KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karasû: Pêwîstî bi ruhê berxwedana 6-7-8'ê Cotmehê heye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, mirovên di serhildana 6-7-8'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û destnîşan kir, ku wê hesabê komkujiyên hatine kirin ji Erdogan bê pirsîn. -
Di navbera Hewlêr û Bexda de li ser 4 xalan lihevkirin
Di encama civîna li Silêmaniyê ya navbera Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Alîkarên Serokkmarê Iraqê Alawî û Nûceyfî de pêk hat, di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê de li ser 4 xalan li hev kirine. -
KODAR: Bi vîna azad wê komplo têk biçin
KODAR’ê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya dijî Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Bi vîna azad û helwesta netewî wê komployên dagirkerên Kurdistanê vala bên derxistin.” -
Çalakiya sekvaniyê ya li dijî çawîşê pispor a li Farqînê YPS’ê girt ser xwe
Çalakiya sekvaniyê ya li dijî çawîşê pispor a 3’yê Cotmehê li navçeya Farqîn a Amedê hate kirin, YPS’ê girt ser xwe. -
‘Mehmet Acar piştî ku hate binçavkirin û şûnde hate windakirin’
Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û malbat, aqûbeta Mehmet Acar ê di sala 1994’an de li gundê Dirsekî yê navçeya Cizîr a Şirnexê hate windakirin pirs kirin. -
Gerîlayên HPG’ê li Şemzînan û Çelê çalakî lidar xistin
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeyên Çelê û Şemzînanê lidar xistin de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Heyeta Bakurê Kurdistanê çû serdana malbata Mam Celal
Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ku beşdarî merasîma cenaze ya li Silêmaniyê bûbû, îro jî çû serdana malbat û gora Mam Celal. -
Ji bo Mam Celal li Wanê konê sersaxiyê hate danîn
Li Wanê ji bo Mam Celal konê sersaxiyê hate danîn û sersaxî têne qebûlkirin. -
Li Amedê ji bo Mam Celal serdanên sersaxiyê tê qebûlkirin
Li Amedê ji bo Celal Talebanî li Mala Sersaxiyê ya Temirhanê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. -
Hevserokên DBP’ê ji bo Talebanî nameyeke sersaxiyê şandin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan ji bo Celal Talebanî nameya sersaxiyê şandin. -
HPG’ê Bager Amed bi bîr anî
Hêzên Parastina Gel nasnameya gerîlayê bi navê Mûhammed Saît Yildiz (Bager Amed) eşkere kir, ê ku di Îlona 2017’an de li Wanê jiyana xwe ji dest dabû. -
Apoyî: Wê ciwanên Apoyî azadiya ebedî mîsoger bikin
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Apoyî: Ciwanên Apoyî di nêrîn û fermana Rêber Apo de amade ne ku li dijî komplogeran têbikoşin û şer bikin, heya ku serkeftina ebedî mîsoger dibe. -
Bayik: Kobanê pir mezin bi ser ket
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik got berxwedana Kobanê ya ku bandor li ser serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê kirî giyanê Mazlûman xurt kiriye û ev giyan mezin bi ser ketiye. -
MXDŞ: Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa neteweyî bê tacîdarkirin
MXDŞ’ê bi boneya wefata Mam Celal peyamek weşand, sersaxî ji malbata Talebanî û gelê Kurd re xwest û got: “Di roja îro de wefata Mam Celal ji bo têkoşîn û xebata Kurd windahiyek mezin e. Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa netewî bê tacîdar kirin." -
Gelê Kurdistanê cenazeyê Mam Celal veşartin
Cenazeyê Celal Talebanî yê ku 70 sal temenê xwe da doza Kurd û di nava Kurdan de weke Mam Celal tê naskiri, bi beşdariya sed hezaran kes bi merasîmeke heyebet ve hate veşartin. -
Parêzerên Amedî ji bo Tahîr Elçî li hev civiyan
Parêzrên li Amedê ji bo Tahîr Elçî yê ji aliyê dewletê ve hatibû qetilkirin carek din li hev kom bûn. -
HPG: Li Bazîd 15, li Cizîr 5, li Çelê jî 4 polîs-leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Cizîr, Bazîd û Çelê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistîn daxuyaniyek da. -
Gerîla li girê Koordîne xist
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li girê Koordîne yê li Çelê xistin. Di çalakiyê de gelek çeper hatin rûxandin. -
Leşkerên Tirk li Omeryanê amadekariya operasyonê dikin
Leşkerên Tirk dor li çiyayê Omeryanê girtine, ku di navbera navçeyên Mehsert û Nisêbîn ên Mêrdînê de ye. Li herêmê amadekarî ji operasyona leşkerî re tê kirin. -
Tîmên taybet bi panzeran avêtin ser gundê Şapatanê
Tîmên taybet ên dewleta Tirk, bi panzeran avêtin ser gundê Şapatan ê Şemzînanê. -
Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî
"Têkiliyên Mam Celal bi Serok Apo û her çar parçeyên Kurdistanê re, sekna wî ya neteweyî wê her tim ji bo me hêza têkoşînê be. Ew ê bi vî rengî kesekî nemir be û di têkoşîna Kurdistana azad û serbixwe de bîranîna Mam Celal bijî." -
'Wê pergala Îmraliyê parçe bibe, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn'
Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Aryen bang li hemû jinan kir, ku bi dirûşma "Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" têkoşînê xurt bikin û bi her cure çalakiyan tevlî kampanya navbera 9'ê Cotmehê û 25'ê Mijdarê bibin. -
'Çapemeniya jinê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd bi pêş ket'
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Selamî Aslan anî ziman, ku piştî kevneşopiya çapemeniya azad nas kir, wî gotina nûçegihaniya jinê bihîstiye û got, nûçegihaniya jinê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd bi pêş ketiye. -
Tirsa ji PKK'ê, germav da xerakirin
Germava Hasanabdal a li Erdîşê, ku bi hezaran mirov her demsalê ji bo şîfayê tên, ji ber tirsa dewletê ya ji PKK'ê, ji aliyê qeyûmê Erdîşê ve hate xerakirin. -
Balafirên şer ên Tirk Qendîl bomberdûman dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman dike.