KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Tecrîda li Îmraliyê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye'
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yûrdûsev Ozsokmenler ragihand, ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike û hişyarî da ku ev rewş gelekî giran e. -
Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dengê çekan
Tê diyarkirin ku li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dengê çekan tê. -
Rayeya seroktiya Başûrê Kurdistanê dewrî parlamantoyê hate kirin
Bi piraniya dengan hate qebûlkirin ku rayeyên Parlamentoya Kurdistanê dewrî Seroktiya Parlamentoyê, Konseya Bilind a Hikûmet û Dadmendiyê were kirin. -
Polîsên Tirk kêlên gorên gerîla û endamên YPS’ê şikandin
Polîsên Tirk li Goristana Yenîkoyê kêlên gorên gerîlayên HPG’ê û endamên YPS’ê şikandin. -
Rûniştina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest pê kir
Piştî ji ber rûdana aloziyan runiştina parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo saetekê hate taloqkirin, runiştina parlamentoyê dîsa dest pê kir. -
YPS’ê li Amedê li dijî endamê MÎT’ê çalakî kir
Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir 20’ê Cotmehê li Farqînê ya Amedê endamê MÎT’ê mamosteyê bi navê Îzzet Guven ku li ser navê MÎT’ê xebat dikir bûye hedef. -
Li Amed, Şirnex û Colemêrgê 22 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Amed, Şirnex û Colemêrgê di çalakiyên dijî artêşa Tirk de 22 leşker hatine kuştin 4 leşker jî birîndar bûne. -
HPG: Li Mersînê 10 polîs hatin kuştin, 19 polîs birîndar bûn
HPG'ê çalakiya 17'ê Cotmehê ya li Mersînê, ku li dijî wesayita polîsan hate kirin, li xwe girt. -
Rêveberê HDP'ê Akaslan li Rihayê hate binçavkirin
Li Rihayê, rêveberê HDP'ê yê navçeya Karakopru ya Rihayê Emîn Akaslan hate binçavkirin. -
Li Amed û Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Şirnexê, di operasyonên qirkirina siyasî de 4 kes hatin binçavkirin. -
Tevgera Nifşê Nû: Barzanî bi ser neket, bila xwe bide alî!
Li Başûrê Kurdistanê Şasûwar Abdulvahît Kadîr ê ji Tevgera Nifşê Nû diyar kir ku pêdivî bi hilbijartinê heye û divê desthilatdarî were guherandin. -
Destê Barzanî ji posta serokatiyê nabe
Tê payin, di rûniştina îro ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê de sîstema Serokatiya Herêmê bê terikandin. Mesûd Barzanî jî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne di nava lêgerîn û hewldanan de ye. -
Saziyên dewletê yên li Wanê welatiyan dişêlînin
Li Wanê, bi taybetî li taxên ku şêniyên wê bi giranî welatparêz in av û elektrîk tê birîn û xizmet nayê dayin. Di ser re her meh fatûrayên giran li welatiyan tên birîn. -
Şerîk: Plana têkbirinê dewam dike
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, ku 'Plana Têkbirinê' hê di rojevê de ye got, li dijî vê yekê gerîla li her cihî têdikoşe. -
Aqûbeta Huseyîn Toraman hate pirsîn
Li Amedê xizmên windayan û ÎHD’ê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku 26 sal beriya niha li Gebze ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. -
YPS’ê li Amedê çawişekî pispor kuşt
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyeke YPS’ê li Şehîtlîkê ya Amedê li dijî çawişekî pispor çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de çawiş hatiye kuştin. -
Li Şemzînanê derbên giran li yekîneyên veşartî hate xistin
Gerîlayên HPG’ê li Çiyayê Govendê ya Şemzînanlê li dijî yekîneyên veşartî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. -
Demîrtaş: Em ber bi bexçeyê gulan ve dimeşin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Li ser rêya me kelem hene, lê em zanin ku di dawiyê de bexçeyê gulan heye. Bi vê bîr û baweriyê em dimeşin." -
Gerîla li 'Yekîneyên Veşartî' xist: Bi dehan leşker mirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, 'Yekîneyên Veşartî' yên artêşa Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê şopandin û ji du baskan ve lê dan. Tê gotin, bi dehan leşkerên Tirk mirine û birîndar bûne. -
Li Licê operasyona leşkerî û şer!
Hat îddîakirina ku di operasyona artêşa Tirk de ya ku li Licê daye destpêkirin şer derketiye. -
Qeyûm 15 hezar dar hişk kir
15 hezar darên ku Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî li quntra çiyayê Erekê çand, ji ber qeyûmê dest daniye ser şaredariyê, hişk bûn. -
Mala wî şewitandin û gule li malbata wî reşandin
Malbata Candmîr, ku mala wan a li gundê Mollatopûz ê navçeya Qelqelî ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin, diyar kir ku leşkeran di dema şewitandina xanî de gule li wan reşandine. -
Pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kirin
Hat ragihandin ku li gorî lihevkirina di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyan de hate kirin di mijara “Rawestana şer, radestkirina deriyên sînor ji bo hêzên Iraqê û Pêşmerge derbasî sînorên 2003’an bibin” lihevkirin pêk hatiye. -
Li Amedê bomberdûman û operasyon
Artêşa Tirk a bajahiya navçeyên Hezro û Faqîn bomberdûman kirin, li herêmê dest bi operasyonê kirin. -
Li Mêrdînê çalakiya li dijî polîsan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Mêrdînê polîsek hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li Hezoyê kontrayek hatiye kuştin."