KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCD: Çûyina Mam Celal di têkoşîna azadiyê de valahiyek mezin e
KCD'ê ji ber wefata siyasetmedarê Kurd lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyama sersaxiyê da. KCD'ê got ew ê li mîrateya Talabanî xwedî derkevin. -
Dozgeriya Tirk: Bi saxî şewitandina Kurdan 'li gorî hiqûqê ye'
Ji bo 34 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de di jêrzemînan de hatin kuştin yek bi yek gilih li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê hatibû kirin. Bi gotina, ‘di bûyerê de sedemên li gorî hiqûqê hene’ û tiştek ji gilih derneket. -
PJAK: Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rola dîrokî rabûye
PJAK'ê, Mam Celal weke têkoşer û pêşmergeyê çiya û rojên teng bi nav kir û destnîşan kir, ku Mam Celal hem li çiyê hem jî li bajêr bi rista xwe ya dîrokî rabûye. -
'Xwedîderdetina li Rêbertî xwedîderketina li azadiya me ye'
Cûdî: Em çiqasî li hemberî dijmin dijwar, tûj û radîkal bin em ewqas jî ji bo pêkhateyên paşeroja xwe jî radîkal dibin. Xwedîderdetina li Rêbertî xwedîderketina li azadiya me ye. Em vê tecrîdê têk bibin. -
Belge û çekên di çalakiya Deriyê Berojê de ketin destê gerîla
Li Şirnexê, di çalakiya 16'ê Tebaxê ya hêzên gerîla de 6 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. HPG'ê beşek ji çek, cebilxane û belgeyên di vê çalakiyê de ji ser leşkeran rakirin, bi raya giştî re par ve kir. -
KNK: Koça dawî ya birêz Mam Celal di rewşa niha de xusarek mezin e
KNK’ê tikildarî wefata sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî, peyameke sersaxiyê şand û got: ” Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê têre derbas dibe, ji destdana kesayetiyek weke Mam Celal xusareke mezin e." -
Namzetê serokatiyê yê Goran hate redkirin
Ji Tevgera Goran serlêdana ji bo namzetiya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Muhammed Tofîq Rahîm ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ve hate redkirin. -
Li Farqînê polîsan avêtin ser gelek malan
Li navçeya Farqîn a Amedê piştî kuştina çawîşek pispor û şûnde di operasyona hate destpêkirin de, polîsan avêtin ser gelek malan û dest bi binçavkirinê kirine. -
DBP’ê ji bo Talebanî peyama sersaxiyê weşand
DBP: Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî. -
HDP: Em Mam Celal bi rêzdarî bibîr tînin
HDP’ê têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî yê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da wiha got: “ Mam Celal li welatên cuda yên cîhanê di serî de wê di dilê gelê Kurd û hemû gelên cuda yên ku têkoşîna azadiyê birêve dibe de bijî.” -
Jiyaneke 84 salan a bi têkoşînê dagirtî: Mam Celal
Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yê ku di nava Kurdan de weke ‘Mam Celal’ tê naskirin û ji temenê xwe yê ciwantiyê ve di nava siyasetê de bû, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
PKK: Mam Celal wê her demê di têkoşîna Kurdistanê de bê bibîr anî
Komîteya Rêveberiya PKK’ê: Mam Celal xwedî hişmendî û ramanekî ku ne tenê li Başûrê Kurdistanê polîtîka û têkoşînê bide meşandin bû. Ji ber vê yekê wê her demê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bê bibîr anîn. -
Li Farqînê ketin û derketina ji bajêr hate qedexekirin
Li Farqînê ya Amedê kuştina çawişê pispor Mehmet Kizil hincet hate nîşandan û ketin û derketina ji Farqînê bi fiîlî hate qedexekirin. -
Li Girtîgeha Agiriyê çi diqewime?
ÎHD’ê binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Agiriyê kir rapor. ÎHD’ê diyar kir ku girtiyan di nameyên şandin de wiha gotine ‘'Dibe ku ev axaftina me ya dawî be.’. -
Meclisê parlamenteriya Konca betal kir
Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya sala nû de parlamenteriya Parlamnentera HDP’ê Besîme Konca hat betalkirin. -
Mam Celal çû ser dilovaniya xwe
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî çû ser dilovaniya xwe. -
Li Bakur û Başûr derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li gelek herêman gerîla çalakî li dar xistine û li Barzanê 5, li Çelê 6, li Dersimê 6, li Agiriyê 10 û li Şirnexê jî 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Hozat: Netew-dewletan serxwebûn ji gelan re neanîne
Hozat: Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên girîng hene, divê mirov van wiha biçûk nebîne. Niha di rewşa berdest de jî, rewşa li Başûrê Kurdistanê, li gorî welatên li herêmê, li gel hemû arîşeyên xwe jî, zêdetir pêşketî ye, pêşverûtir e. -
NPG'ê gerîlayên li eyaleta Serhedê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber serketina li dijî artêşa Tirk bi dest xist, pîroz kir. -
Hozat: AKP qala qedandinê dike; ew bi xwe li ber tinebûnê ye
Hozat: AKP polîtîkayeke berfireh a şerê taybet dimeşîne. Hemû daxuyaniyên xwe, parçeyek ji şerê taybet e. Bi salane dibêje 'qediyan-li ber qedandinê ne'. Lê ew bi xwe li ber qedandinê ye. -
ÎRA'yê bîlançoya meha Îlonê eşkere kir
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad bal kişand ser vî tiştî ku zextên li ser rojnamevanan di meha Îlonê de jî domiyaye û got, “176 hempîşeyên me di girtîgehê de ne.” -
Fermandariya Biryargeha Navendî eyaleta Amedê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navendî, eyaleta Amedê ya ser bi Fermandariya Herêma Navîn pîroz kir, ji ber ku operasyona artêşa Tirk a bi beşdariya 10 hezar leşker û cerdevanan têk bir. -
Malbata Îmen: Em cenazeyê xwe dixwazin
Malbata gerîlayê HPG’ê Cûma Îmen ê ku li navçeya Elkê ya Şirnexê bi saxî hatibû girtin û piştre leşkeran ew înfaz kiribû, cenazeyê kurê xwe xwestin û diyar kirin ku ew ê dozê li vê înfazkirinê vekin. -
Parêzer Erhan Çîftçîler li Wanê hate binçavkirin
Polîsên Tirk, duh bi şev avêtin ser mala endamê Platforma Hiqûqnasên Azad parêzerê Erhan Çîftçîler a li Wanê. -
Kerkûkiyan henekê xwe bi Erdogan kirin!
Şêniyên Kerkûkê nerazîbûn nîşanî Tayyîp Erdogan dan, ku çend roj berê ji bo Kurdan gotibû "Di dîroka Kerkûkê de hûn tine bûn."