KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê bi tundî şermezar kir
KCK'ê komkujiya li Kobanê bi tundî şermezar kir û got, "Li dijî van komkujî û êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk divê gelê me, hemû gel, hêzên demokratîk, azadîxwaz, sosyalîst û dostên me bi hevparî nerazîbûna xwe hîn bi xurtî nîşan bidin." -
Newroz li Agiriyê hat pîrozkirin: Divê dewlet bersivê bide bangê
Pîrozbahiya Newrozê ya li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Di çalakiyê de komkujiya li Kobanê hate şermezarkirin û ji bo rêveçûna banga dîrokî ya 27'ê Sibatê bang li dewletê hate kirin ku gavê biavêje. -
Peyama bingehîn a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku peyama bingehîn a pîrozbahiyê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be û banga tevlîbûnê kir. -
Aldar Xelîl: Yên ku di rewşa hindikahiyê de ne yên li Şamê ne
Aldar Xelîl, da xuyakirin ku gelên Sûriyeyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî xwe dibînin û got, "Ya ku nûnertiya Sûriyeyê dike ev proje ye. Yên ku di rewşa hindikahiyê de ne, yên li Şamê ne." -
Rêber Apo: Ev pêvajo wê herî zêde bibe Ronesansa Êzidiyan
Rêber Apo peyamek ji gelê Êzidî re şand. Di peyamê de hate gotin, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li 73 fermanan e. Pêvajoya ku me dan destpêkirin wê herî zêde hebûn û azdaiya gelê me yê Êzidî pêk bîne." -
‘Newroza 2025’an dibe ji bo azadiya Rêber Apo bibe destpêkek nû’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan banga tevlîbûna şahiya Newrozê ya ku wê 21’ê Adarê li Amedê bê lidarxistin kir û got, “Newroza 2025’an dibe ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bibe destpêkek nû.” -
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî agirê Newrozê hat vêxistin
Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di koreografiya ku ji bo Newrozê li dar xistin de nexşeya Kurdistanê bi meşaleyan xêz kirin. -
Li taxên Amed û Sêrtê dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ li olan da
Li taxên Amed û Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin û azadiya Rêber Apo hat xwestin. -
Newroza Şengalê: Em ê banga Rêber Apo mezin bikin
Gelê Şengalê bi gotina "Em li Çiyayên Şengalê agirê Newrozê pêdixin û banga Rêber Apo mezin dikin" Newroz pîroz kirin. -
Gerîla TV dîmenê xistina Akinci weşand
Gerîla TV dîmenê SÎHA’ya Akinci ya duh li Qendîlê hatî xistin, weşand. -
Li Misircê azadiya Rêber Apo hate xwestin
Li navçeya Misircê ya Sêrtê, piştî 11 salan Newroz hate pîrozkirin. -
Newroza Hezexê: Em di asteke krîtîk de ne, dor a desthilatdariyê ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li pîrozbahiya Newrozê ya li Hezexê axivî û got, "Em di qonaxeke gelekî krîtîk de ne" û bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gavê biavêje. -
PJAK: Di Newrozê de em xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derkevin
PJAK'ê bang li her kesî kir ku bi ruhê Newrozê dakevin qadan û xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derkevin. -
Newroza Erxenî û Hezoyê: Li gel çeteyên xwe ji Sûriyeyê derkevin
Li Erxeniyê di Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî, komkujiya li Kobanê bi tundî şermezar kir û got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Li gel çeteyên xwe êdî ji Sûriyeyê derkevin." -
Li Îdirê coşa Newrozê: Qad xemilî
Newroz li Îdirê bi dirûşmên 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' 'Ji bo azadiyê Newroza civaka demokratîk' hate pîrozkirin. -
Xelkê herêma Serhedê bi Newrozê xwedî li banga Rêber Apo derket
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li herêm Serhedê de xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo hate derketin. Di Newrozan de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. -
Newroz li Sêweregê bi coş hate pîrozkirin
Li navçeya Sêwereg a Rihayê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî bi coş hate pîrozkirin. -
HPG: Li Qendîlê SÎHA'yeke Akinci hate xistin
HPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk dewam dikin û got, "Yekîneyeke me ya Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 16'ê Adara 2025'an SÎHA'yek xistin xwarê, ku gelekî bilind difiriya û ji dewleta Tirk hebû ku nayê xistin." -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
HPG'ê ragihand ku operasyon û êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. Artêşa Tirk 18 caran bi balafirên şer, 503 caran jî bi çekên giran, top û obusan êrîş kir. -
KCK: Em Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî dikin
KCK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û bang li Kurdan û dostên wan kir ku Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî bikin. -
Li Sêrtê agirê Newrozê hat vêxistin
Gelê Sêrtê li taxên Çal û Çakmakê li dora agirê Newrozê kom bûn, Newroz pîroz kirin û peyama avakirina aştiyeke bi rûmet dan. -
Gerîla SÎHA’yê bi tîpa AKINCI xist xwarê
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qendîlê SÎHA’yê bi tîpa AKINCI ya dewleta Tirk xist. -
Bayindir: Gava destpêkê naskirina mafên Kurdan e
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Ji bo Kurdan gava destpêkê ya bê avêtin çekdanîna PKK'ê nîne, gava destpêkê ew e ku dewlet dest ji sîstema înkarê berde û mafên Kurdan nas bike." -
Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî
Di salvegera komkujiya Helebceyê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê qurbanî hatin bîranîn. -
Berdevkê YNK'ê: Ji sedî 90 ê nakokiyên PDK-YNK'ê çareser bûn
Serokwezîrê demkî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û lîderê Yekitî Niştmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî wê îro li Hewlêrê li hev rûnên. Berdevkê YNK'ê diyar kir ku ji sedî 90 ê nakokiyan çareser bûne.