KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê êşkence li girtiyan hate kirin
Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku derbarê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê ji ber ku li dijî êşkence û sirgûnan rabûne, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Ber bi rastiya gelê şerker ve
Tevî ku pêvajo bi dijwarî derbas dibû jî PKK hatibû avakirin û têkoşîn her ku diçû ber bi rastiya gelê berxwedêr ve diçû, yanî ber bi şerê gel ê şoreşgerî ve diçû. -
Rapora Newroza Amedê: Gelek caran mafên mirovan hatin binpêkirin
Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ragihand ku di pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê gelek caran mafên mirovan hatin binpêkirin û xwest, polîsên ji binpêkirinan berpirsyar bikevin ber lêpirsînê. -
HPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla ji hewayî û bejahî ve bênavber dewam dikin. -
Serokeşîrên Şengalê: Dawî li zilma li dijî Êzidiyan bînin
Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kir ku sedema kûrbûna aloziyan û têkçûna aramiya Şengalê, peymana Bexda-Hewlêr (9’ê Cotmehê) ye û bang li serokwezîrê Iraqê kir ku êdî dawî li vê peymanê û zilma li civaka Êzidî tê kirin, bîne. -
KONGRA-GEL cejna Remezanê pîroz kir
KONGRA-GEL Cejna Remezanê pîroz kir û got, "Hêvî dikin ev Cejna Remezanê jî wekî Newrozê bibe wesîleya yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê." -
Gelê Şengalê li hemberî provakasyonên artêşa Iraqê careke din daket qadan
Gelê Şengalê li dijî êrîş û pêkanînên hikûmeta Sûdanî û artêşa Iraqê meşekî girseyî lidarxistin û diyar kirin ku ger zarokên wan ên dîl girtî neyên berdan ew ê çalakiyên xwe berfirehtir bikin. -
Oldarên Şengalê: Artêşa Iraqê ji her bûyereke li Şengalê rû bide berpirsyar e
Desteya Oldaran a Şengalê nerazîbûn nişana girtina şervanên YBŞ’ê ya ji aliyê Artêşa Iraqê ve dan û dan xuyakirin, ji her tişteke li Şengalê rû bide Artêşa Iraqê berpirsyar e. -
Heyeta DEM Partî DBP'ê bi nûnerên baweriyan re hevdîtin kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên gelek partiyan û baweriyên qedîm re hevdîtin kir. -
Li Şirnexê 11 herêm hate qedexekirin
Walîtiya Şirnexê 11 herêm careke din ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe kir. -
NPG’ê hefteya Lehengiya Neteweyî pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG’ê got, “Em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe yê welatparêz û li hevrêyên xwe pîroz dikin û li her qadê di têkoşîna wan a azadiyê de serketinê dixwazin." -
'Bi têkoşîna fermandar Egîd em ber bi serketinê ve diçin'
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr a fermandar Egîd bi bîr anî got, “Em bi berhemên têkoşîn û keda dilêr Egîd ber bi serketina mayînde ve diçin. Piştî şehadeta fermandar Egîd bi sedan ciwanan çeka wî hildan û navê xwe kirin Egîd.” -
Şandeya DEM Partî û DBP'ê serdana KNK'ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP'ê li Silêmaniyeyê serdana KNK'ê kir. Di hevdîtinê de banga Rêber Apo hate nirxandin. -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Berey Gelê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê de bi rayedarên Berey Gelê re hevdîtin kir. -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê bi Partiya Helwest re hevdîtin kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Helwest kir û piştre têkildarî hevdîtinê bi daxuyaniyeke hevbeş da. -
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo 'Meşa Amarayê' banga tevlîbûnê kir
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa 1-4'ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dîmen banga tevlîbûnê kir. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê serdana Waliyê Silêmaniyeyê kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, bi Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir re rûnişt. -
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê li Ceylan Aslan hate birîn
Ji bo 8 salan cezayê girtîgehê dan endama berê ya Meclîsa şaredariya Erxenî Ceylan Aslan ku wezîfeya wê hate desteserkirin. -
Dagirkeran êrîş birin ser tunelên berxwedanê, gerîla bersiv da
Artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla 937 caran ji hewa û bejahî ve bombe kir. Gerîla jî bersiv da dagirkerên êrîşî tunelên berxwedanê kirin. Di encamê de çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. -
Xelkê Şengalê: Parêzvanên axa Iraqê îro bûne hedefa dewleta Iraqê
Dexîl Seyîdo û ji TAJÊ Neam Bedel êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişa dijî tevahiya Êzidiyan bi nav kirin gotin: "Zarokên me ev 11 sal in bê navber li ber xwe didin û axa xwe diparêzên, îro jî yên ku li ber xwe dane, dibin hedefa artêşa Iraqê." -
Guleç: Dûrxistina Baroya Stenbolê ji wezîfeyê rûreşiyek li dîroka hiqûqê ye
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç nerazîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû û desteya rêveberiyê da û got, "Ev biryar li dîroka hiqûqê bûye deqeke reş." -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo hin rêze hevdîtinan çû Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir û bal kişand ser rola partiyên Başûr ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kir
Heyeta DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kir. -
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê dewam dike
Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz li gelek herêmên din hate pîrozkirin. -
Xelkê Şengalê meşiya: Heya zarokên me tên berdan em ê li qadan bin
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daket qadan û ev bang kirin: “Heya ku zarokên me tên berdan em ê li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin.”