KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Ji bo yekbûna Kurdan yekîtiya netewî şert e’
Nûner û Endamên partiyên Kurd ên beşdarî şêwira KNK-Rojava bibûn ku diyar kirin ku ev rojekî bi wate û pîroz e, wiha gotin: “Em bi hêvîne ku ev şêwir bibe wesîleya yekîtiyeke Kurd û Kurdistanê.” -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kanat bi merasîmeke haybet ve hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Kanat ku 32 sal in di nava refên şoreşê de têkoşîn meşand û 16 salan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de berxwedan kirî, bi merasîmeke heybet li Qendîlê hate veşartin. -
HPG: Li Agiriyê 69 leşkerên dijmin hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li qada Demîrkapiyê daxuyanî da û diyar kir ku li vê derê 69 leşkerên dijmin hatine kuştin. -
Karayilan: Nêzikatiya li Rêber Apo, nêzikatiya li gelê Kurd e
Karayilan: Pergala Îmraliyê, pergaleke êşkence, qirkirin û tunekirinê ye. Bêguman ev tişt di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelê Kurd tê pêkanîn. Vê dijminatî, êşkence û qirkirina li ser Rêberê Gelê Kurd li dijî hemû gelê Kurd e. -
Li Silêmaniyê Xelata Ahmet Kaya dan Demîrtaş
Di festîvala li Silêmaniyê de ‘Xelata Ahmet Kaya’ dan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş. -
Îranê Deriyê Başmax jî girt
Hate ragihand ku rejîma Îranê Deriyê Sînor ê Başmax jî girt. -
Ji bo diyalogê Bexdayê sê şert diyar kir
Serokwezîrtiya Iraqê ji bo destpêkirina diyaloga bi Başûrê Kurdistanê re sê şert diyar kir. Di nav şertan de betalkirina referandûmê heye. -
'Xweperwerdekirina jinên Êzidî tê wateya şikandina tecrîdê'
Dewreya Ş. Têkoşîn a şervanên YJŞ'ê ya li Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal, ku perwerdeya leşkerî û bîrdozî lê hate dayin, bi merasîmeke leşkerî û pîrozbahiyekê qediya. -
Li taxa Alîpaşayê hilweşandin qediya, kolandinê dest pê kir
Li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê, hilweşandina xaniyan qediya û kolandinê dest pê kir. Bi kolandinê re hîmê avahiyên nû jî tên danîn. -
Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê veguheriye qada êşkenceyê!
Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir ku di demên dawî de ji girtîgehên Tirkiyeyê agahiyên xeternak tên û anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê hemû mafên girtiyan tên binpêkirin û ew ji jiyana girtiyan bi fikarin. -
Li Agiriyê derba giran li artêşa Tirk hate xistin
HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li Agiriyê baskekî operasyonê yê artêşa Tirk kire kontrolê, piraniya baskê operasyonê hatiye tinekirin,cenazeyên leşkeran di kontrola gerîla de ne û yekîneyên Tirk nema dikarin vekişin jî. -
Walîtiya Wanê taksîvan Ceylan ê hate kuştin 'terorîst' îlan kir
Walîtiya Tirk a li Wanê, têkildarî ajokarê taksiyê Zafer Ceylan ê li Erdîşê hate kuştin, daxuyaniyek da û got, "Ew ne taksîvanekî bê guneh e, ew terorîstek e." -
'Yekîtiya neteweyî çeka herî mezin a li dijî gefan e'
Rewşenbîr û pêşmergeyê dêrîn Hewrê Penam bal kişand ser gefên welatên cîran ên piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê hatin xwarin û got, "Çeka herî mezin a Kurdan yekîtiya neteweyî ye." -
KCK: Divê her kes di têkoşîna Huseynî ya hevdem de cih bigire
"Em diyar dikin ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, ku tevgereke hevdem a Huseynî ye, em bîranînên wan didin jiyîn. Em bang li her kesî dikin ku di têkoşîna hevdem a Huseynî de, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de cihê xwe bigirin." -
Gelê binarê Qendîlê: Serxwebûn bi yekîtiyê pêk tê
Gelê Qendîlê banga yekîtiyê li hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir. -
Li gundê Exsê şopên Kurd û Ermeniyan
Cîranê me yê qedîm Ermenî bi trajediyên mezin ji van herêman koçber bûn, lê hêj şopên Kurd û Ermeniyan li Exsê tên dîtin. Lê tişta girîng parastina nirxên van gelan e. -
‘Gerîla bi çalakiyên xwe propagandayên dijmin pûç kir'
Fermandarê herêma Botanê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Heqî Mêrdîn li ser peşketin û pêngava ku li ser navê hevrêyên xwe Nûdem û Serdem dest pê kirine, ji ANF'ê re axivî. -
Engîn: Yên ku bi koran razên wê şaş rabin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, tevlî bernameya "Rojeva Welat" a radyoya Dengê Kurdistanê bû û referandûma li Başûrê Kurdistanê, gefên lê tê xwarin û xeteriyên li pêşiya başûr, nirxand. -
Ji ber ku deng nedan AKP'ê, depoya wan a avê hate bombekirin!
Li gundê Pîrejman ê Pîranê, ji ber ku ti carî deng ji AKP'ê re derneket, bi îdîaya 'alîkarî daye rêxistinê' depoya wan a avêt hate bombekirin. Ji ber vê yekê, gundî diçin kaniyê, ava dixe sîtilan, li ser pişka ker dikin û tînin malên xwe. -
Doktorê gerîla yê 50 salî
Yek ji wan kesan e ku li Xakurkê herî zêde navê wî dibihîzim. Her kes gotineke ji wî bihîstiye dibêje. Em jî dixwazin wî nas bikin û pê re biaxivin. -
Li Geverê teqemeniya ku zarokan dîtibû teqiya: Zarokek mir
Li Geverê ya Colemêrgê ji ber teqemeniya ku wan dîtibû, ji du birayan yekî jiyana xwe ji dest da. -
KCK: Divê em dev ji fikirandina parçeyî berdin
Nûnertiya KCK’ê ya Başûrê Kurdistanê li gel Komîteya Karên Derve li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya. Varto yê di civînê de axivî diyar kir ku ji derveyî yekîtiyeke netewî ti rêyek din nîne û got: “Divê em dev ji fikirandina parçeyî beridin.” -
Li Şemzînanê li dijî hêzê operasyonê li 6 nuqteyan çalakî
HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li deverên Soranser, gundên Şapatan, Serero û Betkarok ê girêdayî navçeya Şemzînan ên Colemêrgê li 6 nuqteyan li dijî hêzên operasyonê çalakî lidar xistine. -
Li Îdirê êrîşî gorên PKK’yiyan kirin
Piştî ku li Wanê gorên gerîlayên HPG’ê hatin texrîbkirin û şûnde vê carê jî li Îdirê kêlên gorên gerîlayên ARGK’ê hatin texrîbkirin. -
‘Wê Tirkiye ji ber sûcên li Sûrê kirî bê dadgehkirin!’
Platfroma Piştgiriya bi Sûrê re, destnîşan kirku wê Tirkiye ji ber hilweşînê di mehên pêşiya me de di asta raya giştî ya naneteweyî û saziyan de bê dadgekirin.