Zarokê 17 salî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Ramazan Atar gelo hate qetilkirin an jî "xwe kuşt". Dayika Atar Ferha Atar diyar kir ku kurê wê xwe nekuştiye û hatiye qetilkirin û wiha got: "Pişta kurê min şkestibû. Çavê wî reş û şîn bûbûn."
Li Gitîgeha Tîpa E ya Amedê zarokê 17 salî Ramazan Atar kuştî hate dîtin. Şevê din saet di 23.00'an de rayedarên girtîgehê li malbata Atar geriyan û diyar kirin ku xwestin ku bên nexweşxaneyê. Dayik û bavê Atar Osman û Ferha piştî çûn nexweşxaneyê rastî dîmenekî ku dilê wan perçe kirin hat. Dema rastî cenazeyên kurê xwe hatin şok derbas kirin. Dayik û bav rastî cenazeyê kurê xwe Ramazan Atar ê 17 salî hatin û ji ser hişê xwe çûn.
Cenazeyê Ramazan piştî otopsiyê teslîmî malbata wan hate kirin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe girtin, birin li Goristana Deriyê Mêrdîn defin kirin. Malbata Atar pişt re bertekên xwe anîn ziman û xwestin kujerê kurê wan ronî bibe.
Ramazan Atar ku 11 meh berê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li qawişa zarokan dihat ragirtin. Dayika Atar Ferha Atar, diyar kir ku roja sêşemê bi kurê xwe Ramazan re bi telefonê axivî û wiha got: “Kurê min got 'Dê min bikujin. Li ser vê yekê ez roja çarşemê çûn hevditinê. Gardiyan Mustafa, Vahap û Cengiz li wir bûn. Min ji wan xwest ku kurê min ji koxuşê derxin û cihê wî biguherin. Min got ger ku hûn tiştekî nekin ez dê serî li dozger bidim. Gardiyanan jî ji min re got hewce nake em dê pirsgirêkê çareser bikin. Kesê li koxuyê bi kurê min re şer kir kesê bi navê 'Miho' ye. Kurê min got gefan li wî dixwin. Van kesan kurê min kuşt. Ez ji 3 gardiyan û kesê bi navê Miho dozdar im.
SER Û PARSÛYÊN WÎ ŞKESTIBÛN
Ferha da zanîn ku di otopsiyê de dît ku kurê wê rastî lêdanê hatiye û gelek perçeyên bedena wî reş û şîn bûbû. Ferha destnîşan kir ku pişt, parsu û serê kurê wî hatibû kişandin û pişa wî jî reş bûbû û wiha got: "Gardiyanan destûr neda ku ez daxwaznameyê bidim. 6 mehên kurê min mabû. Kurê min teqez xwe nekuştiye. Kurê min piştî rastî lêdanê hatiye hat qetilkirin. Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Bav Osman Atar jî anî ziman ku ew ji her kesî dozdar e û xwest bûyer ronî bibe.
Hat zanîn ku bav û dayik Osman û Ferha li navçeya Sûrê di nava şert û mercên pir xerab ê jariyê de dijîn.
Balkêş e heta niha rayedarên girtîgehê û Waliyê Amedê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.