Zextên artêşa Tirk her diçe zêde dibin
Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî re zextên artêşa Tirk ên li hember gel zêde dibin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî re zextên artêşa Tirk ên li hember gel zêde dibin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî re zextên artêşa Tirk ên li hember gel zêde dibin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî 13’ê Gulanê ji danê sibehê heta êvarî li Bazidê artêşa Tirk zextên li hember gel zêde kiriye.
Dîsa hat diyarkirin ku 13’ê Gulanê li navçeya Qereyazî ya Erziromê sewqiyata gelek wesayîtên zirxî hatiye kirin. Di ketin û derketina rêyan de artêşa Tirk li hember gel gelek zextan pêk tîne.
Her wiha hat ragihandin ku 14’ê Gulanê saetên sibehê li gundên Alangot û Çaylar ên girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê artêşa Tirk rê qut kir û bi awayekî zêde kontrol pêk aniye û ev pêkanîn hê jî didome.