KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê
Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya Êzidiyan bi nav kirin gotin: "Zarokên me ev 11 sal in bê navber li ber xwe didin û axa xwe diparêzên, îro jî yên ku li ber xwe dane, dibin hedefa artêşa Iraqê." -
Guleç: Dûrxistina Baroya Stenbolê ji wezîfeyê rûreşiyek li dîroka hiqûqê ye
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û desteya rêveberiyê da û got, "Ev biryar li dîroka hiqûqê bûye deqeke reş." -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo hin rêze hevdîtinan çû Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir û bal kişand ser rola partiyên Başûr ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir
Heyeta DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kir. -
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê dewam dike
Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz li gelek herêmên din hate pîrozkirin. -
Xelkê Şengalê meşiya: Heya zarokên me tên berdan em ê li qadan bin
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daket qadan û ev bang kirin: “Heya ku zarokên me tên berdan em ê li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.” -
Gerîla Cengîn Welat: Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin
Gerîla Cengîn Welat anî ziman ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji bo gelên bindest bûye îlhama azadiyê û got, "Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin.” -
Li Çelê birîna daran, li Amedê êrîşa li dijî gel
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê dewleta Tirk bi destê cerdevanan daran dibire. Li navçeya Xana Axpar a Amedê jî leşkeran êrîş birin ser gel ku birîna daran şermezar kir. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got, “Hevrêyê me milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Ji bo hemû ciwanên Kurd bû rênîşana têkoşînê.” -
Ciwan wê ji Amedê bimeşin Amarayê
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşma 'Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin' wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê bimeşe Amarayê. -
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 1045 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 1045 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Kurdan careke din ispat kirin ku ew gelê Newrozê ye
Ji Fermandarên YJA Starê Peyman Amed anî ziman ku hem ji aliyê têkoşînê hem jî ji aliyê siyasî ve Newroza îsal wateya xwe gelekî cuda bû û got, "Gelê Kurd daket qadan û careke din ispat kir ku gelê Newrozê ye." -
Newroza Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Dîlokê axivî û got, "Ji bo welatekî demokratîk û paşerojê em ê xwedî li siyaseta demokratîk derkevin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin." -
KCK: Peyama Newroza 2025'an 'Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were'
KCK'ê gelê Kurd ji ber tevlîbûna xurt a li Newrozê pîroz kir û destnîşan kir ku peyama Newroza 2025'an daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. -
Alaya Xweser a Şehîd Zîlan Newroz pîroz kir
Alaya Şehîd Zîlan bi meşaleyên agir û meşa azadiyê Newroza Rêber Apo pîroz kirin. Bi coş û kelecana xwe Newroza Rêber Apo pêşwazî kirin. -
Newroz li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên berxwedanê Newroz pîroz kirin. -
Gerîlayên HPG û YJA Starê Newroz li çiyayên azad pîroz kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê agir dadan û Newroz pîroz kirin. -
Ûçar: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku divê dewlet piştî banga Rêber Apo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, nexşerêyekê tavilê amade bike û gavên cihê baweriyê biavêje. -
Şehîd Nûjiyan di 8'emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn
Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de birîndar bibû û piştre şehîd bibû, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Baroya Amedê: Pêkanîna li dijî Baroya Stenbolê darbeyeke sivîl e
Baroya Amedê, nerazîbûn nîşanî betalkirina erka Rêveberiya Baroya Stenbolê da û diyar kir ku li Tirkiyeyê cara yekê ye ku pêkhateya rêxistinbûyî ya rêveberiya baroyê tê hedefgirtin û ev rewş weke ‘darbeya sivîl’ binav kir. -
Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin çalakiya bîranînê
Ji bo kesên di Newroza 1992’yan de li Nisêbînê hatibûn qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Li cihê komkujiyê qurnefîl hatin danîn. -
Di Newroza Erzînganê de xwedî li banga Rêber Apo derketin
Li Erzînganê piştî 8 salan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di Newrozê de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û xwedî li bangê derketin. -
HPG: Artêşa Tirk di Newrozê de jî êrîşên xwe domand
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di Newrozê de jî bombebaranên li ser çiyayên Kurdistanê bê navber domand. Qadên gerîla 712 caran ji hewayî û bejahî, hatin bombebarankirin. -
Li Şengalê berxwedan bi ser ket
Piştî berxwedana li dijî artêşa Iraqê, hêzên artêşê neçar man ku ji Şengalê derkevin. -
Ji Newroza gerîla peyam: Yekane kesê me îkna bike Rêber Apo ye - NÛ BÛ
Newroza 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet hate pîrozkirin. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgirt got, “Tenê Rêber Apo dikare wan milîtanên fedayî îkna bike; ji bo vê jî divê azad bibe."