Li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem, dibistanên Kurdî dest bi perwerdeya 2012/ 2013'an kirin.
Serdema hîndekarî û perwerdehiye ya sala 2012/2013'an, li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem bi merasimekê dest pê kir. Di merasima vekirina dibistanê de deqîqeyek rêz hate girtin.
Li Wargehê di vekirina dibistanan de gelek sazî û malbatê xwendekaran bejdar bûn. 2 dibistanên nû ji bo xwendekaran hatin vekirin û qirdeleya dibistanê ji aliyê Endamê Meclisa Gel Hecî Kaçan, Şaredar û dayikên Aşitiyê ve hate birrîn.
Endamê Meclisa Gel a Demokratik Hecî Kaçan axivî û wiha got: "Mee dest bi perwerdeya xwe ya 2012/2013'an kir. Heta ku em gihiştin vê merhelê me gelek êş û zehmetî dît” û wiha domand:
“Lê dîsa jî ji bo vekirina dibistaneke din ev dihêle ku em van êşê ku me berê kişandin ji bîr bikin û bigihijin perwerdeyek herî serkeftî. Weke wargeh ev perwerdeya zimanê dayîkê ji bo me şanseke. Tu cih nikarin weke me bi zinanê dayika xwe perwerde bibinin û hin bibin. Ji bo wê divê em xwe baş perwerde bikin da ku em bikarin pêşengî ji civaka nû re bikîn."
Piştî vekirina dibistanê merasim bi sîrûda Ey Reqîb û dirûşimên "Bijî Serok Apo", "Bijî Têkoşîna Gelê Kurd" bi dawî bû.