KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Vê carê wê bi ya wan nebe'
Li Omeryanê, tevî tevî ku qedexe hatiye rakirin jî, leşker xwe ji bo operasyonê amade dikin. Dayika Pero diyar kir ku wê Omeryanê neterikînin û got, "Berî 20 salan min koç kir, lê vê carê bi ti cihî ve naçim. Vê carê wê bi ya wan nebe." -
Ji Laheyê heta Kurdistanê, SÎHA ne qanûnî ye
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk, piştî ku sivîl hatin kuştin, bi daxuyaniyên xwe hewl da SÎHA'yan weke 'rizgarker' nîşan bide. Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk destnîşan kir, ku çekên mîna SÎHA, di her serdemê de li derveyî qanûnan hatine dîtin. -
'Gerîlayek bi tenê jî bimîne, em ê şer bikin û bi ser bikevin'
Gerîlayên ku 9'ê Îlona 2017'an tevlî çalakiya li herêma Gostê bûn gotin, "Hêzekê ku li hember gerîla şer bike nîne. Ji xwe Erdogan, hikumeta AKP û artêşa Tirk li hember raman û fikrên Rêber APO têk çûne." -
Tirkiye wê dîroka 12 hezar salan ji holê rake
Nerazîbûna gel a li hemberî hewldanên kujer û talanker ên AKP'ê yên li Heskîfê zêde dibe. Şêniyên herêmê bi bîr dixînin, ku AKP dixwaze bi tinekirina nirxê 12 hezar salî re mirovên bi xwezayê re dijiyan, li nava betonan bike girtî. -
'Qeyûm bi polîtîkaya talanê Wanê bi rê ve dibe'
Qeyûmê rejîma AKP'ê, ku piştî dîlgirtina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DBP'yî dest danî ser şaredariyê, bi bingeha bajarvaniyê dilîze û bajêr neçê dike. -
NÛ BÛ- YNK’ê hêzên leşkerî sewqî Kerkûkê kirin
YNK’ê, ji beriya referandûmê bi armanca parastina Kerkûkê ji Silêmaniyê ji bo Kerkûkê hêzên antî teror sewq kirin. -
Li Kerkûkê di navbera PDK û YNK’ê nakokiya sindoqan!
Li Kerkûkê hat diyarkirin ku Asayişa PDK’ê ya ku kete avahiya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind “Sindoqên hilbijartinê û psûleyên dengdanê girtin û xwestin li herêman belav bikin.” Ev hewldan ji aliyê Asayişa YNK’ê ve hate astengkirin. -
Komîsyona Referandûmê: Referandûm wê di demê xwe de pêk were
Komîsyona Bilind a Referandûmê têkildarî îdîayên ku referandûma li Başûrê Kurdistanê hate ‘Paşxistin’ daxuyaniyek da û diyar kir ku wê referandûm li gorî dîroka hatî diyarkirin pêk were. -
‘Li Heskîfê dîrok û bîr tê hilweşandin’
Parêzvanên jiyanê li Heskîfê hatin gel hev û gotin ku “Heskîf hêviya me ye, hûn nikarin hêviya me bi dînamîtan hilweşînin.” Di çalakiyê de hat diyar kirin ku wê ji 10 hezar kesan zêdetir ji neçarî koç bikin. -
Li dijî qetlîama artêşa Tirk çalakiyên tolhildanê yên gerîlayan
Gerîlayên HPG’ê ji bo tolhildana qetlîama artêşa Tirk a ku li Başûrê Kurdistanê kiribû, hin çalakî li dar xistin. -
Li Kerkûkê lidarxistina referandûmê tê nîqaşkirin
YNK li Kerkûkê lidarxistina referandûmê nîqaş dike. -
Heyeta referandûmê li Bexdayê dest bi civînan kir
Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ji bo ku referandûmê gotûbêj bikin çû Bexda û dest bi civînan kirin. -
MLKP: Li Dersimê kontrayek hate cezakirin
Fermandariya MLKP-Kurdistanê diyar kir ku hêzên wan li Dersimê kontrayek ceza kirine -
Gerîlayan li kozikên leşkeran ên li Girê Koordîneyê dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 22’ê Îlonê de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Koordîneyê ya Çelê ya Colemergê çalakî li dar xistine. -
Rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kir
Rejîma Îranê, li herêma Qelaba ya Kirmanşanê, kolberê bi navê Farzad Qadirî ji lingê wî birîndar kir. -
AKP'ê rê li hilweşandina Keleha Heskîfê vekir
Keleha Heskîfê, ku ji ber rîska jêketina teht û keviran hatibû girtin, ji bo bê hilweşandin ji nû ve hate vekirin. -
Rêveberiya Şengalê hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir
Desteya Rêveber a Şengalê, pêkhatina hilbijartinên komunan ên li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir. -
15 herêmên Xarpêtê li sivîlan hate qedexekirin
15 herêmên navçeyên Xulaman, Miyaran, Dep û Palo yên Xarpêtê, ji bo 15 rojan weke "herêmên taybet ên ewlekariyê" hatin îlankirin. -
Polîsên Tirk ên li Wanê: Strana Demîrtaş divê neyê lêdan!
Hat ragihandin ku polîsên Wanê di mîtînga Wijdan û Edaletê ya HDP’ê de ji ber strana “Selo lawo Selo Can” a ji bo Selahattîn Demîrtaş tehdîta ‘betalkirina mîtîngê’ kirine. -
Artêşa Iraqê li Hewîceyê 40 gund kontrol kir
Artêşa Iraqê ragihandin, ku 40 gund ji destê DAIŞ'ê derxistiye. Heşdî Şabî jî ji başûrê Hewîceyê kete nava liv û tevgerê. -
YBŞ: Em ê herêmên ku me ji DAIŞ'ê rizgar kirine biparêzin
Fermandariya YBŞ'ê li ser şerê dem kurt ê duh li Şengalê di navbera hêzên YBŞ û Heşdî Şebî qewimî daxuyaniyek weşand û got, "Bêyî gavekê bi şûn ve biavêjin, em ê herêmên ji DAIŞ'ê rizgar kirine, biparêzin." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Koordîne weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîla ya 13'ê Îlonê ku li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat, weşand. -
Çiya û gelê Omeryan li ber şewatê serî natewîne
Li çiyayê Omeryanê, bi qedexeya derketina derve re di nava du mehan de bi sedan hektar rez û bexçeyên gundiyan hate şewitandin. Gelê herêmê, li dijî polîtîkayên koçberkirinê û şewatê li ber xwe dide. -
Şêniyên wargeha Mexmûrê komkujiya li Şeladizê şermezar kirin
Komkujiya ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer li herêma Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê kir û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate şermezarkirin. -
Li plaja jinan tacîza polîs û cerdevanan
Li navçeya Erdîş a Wanê, poolîs û cerdevan bi çekan dikevin nava plaja ku ji bo jinan hatiye veqetandin û jinan tacîz dikin. Jinan nerazîbûn nîşanî vê tacîza ji aliyê polîs û cerdevanan ve tên kirin dan.