Zarokê li Ebexê bi bombeya leşkeran birîndar bibû, mir

Zarokê li Ebexê bi bombeya leşkeran birîndar bibû, mir

Zarokê 9 salî Selamî Aktî yê li gundê Sind ê navçeya Ebexa Wanê di 27'ê Îlonê de ji ber sedema bombeya leşkeran birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Di 27'ê Îlonê de li gundê Sind yê navçeya Ebexa Wanê dema Samî Aktî (13) û birayê wî yê biçûk Selami Akti (9) li ser sergolê leşkerî sewlên xwe diçerandin, bombeya li pey leşkeran mabû di destê Samî Aktî de teqiya bû. Di teqînê de Samî dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Selamî Aktî jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Selamî Akti yê 9 salî ku 4 rojin di bin kontorla doktoran de ye îro li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktî ji bo raporê şandin Morga Nexweşaneyê.