hate dayin ku herî dereng heta Sibata 2018'an kongreya partiyê bê lidarxistin. YNK'ê li ser rewşa Başûrê Kurdistanê pêşniyarek ji çar xalan pêşkêşk kir. -
'Em ê bi giyanê ku Rêbertî ava kir şer bikin'
Gerîlayên HPG’ê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn, gotin ew ê bi giyanê ku Ocalan ava kirî şer bikin û şerê wan heta ku tecrîda li ser Ocalan domdar be wê geş û gur bibe. -
Li Zagrosan çi diqewime?
Di operasyona artêşa Tirk a bi pêşengiya cerdevanan de, ku li herêma Barzanê dimeşîne, gelek kuştiyên artêşê çêdibin. Dewleta Tirk qala qedandina gerîla dike, lê rewşa li ser rûyê erdê nîşan dide, ku leşker nikarin xwe biparêzin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sanri hate veşartin
Cenazeyê Salih Sanri yê yek ji 6 gerîlayên di encama komployekê de li navçeya Koycegiz a Mûglayê jiyana xwe ji dest dabûn, li Şirnexê hate veşartin. -
Li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Farqîn a Amedê di encama serdegirtina malan de 2 kes hatin binaçavkirin. Operasyonên saetên sibê ve destpê kirî dewam dikin. -
Gerîla TV dîmenên çalakiya li Qereqola Zawîtê weşand
Gerîla TV, dîmenên çalakiya 15’ê Cotmehê saet 11:20’an a li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya li Qereqola Zawîtê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê hatî lidarxistî parve kir. -
Li Gever, Çelê û Qilabanê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG’ê, li Gever, Çelê û Qilabanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin. -
Ji bo Ocalan bernameya çalakiyên DBP’ê
DBP’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giştînameyek da weşandin û banga greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, panel, civînên gel û mîtîngê kir. -
'Dagirkirina Başûrê Kurdistanê komployeke dîrokî ye'
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Leyla Agirî anî ziman, ku dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji ber konsepta navneteweyî ya hêzên hegemon û kapîtalîst e. -
Qeyûm çav berda bêrîka esnafan
Cemîl Ozturk ku AKP'ê ew kiriye qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê, hemû malên nikarin bên rakirin ên şaredariyê, yek bi yek firot û niha jî çav berdaye berîka esnafên navçeyê.