Artêşa Tirk vê sibê herêma Ertûşê ya Colemêrgê ji aliyê balefirên şer ve hatin bombebarankirin û topbarana li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dike.
Hat ragihandin ku îro saet di 07.00 de herêma Ertûşê ya Colemêrgê ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk ve hat bombebarankirin. Her wiha, topbarana beriya dur rojan li hemberî herêma Zapê hatibû destpêkirin berdewam dikin.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk deverên Geliyê Zapê, Şkefta Birîndaran, girê Karker bi obus û hewanan bombebaran dike. Bombebarana ku beriya du rojan berdewam dike, di van demên dawiyê de zêde bûne.