Yüksek: Gerîla av û hewa, Serok Apo roja vî welatî ye

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di Newroz Agiriyê de got, “Gerîlayê Kurd bûne hewa û ava vî welatî. Serok Apo jî bûye roj û ronî dike, êdî ev gel dizane û azad dibe.”

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di Newroz Agiriyê de got, “Gerîlayê Kurd bûne hewa û ava vî welatî. Serok Apo jî bûye roj û ronî dike, êdî ev gel dizane û azad dibe.”

Li Agiriyê Newroz bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevşaredarên Agirî, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên navçeyan û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankaretên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan hatin daliqandin. Dema polîsan xwest posteran daxe welatiyan bertek nîşan da û destûr neda vê yekê. Di pîrozbahiyê de destpêkê Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik axivî û wiha got: "Ciwanên Kurd bi bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin. Kurdan li hemberî zaliman li her derê şer kir. Hemû gelan ezîz û ezîze hene û yên me jî şehîdên me ne. Em bi saya wan berdêlan hatin vir. Ciwanên Kurd YPG û YPJ'ê li her derê li hemberî şer dikin. Ji Qendîl, Şengal û heya Kerkûkê ji bo şer bikin çûn. Dema êrîş li hemberî tirkmenan pêk hat ji bo alîkariya wan beziyan. Dema êrîş li hemberî suryayan pêk hatin ji bo alikariya wan beziyan. Tenê ji bo kurdan ne ji bo hemû gelan şer kirin."

'WEKE PERE DIZÎN WÊ HEWL BIDIN DENGÊN ME JÎ BIDIZIN'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî diyar kir ku AKP'ê nelirêtî û ruşwet ji xwe re kiriye rêbazeke. Yuksek anî ziman ku Erdogan li her derê daxwaza 400 wekîlan dike û ev yêk jî ji bo HDP'ê di bin bendavê de bihêle dike û wiha axivî: "Çawa pere dizîn dê hewil bidin dengê me jî bidizin. Heke hûn wêrek bikin benda hilbijartinê rabikin bila hemû gel di meclîsê de nûnertiya xwe bibînin. Erdogan pêşeroja Tirkiyeyê na pêşeroja xwe difikire û ji xwe re serokatiyê dixwaze."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PROJEYÊN SEROK APO’

Yuksek anî ziman ku ew piştgiriyê didin projeyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de pêş xistiye û têkîldarî gotinên Erdogan ên “Pirsgirêka kurd nîne, kurd çi dixwazin” jî nirxandina “Erdogan jî dê bi vê feraseta xwe ve di sergoya dîrokê de cihê xwe bigire” kir.

Yuksek wiha got: “Ji bo avakirina komarê em piştgiriyê didin projeyên Serok Apo. Ji ber ku dê gel destkeftiyan qezenc bikin. Di vê pêvajoya ku pirsgirêka kurd di qada navneteweyî de tê nîqaşkirin de dibêje pirsgirêka kurd nîne, kurd çi dixwazin dike û bi vî rengî nîşan dide ku dev ji feraseta xwe ya înkarker bernedane. Demeki Kenan Evren, Suleyman Demîrel û Çîller jî heman nêzîkatî nîşan dan. Lê ketin sergoya dîrokê. Erdogan jî dê bi vê feraseta xwe ve di sergoya dîrokê de cihê xwe bigire.”

Yuksek destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê mirovahî kirine nava xwînê û di pêvajoyeke wisa de dema çekberdanê nîne û di vê pêvajoyê de divê hêzên parastinê yên hevpar bên avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me parçekirina welat nîne. Li şûna ku gotinên bila gerîla ji çiya dakevin bikin em yekîneyên parastina hevpar ava bikin. Ev ê bê wateya pêşeroja azad a gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn.

Yuksek got ku Kurd ne tenê xwe hemû gelên mazlum diparêze û û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Gerîlayê Kurd bûne hewa û ava vî welatî. Serok Apo jî bûye roj û ronî dike, êdî ev gel dizane û azad dibe.”

Piştî axaftinan hunermend Serhedo û Koma Arjîn derketin ser dike û pirîzbahî bi govendê bi dawî bû.