Di vê çarçoveyê de 2 kurdên xelkê Salmas ji aliyê dadgeha bajarê Xoyê cezayê zindanê li wan hatiye birîn. Li aliyekî din jî, girtiyekî kurd ku 6 meh in di zindana evîn benda 209an de tê ragirtin, û cezayê îdamê lê hatiye birîn, ew careke din veguhestine zindana Recayî Kereç.
Li gorî nûçeyên Herena, 2 kurdên bi navê "Dîlawer Badikan û Keywan Ehmedî ku xelkê gundê Dirêk ê bajarê Selmasê ye, ji aliyê Dadgeha bajarê Xoyê, bi tewanbariya ku hevkariya partiyeke kurdî kirine, cezayê zindanê li wan hatiye birîn.
Li aliyekî din, girtiyekî siyasî yê bi navê Hoşeng Rezayî ku cezayê lisêdaredanê li ser heye, ku 6 meh in jî, di zindana evîn, benda 209an de tê ragirtin, ew careke din veguherandina zindana Recayî Kereç.
Ji ber temenê zêde dayik û bavên Hoşeng Rezayî nikarin wek pêwist li aqubeta kurê xwe bipirsin. Hate ragihandin jî, ku Rezayî di hemû pêvajoyên dadgehkirinê de bê parêzer hatiye hiştin.