KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jenosîda Enfalê: 37 sal bi ser de çû, mexdûr li benda edaletê ne
Rêxistinên ku li ser Jenosîdê kar dikin bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Enfalê li Silêmaniyê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de hate destnîşankirin ku rejîma Baasê yek ji sûcên herî mezin yên sedala 20’an li dijî gelê Kurd pêk anî. -
HPG: Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, fosfor û çekên kîmyewî êrîş dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî li gel bombebaranên giran ên li dijî gerîla, çekên qedexekirî, bombeyên fosfor û çekên kîmyewî bi kar tîne. Hate ragihandin ku di êrîşan de 5 gerîla şehîd bûne. -
Di komxebata Zimanê Dayikê de girîngiya perwerdeya demokratîk û azadîparêz
Di roja duyemîn a komxebata li Amedê de pêwîstiya bi perwerdeya demokratîk û zimanê dayikê hate destnîşankirin. -
Vejîna Kurd: Wêneyekî Rêber Apo cara yekemîn hate weşandin
Di danasîna beşa 3'yemîn a dokûmantera 'Vejîna Kurd' de ya li ser dîroka PKK'ê, wêneyekî Rêber Apo hate weşandin ku beriya niha nehatibû weşandin. -
Li Tûşbayê sê caran li ser hev erd hejiya
Li navçeya Tûşba ya Wanê bi mezinahiya 3.4, 3.6 û 4.0 erd hejiya. -
Şehîd Yekbûn Şoreş bû nîşaneya jiyana rast
Şehîd Yekbûn Şoreş bi hevrêtiya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi jiyanê re, bi wêrekî û berxwedêriya xwe ji hevrêyên xwe re her tim bû nîşaneya têkoşîneke serketî û jiyaneke rast. -
Li Amedê komxebata perwerdeya bi zimanê zikmakî
Şaxên Egîtîm Sen ên Amedê komxebata “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” lidar xist. -
HPG: Di bombebarana SÎHA’yê de 2 gerîla şehîd bûn
Artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA’yê bombe li Garê barand û di encamê de 2 gerîla şehîd bûn. -
Lehengeke dilsoz: Berçem Avareş
Şehîd Berçem Avareş yek ji şervanên leheng a bi ked û têkoşîna xwe mîrateyek watedar li pey xwe hişt. Di her gotin û nivîsa xwe ya di lênivîska xwe de hest û dilsoziya xwe ya azadiyê tîne li ser ziman. -
Li Şirnexê 11 herêm careke din hate qedexekirin
Walîtiya li Şirnexê ketin û derketina 11 herêmên di navbera çiyayên Cûdî û Gabarê de qedexe kir. -
HPG'ê şehîdek bi bîr anî
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd bû eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku ala wan a têkoşînê bi serketinê li ba bikin." -
Canpolat: Divê dewlet tavilê gavê biavêje
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku divê dewlet tavilê bersivê bide Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û gavê biavêje. -
Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir tê xwestin ku bê dersînorkirin
Şahla Pîrastah a ku li ser nifûsa bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistaniyê ye û nêzî 8 sal in li Amedê dijî, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekir û berê gefê lê hatibûn xwarin, tê dersînorkirin. -
HPG: Artêşa Tirk bi gazên kîmyewî û bombeyên fosforê êrîş kir
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji hewa û bejahî ve bê navber dewam dikin. Dagirkeran bi gazên kîmyewî û bombeyên fosforê êrîş birin ser qadên gerîla. -
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta şehîd bû
HPG’ê nasnameya gerîlayekî eşkere kir ku ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, "Ew ê bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re, ji bo me hemûyan bibe rênîşana jiyanê." -
Hêlîn Umît: Desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze?
Hêlîn Umît anî ziman ku Rêber Apo bi tifaqa Kurd û Tirkan firsenda derbasbûna nava sedsala duyemîn a Komarê pêşkêş kiriye û got, ji ber gavên nehatine avêtin pirsa 'Gelo desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze yan na' pirsî. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Em ê bîranîna hevrêyê xwe Dilmaf bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.” -
Amedî: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî dewletê dan ku ji 27'ê Sibatê û vir ve gav neavêtiye û xwestin, beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. -
Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 4’ê Nîsanê li çiyayên azad şahî lidar xistin. Di şahiyê de fermandarê gerîla Cemal Serhed axivî û got, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê têkoşînê hîn geştir bikin. -
'Gelê Kurd bi saya Rêber Apo gihîştiye asteke stratejîk'
Gelê Kurd 4'ê Nîsanê bi coşeke mezin pîroz dike ku weke rojbûna xwe dibîne. Gerîlayên azadiyê Bawer Hebeş û Haşim Havîn destnîşan kirin ku bi rojbûna Rêber Apo re gelê Kurd jinûve ava bû. -
Rêxistinên Êzidiyan ji bo endamên YBŞ’ê yên girtî bang kirin
Saziyên Civaka Sivîl ên Êzidî bi daxuyaniyekê bangek lezgîn li Serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir ku her 5 şervanên wan ên 18’ê Adarê ji aliyê artêşa Iraqê ve bi birîndarî hatine girtin bên azadkirin. -
Cenazeyê Hecî Ehmedî ber bi Qendîlê ve rêkirin
Cenazeyê Hevserokê Berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî yê ku 18’ê Adarê li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, anîn Silêmaniyê û piştre ber bi Qendîlê ve rêkirin. -
Êrîşên dagirkeran didomin, gerîla xwe diparêze
Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi balafirên şer, bi giştî 693 caran bi çekên giran, top û obusan êrîş kir. Hêzên gerîla bersiva êrîşan da û di encamê de mobesseyek hate îmhakirin. -
Gerîlayan bang li ciwanan kir: Ji bo azadiya Rêber Apo xwe birêxistin bikin
Ji gerîlayên HPG’ê Şahîn Reqa bi wesîleya rojbûna Rêber Apo ji ciwanên Ereb re banga ‘’Rêber Apo nas bikin, tevlî heqîqeta wî bibin û xwe bigihînin heqîqeta xwe’’; Avareş Reqa jî got, ji bo azadiya Rêber Apo xwe birêxistin bikin. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got, “Em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.”