Zarok bi riya 'temenê hestî' dişînin dadgehên cezayê giran

Zarok bi riya 'temenê hestî' dişînin dadgehên cezayê giran

Dadgeha Zaroka ya Êlihê, 9 zarokê ku didarizand ji bo bişîne Dadgeha Cezya Giran a Rayeya Taybet ‘temenê hestiyên wan’ da tesbîtkirin. Piştî vê jî biryara bê peywirê da û dosya şand Dadgeha Cezaya Giran a Rayeya Taybet a Amedê.

Ji bo zarok di dadgehê cezaya giran neyên darziandin sererasatkirinên kanûnî hatin kirin. Lê ev qanûn neketin meriyê. Dadgehên zarokan ji bo ku zarokan wekî ne zarok bin tesbît bike di nava hewldanan de ye. bi raporên salê hestiyan yên ku ji hekîman digirin, dişînin dadgehên cezayên giran yên zarokan. Ji mînakan yek jî li Dadgeha Zarokan a Êlihê pêk hat.

Dadgeha Zarokan a Êlihê 9 zarokên ku didarizand şand Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê û xwest salê hestiyên wan bê tesbîtkirin. Rayedarên nexweşxaneyê di raporên ku amadekirine de, diyar kir ku temenê hestiyê zarokan di 18’yî de ne.

Dadgehê li ser raporê biryar da ku dosyeya ku zarokên bi navê V.A.(1994), Ş.N.(1997), S.M.(1994), R.A.(1995), M.R.N.(1994), M.B.(1994), Ý.A.(1995), D.A.(1996) û E.A.(1994) tên darizandin bişîn Dadgeha Cezaya Giran a Rayeya Taybet a Amedê.

SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ JÎ PÊK HAT

Bi qanûna hejmar 6008’ê ji bo ku zarok li dadgehên zarokan bên darizandin sererastkirin hatin kirin. di 3’emîn pakêta darazê de jî bi awayekî aşkere tê gotin ku dê zarok li dadgehê cezayên giran a zarokan bên darizandin.