KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî bombekirina artêşa Tirk helwestê nîşan didin
Gelê Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û her wiha ji ber bêdengiya hikûmeta Başûr helwest nîşan dan. -
YPS’ê li dijî polîsan çalakiyek li dar xist
ekîneyên YPS’ê di 17’ê Îlonê saet di 19.00’an de li dijî polîsên li ber dibistana Ferîtkoşkê ya Fiskayayê ya Amedê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî li dar xistin. -
Li Şemzînanê li dijî leşkerên ku derketine operasyonê çalakî
Gerîlayên HPG’ê 28’ê Îlonê li dijî leşkerên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê çalakiyek kir. -
Alîkarê Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê îstîfa kir
Alîkarê Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê yê ji Partiya Komala Îslamî Fexredîn Qadir rexneyên giran li serokatiya herêmê, referandûm û neçalakbûna parlementoyê kir û ji peywira xwe îstîfa kir. -
Barzan jî ji hêla gerîlayan ve tê parastin
Bersiva pêşî ya AKP’ê ya li referandûma Başûrê Kurdistanê ew bû ku êrîş bibe ser mintiqeya Botî ya Barzanê. Li dijî vê yê ku xwe kirî bend û şer kirî dîsa gerîlayên Kurdistanê bûn. -
Dîmenên hovitiya Tirk
Artêşa Tirk sibeha 24’ê Tîrmehê Koçer Devrîm (Cûma Îmen) ê ku li qada Melîxa ya Êlkê dîl hate girtin piştî êşkenceyê hate kuştin, ev bi dîmenan hate çespandin. -
2. festîvala Şehîd Genco bi dawî bû
2’emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco ku li bajarokê Dûkan ê girêdayî Silêmaniyê hate lidarxistin, bi dawî bû. -
Mamostayên Başûrê Kurdistanê dîsa dadikevin kolanan
Mamostayên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ber kirîza aborî mûçeyên wan anyên dayîn, wê meş û mîtînên cuda cuda lidar bixin. -
HDP: Darezandinê nakin, şano dilîzin!
Parlemeterên HDP’yî yên ku piştî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş daxuyanî dan, bal kişandin ser darezandina bê hiqûqî û gotin: “Ya tê kirin lîstikeke ya şanoyê” ye. -
Li Amedê serdarek hate kuştin
Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Karaz a Amedê hate lidarxistin de serdarek û çawîşek pispor hatiye kuştin. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Qendîlê digerin
Balafirên şer ên dewleta Tirk, li ser herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Parlamentera YNK'ê Diler: Rizgariya Kurdan bi yekîtiyê dibe
Parlamentera YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Rêzan Şeyh Diler got, ti ji welatên mêtinger ên li Kurdistanê dostê Kurdan nînin û destnîşan kir, ku bi taybetî Tirkiye li dijî her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê derdikeve. -
Festîvala Şehîd Genco Hesekê dest pê kir
Festîvala Şehîd Genco Hesekê îsal, cara duyemîn e ku ji hêla Ciwanên Başûrê Kurdistanê ve li Dûkanê tê lidarxistin. -
Hevşaredara Artûklûyê hate girtin
Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan hate girtin. -
Li Kurdan qedexe ye, lê li Îraniyan serbest e
Dewleta Tirk, ku bazirganiya li ser sînorê Kurdistanê li Kurdan qedexe dike û Kurdan li ser sînor dikkuje, Îraniyên vî karî dikin serbest berda. Îraniyên tên Wanê, dikarin malên xwe yên qaçax bi serbestî bifiroşin. -
AKP, heta ku jê tê xwezaya Kurdistanê talan dike
Endamê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Hebûn Mahîr got, bi karê derxistina gaza şeylê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve, kîmyasal, ava gemarî, erdhej, qirêjî û bê Kurd hiştin ji Kurdistanê re tê hiştin. -
Balafirên şer ên Tirk Avaşîn û Zapê bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker xeta sînorê Avaşîn û Zapê yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike. -
Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 300’an de domandin
Malbatên Roboskiyê di hefteya 300’an a qetîamê de lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. -
HPG’ê têkildarî hewldana êrîşa dagirkirina sînorê Başûr daxuyaniyek da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî hewldana dagirkirinê ya artêşa Tirk a li ser Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî da. -
Polîsên Tirk êrîşî gorên endamên HPG û YPG'ê kirin
Li taxa Karşiyaka ya Wanê, polîsên Tirk êrîş birin ser gorên endamên HPG û YPG'ê û gorên wan xera kirin. -
Şerê li ser sînor dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a li mintiqeya Botî ya li herêma Barzanê ya li Başûrê Kurdistanê, ku pêr êvarê dest pê kir, dewam dike. Di şer de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. 3 gerîla şehîd bûn. -
KCD: Em hilbijartina komunan û referandûmê pîroz dikin
KCD'ê hilbijartina komunan û referandûm pîroz kir û got, "Roj berî rojekê divê em Kongreya Neteweyî ya Kurd li dar bixin û îradeya gelê xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin." -
Li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê, piştî çalakiyên ji bo şermezarkirina tetbîqata ku gefê li referandûma Başûrê Kurdistanê dixwe hatin kirin, hêzên rejîma Îranê li gelek bajaran zêdeyî 100 kes kirin binê çavan. -
Temel: Kurd pişta hev bigirin wê xurtir bin
Serokê Komeleya Bawerî û Çandê ya Ehmedê Xanî Mehmet Saît Temel diyar kir, ku li gel zexta dewletê jî ew ê xebatên xwe yên ziman, çand û hunerê bidomînin. Temel got, Kurd êdî derfetên wan hene ku bikaribin dengê xwe bigihînin dinyayê. -
Yekîneyên kontra li Rojhilatê Kurdistanê li ser kar in
Li gorî agahiyan, li bajarê Merîwan ê eyaleta Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, yekîneyên kontra bi kincên gerîlayên YRK'ê digerin û hewl didin gerîla li ber çavên gel reş bikin.