KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mehmed Ûzûn li Amedê hate bibîranîn
Nivîskar Mehmed Ûzûn li Amedê li ser gora wî ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve hate bibîranîn. -
26 girtî sirgûn kirin
26 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bûn, pêr sirgûnî Girtîgeha Patnosê hatin kirin. -
Malbata Zelal Kartal: Em serbilind in, li ser rêya şerefê bû
Malbata Zelal Kartal (Têkoşîn Amed) a ku li Licê li dijî navenda tîmên taybet çalakiyeke fedaî pêk anîbû, qala keça xwe kirin û diyar kirin ku ew bi keça xwe serbilind in. -
Li Şirnexê 3 leşkerên ku merasîma wan a cenaze hate kirin kî ne?
Eşkere bû, ku li Fermandariya Giştî ya Sînor a Jendermeyan a 23’an a Şirnexê ji bo 3 çawişên pispor ku diyar bû di şer de hatin kuştin merasîma cenaze hate çêkirin. -
Girtiyê nexweş: Kirinên dijî mirovahiyê li ser me ferz dikin
Girtiyê Nexweş Hasan Aşa, ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye got, kirinên 'dijî mirovî' li ser wan ferz dikin. -
Li Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin
Li 27 gundên navçeyên Motkî û Norşîn ên Bedlîsê, dewleta Tirk derketina derve 'qedexe' kir. -
Êzidî li kampa AFAD'ê mîna êsîran dijîn
Bi hezaran Êzidiyên piştî fermana 2014'an berê xwe dan Bakurê Kurdistanê, paşeroja wan ne diyar e. Piştî ku Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi rêya qeyûm hate desteserkirin, Êzidî bi zorê li kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hatin bicihkirin. -
Rojek li Kevana Zêrîn
Gerîlayên jin, bi salane li çiyê li ser çandê dixebitin. Navenda Çandê ya Jinan, ku weke rêxistinbûneke xweser, bi navê Kevana Zêrîn hatiye binavkirin, saleke xwe tije kir. -
'Ruhê Che Gûevara di nava PKK'ê de dijî'
Endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Bozan Tekîn û Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, di salvegera 50. de fermandarê şoreşger Ernesto Che Gûevara bi bîr anîn. -
Ji xweliya hestên Viyan xwe afirandibû
Tu carî jiyaneke ji rêzê û besît qebûl nedikir û li hember terzên jiyana wer, bi hemû hêza xwe nerazîbûn nîşan dida. Xwe di haveynê felsefe û bîrdoziya Rêberê xwe de strandibû, her diçû bi pêş diket û digihişt asteke kamilbûn û bilindbûnê. -
Leşkerên Tirk li sivîlan reşand: Yek hate kuştin, yek jî birîndar bû
Qereqola Dûrak a li ser rêya Colemêrg-Şemzînanê li wesayitê reşand, welatiyê bi navê Çetîn Beşar hate kuştin, Kerîmhan Verender jî bi giranî birîndar bû. -
KONGRA-GEL: Erdogan ji dengê aştiyê tirsiya; li Enqerê komkujî pêk anî
KONGRA-GEL got, ‘’Eniya şer a ku Erdogan temsîla wê dike, li şûna şer herî pir ji xurtbûna dengê aştîxwazan ditirse. Sedema komkujiya bi xwînxwarî ya li Ulus Enqerê ya 10’ê Cotmehê ev e.’’ -
HPG’ê li Barzanê derb li yekîneyên operasyonê yên Tirk xistin
HPG’ê diyar kir ku li Barzanê hêzên wan derbeke mezin li artêşa Tirk xistine. HPG’ê di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî dan. -
AKP-MHP çekan dide Tirkmenên li Kerkûkê
Derket holê, AKP-MHP'ê çek dane hin Tirkmenên li Kerkûkê. Tê gotin, Erdogan bi hezaran çek dane Tirkmenên li Kerkûkê dijîn û bi sedan ji van Tirkmenan, ji bo Kerkûkê tevlîhev bikin, perwerde kirine. -
Serdana xizmên xwe kir, lê rejîma Îranê 5 sal ceza lê birî
Rahîm Tûrgût, ji bo serdana xizmên xwe di meha Hezîranê de hat Ûrmiyê. Lê belê rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê lê birî. -
Botan: Bi azadiya Rêber Apo re wê hemû serketin bibin ên me
"Ev salên li pêşiya me, wê bibe salên ku em Serok Apo di nava xwe azad bibînin û bi hev re bingeha jiyana azad saz bikin. Li ser vî esasî paşeroja azad li benda me ne. Bi azadiya Rêber Apo, hemû serketin serketinên me ne." -
Li Barzan û Geverê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li herêma Barzanî li dijî hêza operasyonê, li Geverê jî li girê Bayê çalakî hatin lidarxistin. Herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Bêyî bê darizandin ceza li Dogar ê HDP'yî hate birîn
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûrrahman Dogar, bêyî ku derkeve pêşberî dadgehê, bi salekê cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Bagera Cizîrê: Sê gund hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de li aliyê Cezratê 3 gundên li bejahiya Dêra Zorê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Bi vî rengî baskên Cezrat û Ebû Xeşebê gihîştin hev. -
Yildirim: Gelê Başûr alîgirê yekîtiya neteweyî ye
Parlamenterê HDP'yî Nadîr Yildirim ku li Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal hevdîtin kir, an ıziman ku geê ji ber referandûmê dewletên herêmê gefê lê dixwe, alîgirê yekîtiya neteweyî ye. -
Kalkan: Kurdistan bû dilê azadî û mirovahiyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, AKP hê jî li ber dewletan digere û destnîşan kir, ku gerîla lingên dewletê şikandine. -
Gerîla: Ji bo rakirina tecrîdê em ê çalakiyên xwe zêde bikin
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şengalê têdikoşin destnîşan kirin, ku ji bo rakirina tecrîda li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê çalakiyên xwe zêde bikin. -
Demîrtaş: Faşîzm bi berxwedana radîkal dikare bê têkbirin
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş di salvegera duyemîna Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, komkujiyên Amed û Pirsûsê de axivî û got, faşîzm bi berxwedana radîkal dikare were têkbirin. -
Karasû: Civata 10'ê Cotmehê civata rasteqîn a demokrasiyê bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, ku şehîdên komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, civata rasteqîn a demokrasiyê ne û bang li hemû hêzên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiyê têdikoşin kir, ku helwesteke hevpar nîşan bidin. -
Hevşaredarên Peyîzavayê hatin berdan
Hevşaredarên DBP’ê yên Peyîzavayê Zekî Yildiz û Yildiz Çetîn ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.