KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Mexmûrê li dijî binçavkirin ambargoyê kona berxwedanê vedan
Xelkê Mexmûrê ku ji ber zêdebûna zext û gefên hikûmeta Iraqê yên hemberî xelkê Mexmûrê û girtina şandeya Meclîsa Gel a Mexmûrê, konê çalakiyê vedan. -
Xelkê Mexmûrê: Em ê serî li ber zilmê netewînin
Li hemberî ambargoiya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê xelkê Mexmûrê meşeke girseyî lidar xist. -
Cemal Amed: Kongre destpêka pêvajoyeke têkoşînê ya dîrokî ya nû ye
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Cemal Amed ragihand ku ev kongre girtina demekê, destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşîna dîrokî ye û got, "Ev yek hem temamkirin e, hem jî jinûve avabûn e." -
Heyeta Mexmûrê li Bexdayê hate girtin: Gel dest bi meşê kir
Piştî ku heyeta Mexmûrê ya ji bo hevdîtinê çû Bexdayê hate girtin, xelkê Mexmûrê bi armanca şermezarkirinê dest bi meşê kir. -
Umît: Divê em Rêbertî rast fêhm bikin û bi cih bînin
Hêlîn Umît li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Her kesî par ji heqîqeta PKK'ê wergirtiye. Ji bo pêvajoya nû pêwîstî bi guhertinê heye." -
KJK: Bi ruhê dema nû em zimanê dayikê li her qadê bi pêş ve bibin
Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê got, pêvajoya nû ji bo pêşvebirin û birêxistinkirina zimanê dayikê zemîneke nû ye û bang kir ku li gorî ruhê pêvajoyê bi seferberiyê zimanê dayikê bê pêşvebirin. -
Cemîl Bayik: Hevrê Fûat jiyanek bû ku ji bo Partî, gel û azadiyê hatibû fedakirin
Cemîl Bayik ragihand ku Alî Haydar Kaytan jiyana xwe xist bin xizmeta Partî, hevrêtî, gelê Kurd û azadiyê û got, "Tiştên ku xizmetê ji van re neke di şexsê xwe de kuşt, li xwe heram kir. Kesayetiyekî mezin di şexsê xwe de afirand." -
Karayilan: Em ê li her derê sosyalîzma civakî ya demokratîk bi pêş bixînin
Mûrat Karayilan anî ziman ku PKK'ê xwe ji bo çareseriyê fesix kiriye, divê dewlet jî ji bo çareseriyê siyaseta xwe ya têkildarî Kurdan biguherîne û got, "Ji Kurdistanê heta bi her devera cîhanê em ê sosyalîzma civaka demokratîk pêk bînin." -
Şandeya Mexmûrê hate girtin
Şandeya ku Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên nasname û ambargoyê şandibû Bexdayê, di rêya vegerê de hatin ragirtin. -
Bozan Tekîn: Ruhê Apoyî wê dewam bike
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Bozan Tekîn bal kişand ser girîngiya rêxistiniya nû ya li gorî pêwîstî û ruhê demê û got, "Apoyî ruhek e; ev ruh wê bijî." -
Berxwedaneke ji bêdengiyê deng vedide
Û di heman demê de jî ziman bangek e: Biaxivin, binivîsin, bixwînin û ji bîr nekin. Ji ber ku her peyva ku tê jibîr kirin gorek e. Her peyva ku tê jiyîn jî jiyanek e. -
KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku zimanê netewe dewletê li ser gelê Kurd tê ferzkirin û got, "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, em têkoşînê bilind bikin." -
PÎK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK)diyar kir ku heta Kurdî nebe zimanê fermî û di jiyana rojane de neyê bikaranîn nikare bê pêşvebirin û got, "Ji ber vê yekê divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsînin." -
Ji CÎK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) got, "Berpirsyariya me hemûyan e ku em zimanê xwe bijîn, bi pêş ve bibin û bigihînin nifşên nû." -
Dilbihar: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu
Berdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar got, zimanê Kurdî divê êdî zimanê fermî be û xwedî statuya perwerdeyê be. -
Evîndar Ararat: Siyaseta demokratîk bêyî xweparastinê nabe
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku ji bo siyaseta demokratîk pêwîstî bi parastineke berfireh heye û got, heta ku peymaneke mayinde û garantiyên qanûnî-hiqûqî neyên dayin, divê hêza parastinê çekê danîne. -
Axaftina dawî ya Kongreya 12'emîn a PKK'ê: Ev yek pêşîvekirina li nûbûnê ye, dawî nîne
Dûran Kalkan di dawiya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî û got, "Fesixkirina PKK'ê tinebûn, qedandin, rizandin, mirin nîne; berevajî vê yekê afirandina zemînekî û vekirina deriyê li vejîneke nû ye. -
Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan diyar kir ku çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke jiyana nemir bû. -
Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*
Altûn: Antî-emperyalîstbûn tê wateya dijberiya li sîstema cîhana emperyalîst, dijberiya li hegemonya cîhana emperyalîst, dijberiya li navendên hegemonîk ên jêrîn ên emperyalîst. -
Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK'ê
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi serketî pêk hat. -
Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku PKK felsefe, îdeolojî û pîvaneke jiyanê ye û got, "PKK ne tenê navek e. PKK bi xwe hebûneke zindî ye." -
Îrfan Amed: Baweriya me ya bi Rêber Apo re xurt e
Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Amed ragihand ku baweriya wan a bi Rêber Apo re ti carî lawaz nabe û got, "Em heta niha qet neketin nava dudiliyê, ji niha û pê ve jî em ê dudil nebin." -
Amed Malazgîrt: Dema têkoşîneke hîn mezin destpê dike
Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir ku rêbaza Rêber Apo timî serketin e û got, "Demeke ji têkoşîneke hîn mezin destpê dike û barê me hîn giran dibe." -
Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir
Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, der barê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê got, “Derî li pêş qonaxeke nû vekir.” -
Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya têkoşîna 52 salan û got: ‘’Rêber Apo got ‘Ez li vir weke sosyalîstekî dijîm.’ Bidestxistina encamên mezin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e.’’