Zarokê bi guleya polîs birîndar bû sewqî Amedê hat kirin
Zarokê bi navê M.A. yê li Cizîrê guleya plastîk a polîsan li çavê wî ket, sewqî Amedê hatkirin.
Zarokê bi navê M.A. yê li Cizîrê guleya plastîk a polîsan li çavê wî ket, sewqî Amedê hatkirin.
Li taxa Yafes a navçeya Şirnex Cizîrê, di 12'ê Gulanê de zarokên ku li qada vala ya li nêzî rê ji xwe re bi xarika dilîstin rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama vê êrîşê de M.A. ê 8 salî bi guleya plastîk a polîsan li çavê wî ket, birîndar bû. M.A. sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin.
Hat ragihandin ku retîna çav ê M.A. çiriya ye û çavê wî yê çepê baş nabîne. Bavê M.A. Omer Aydin diyar kir ku ew di rê de ne û eger emeliyata pêwîst li Amedê neyê kirin ew ê biçin Stenbolê.