Zozana Faraşînê hate bombebaran kirin

Zozana Faraşînê hate bombebaran kirin

Hate ragihandin ku, helîkopterên kobra Zozana Faraşînê ya li quntarên Çiyayê Kato ya nêzî cihê sivîl lê dijîn yên navçeya Elkê ya Şirnexê bombebaran kirin.

Hate hinbûn ku, helîkoterên kobra Zozana Feraşînê ya li quntera Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan di demjimêr 08.00'an de helîkoterên kobra derdorên gundê Pîrdoda yê nêzî Zozana Feraşînê bombebaran kirin. Gundiyan diyar kir ku, gelek zevî û baxçeyên wan jî hatin bombebarankirin. Hat zanîn ku, gundî ji ber bombebaranê diltirsiyan û hinek gundî çûn gundên derdorê. Piştî bombebaranê gelek leşker veguhestin herêmê.

Hate îdîakirin ku, ji ber bombebaranê gundî ji malên xwe dernakevin û dem dem dengê teqînan tê.