Zarokên Kurd li girtîgehan rastî tacîzê tên!

Zarokên Kurd li girtîgehan rastî tacîzê tên!

Li Girtigeha Şakranê ku her tim bi tacîz, îşkence û lêgerina tazî tê rojevê, hate îdîakirin ku H.D. yê 16 salî ji ber ku ketiye gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger rastî tacîza bi cop hat.

Li girtîgeha Şakranê ku her tim bi binpêkirina mafê mirovan dikeve rojevê, hate îdîakirin ku zarokê girtî rastî tacîza bi cop hatiye. Zarokê 16 salî yê bi navê H.D. ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Salek û 8 mehek berê dema diçû pola 8'an ji doza KCK'ê hate binçavkirin û girtin, 3 meh berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Şakanê ya Zarokan kirin.

Zarokê bi havê H.D ku di qawişa 12'an a zarokan de dimîne, bi boneya tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike 16 roj berê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ RASTÎ ÎŞKENCÊ HAT

H.D. piştî ket gireva birçîbûnê zext û îşkenceya li ser wî zêde bû. H.D. zextên li ser xwe û neheqiya ku li wî tê kirin bi riya malbata xwe vegot. H.D. anî ziman ku, piştî ket gireva birçîbûnê bi fermana midûrê girtîgehê rastî îşkenceyê tê.

H.D. anî ziman ku, li qawişa lê dimîne 7 zarok dimînin û her rojê zarokek rastî îşkenceyê tê û wiha got: "Em rastî tacîza bi copan tên. Rûmeta me dişkînin. Ji ber van pêkanînan em difikirin ku întihar jî bikin. Em dixwazin rayedar demek berî demekê têkevin nava hewldanan. Hêj geşedanên li Pozantiyê ji rojevê derneketine, tiştên hêj xeraptir bi serê me de dîtin.

LI POZANTIYÊ JÎ HEMAN TIŞT PÊK HATIBÛ

Li girtîgeha Pozantiyê jî zarokên Kurd bi dehan caran ji aliyê girtiyên edlî û gardiyanan ve rastî tacîz û tecawizê hatibûn. Zarokên ku rastî îşkene, tacîz û tecawizê hatin û ev serpêhatî anîn ziman dîsa rastî cezayên din hatin û piştî serbest hatin berdan dîsa hatin girtin.