KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje
Xelkê Wanê diyar kir ku destê ku Rêber Apo ji bo aştiyê dirêj kiriye, destê gelê Kurd e û gotin, her kes aştiyeke bi rûmet û mayînde dixwaze. Xelkê Wanê destnîşan kir ku ji bo bersiva banga Rêber Apo, dora dewletê ye ku gav bavêje. -
‘Newroz ji bo me mezinkirina têkoşînê ye’
Gerîlayên bi navê Saîr Minbic û Egîd Qamişlo diyar kirin ku di tevahiya dîrokê de Newroz ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e û gotin, “Newroz ji bo me kêfxweşî ye, serketineke nû ye, mezinkirina têkoşînê ye.” -
Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe!
Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Başûr’ peyamek da û got, ‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ji bo bicih anîna pêdiviyên manîfestoyê em ê hewl bidin.” -
Bakirhan: Dawiya vê rêyê azadî ye!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza Amedê axivî û got, "Em ê bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa, bi wêrekiya Mazlûm bimeşin. Dawiya vê rêyê aştî ye, dawiya vê rêyê demokrasî û azadî ye." -
Karayilan: Divê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan xwest, mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin û got, "Çekdanîn li ser vê bingehê dikare pêk were." Karayilan her wiha got, pêvajo ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye. -
Posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin
Di Newroza Amedê de posterê mezin ê Rêber Apo li qadê hate gerandin. -
Sebahat Tûncel: Em dixwazin Rêber Apo li vir bibînin
Sebahat Tûncel di Newroza Amedê de ku bi sed hezaran kes li hev civand, axivî û bang li dewletê kir ku rê li ber siyaseta demokratîk veke û destnîşan kir ku ew dixwazin Rêber Apo li Amedê bibînin. -
Ozgur Ozel: Newroz pîroz be!
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel peyamek ji Newroza li Amedê re şand û got, "Bi baweriya xwe ya ji demokrasî, edalet û azadiyê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a ji her kesî re em ê Tirkiyeyê bi hev re ava bikin." -
Newroza Qendîl: Têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome
Li Qendîlê şahiya Newrozê bi coş dewam kir. Komîteya Newrozê diyar kir ku tevgera azadiyê hatiye qonaxeke krîtîk û têkoşîn divê bi rengekî xurt bidome. -
Bafil Talabanî: Newroz peyama azadiyê ye
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, "Newroz ji bo Kurdan peyama nûbûna ji bo azadî û serxwebûnê ye, yekîtî, hevkarî, xwişk û biratî ye." -
Peyama KCK'ê ji bo Newroza Qendîlê: Tehemûla gelê me ji dîlgirtina Rêber Apo nemaye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya ji Newroza Qendîlê re diyar kir ku tehemûla wan û gel êdî ji dîlgirtina Rêber Apo re nemaye, divê pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe. -
Banga Rêber Apo li Newroza Qendîlê hate xwendin
Li Qendîlê di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes lê amade bûn, banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate xwendin. -
Bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin
Li qada Newrozê ya li Amedê bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin. -
Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye
Li Amedê bi sed hezaran kes di Newrozê de hatin ba hev. Di şahiyê de peyama girtiyên siyasî hate xwendin. -
'Êrîşên li dijî YBŞ'ê êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan e'
Berdevka TAJÊ Rîham Hico û siyasetmedar Qasim Keşko êrîşa li dijî şervanên YBŞ’ê weke êrîşa dijî hebûna Êzidiyan pênase kirin û gotin, "Divê gelê me berxwedana li dijî vê komployê mezin bikin." -
Newroza Qendîlê destpê kir
Li Qendîlê pîrozbahiya Newroza azadiyê bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir. -
Kemal Kurkut hate bîranîn
Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut li cihê lê hatî qetilkirin, hate bîranîn ku di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. -
Di Newroza Amedê de posterên Rêber Apo hatin hildan
Li Amedê hîn jî bi deh hezaran kes berê xwe didin qada Newrozê û coşa li qadê kêlî bi kêlî zêde dibe. Posterên Rêber Apo li qadê têne gerandin. -
Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike
Ji bo Newroza li Amedê ku bal li ser e, gel ber bi qadê ve diherike. -
Gerîla: Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye
Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku Newroz ji bo wan tê wateyeke gelekî mezin û gotin, "Em Newrozê li gorî wateya xwe pîroz dikin. Newroz afirandina ruhê berxwedanê ye." -
Bi sedan ciwan li Qendîlê bi meşaleyan meşiyan
Bi sedan ciwan û jinên ciwan li Qendîlê bi meşaleyan meşiyan û bi agir “Apo” nivîsandin. -
Gel ji bo Newrozê diherikin Binarê Qendîlê
Ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîlê bi hezaran kes berê xwe dan qada Newrozê. Gelê ku xwe gihandine qadê ji niha ve bi vêxistina agir û gerandina govendê Newrozê pîroz dikin. -
Li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê agirên Newrozê hatin pêxistin
Gelê Başûrê Kurdistanê ku li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê li hev civiyan, agirên Newrozê pêxistin û li dora wê govendê gerandin. Gel xwest ku Newroz bibe wesîleya yekîtiya Kurd. -
Li Mêrdînê bi hezaran: Bê Serok jiyan nabe!
Bi hezaran kes beşdarî şahiya Newrozê ya li Mêrdînê bûn. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. -
Bayindir ji bo Newroza li Amedê bang kir
Newroz li Êlihê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser Newroza Amedê û got, "Em ê sibe bang li her kesî bikin ku tevlî bibin."