Zarokê winda li girtîgehê hate dîtin

Zarokê winda li girtîgehê hate dîtin

Li Mersînê zarokê 17 salî A.G, ku 3 rojin windaye li Girtîgeha Mêrsînê hate dîtin. A.G., ku berê ji ber tevlî pîrozbahiya Newrozê bibû hate girtin û piştî 2 mehan li girtîgehê ma, serbest hate berdan dîsa hate girtin. Bavê A.G. Ramazan G. diyar kir ku, kurê wî 3 rojan di bin çavan de ma, lê polîsan ew agahdar nekir.

Zarokê 17 salî A.G. ku malbat 3 rojin lê digerin, li girtîgehê hate dîtin. Malbata A.G. ku 3 rojin li zarokê xwe digere, fêr bûn ku piştî zarokê wan hatiye binçavkirin hatiye girtin û şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. Bavê A.G diyar kir ku, piştî kurê wan 2 mehan di girtîgehê de ma serbest hate berdan û bi hinceta zerar daye malê dewletê, 6 hezar TL cezayê pereyan lê birî. Bav Ramazan G. bertek binçavkirina kurê xwe da û wha got: "Kurê min 3 rojin di bin çavana de ye û piştî tê girtin, nû agahniya min jê çêdibe. Min serî li her derê da, lê dîsa agahî nedan me. Niha kurê min birin girtîgehê. Polîsên TEM'ê her tim tên malbata me aciz dikin û 6 hezar TL cezayên pereyan li me birîn.

Bav Ramazan G. ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'a Mêrsînê da.