Zilma li ser Kurdan di zikê dayikê de destpê dike...

Guneş Susan a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye û 8 mehî ducaniye, tevî hemû daxwazên wê nayê berdan. Parêzer Bîlen daxwaza ‘Eger hûn dayikê tahliye nakin, pitika bi dayika xwe re girtiye tahliye bikin’ li dadgehê kir.

Guneş Susan a li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye û 8 mehî ducaniye, tevî hemû daxwazên wê nayê berdan. Parêzer Bîlen daxwaza ‘Eger hûn dayikê tahliye nakin, pitika bi dayika xwe re girtiye tahliye bikin’ li dadgehê kir. 

Guneş Susan a li Nisêbînê dijî, 23’ê Nîsanê beyî der barê wê de biryara binçavkirinê hebe, ji bo îfadeyê, birin emniyetê. Piştre bi hicneta ‘alîkarî daye rêxistinê’ hat girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Parêzerê Susan, Zuhat Bîlen diyar kir, li ser îhtîmala ku muwekîla wê delîl winda kirine nayê berdan û got: “Jina ducanî çawa dikare delîlan reş bike. Me ji dadgehê daxwaz kir ku, ger dayikê tahliye nakin, zaroka di zikê dayika xwe de tahliye bikin. Muwekîla min 8 mehî ducaniye. Dozgerê lêpirsîn dimeşand rewşa muwekîla min li ber çavan girt û roja din berda. Lê muwekîla min û çar kesên din roja din ji bo îfadeyê hat serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê û beyî îfadeyên wan bên girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nisêbînê hat kirin. Muwekîla min û hemû kesên din piştî lêpirsîna wan hatin berdan. Lê Dadgeriya Cezaya Sulh a Mêrdînê îtîraz kir û 4’ê Gulanê muwekîla min û du kesên din hatin girtin.”

NEKARE TEVBIGERE WÊ ÇAWA BIREVE?

Li ser vê min serî li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê da û min belgeyên ducaniyê yên muwekîla xwe pêşkêş kir û min daxwaza tahliyeyê kir. Lê daxwaza me hat redkirin. Dadgehê li ser du şertan serî li girtinê da û gotin gumana ku gumanbar bireve heye û delîl rewş kirine (winda kirine) heye.  Gelo jina 8 meh ducanî wê çawa û bireve ku derê. Gelo wê jina di vê rewşê de kîjan delîlan reş bike. Ji ber van hinceta girtina wê bi ti awayî nekare bê îzahkirin. Muvekîla min divê di bin kontrola doktor de be û di hawirek bi tendurist de bimÎne. Şert û mercên girtîgehê ji bo vê gelek xerabin.

Li girtîgehê pispora welîdînê tine. Her wiha ti hekîmên pispor tinene.  Ev jî li dij wijdanê mirovahiyê ye.” Bîlen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku zaroka di zikê dayika xwe de bi zorê tê girtin û daxwaz kir ku zarok di şert û mercên bi tendurist de bê dinyayê.