Şarbajêr kolberek hat qetilkirin

Pasvanên Sînor yên Iraqê li navçeya Şarbajêr ya Silêmaniyeyê zarokê bi navê Arêz Awat ku kolbertiyê dikir qetil kir û bavê wî Awat Îsmaîl birîndar kirin.

Vê sibehê li gundê Surebanî ya ser bi devera Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê hêzên pasvanên sinor yên Iraqê gule li bav û kurekî wî ku xelkê gundê Kanî Guwêz in û karê kolberiyê dikin, barandin.

Hat gotin ku di encama gulebarana pasvanên sinor de ciwanê bi navê Arêz Awat (17) jiyana xwe ji dest da û bavê wî yê bi navê Awat Îsmaîl (43) birîndar bû.

Heta niha aliyên peywendîdar di derbarê bûyerê de agahî parve nekirine.