Yuksek: Em ê nebin hewcedarê dewletê û mêtîngeran - BI DÎMEN-

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di axaftina xwe ya li pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Êlihê de bal kişand ser talankirina keda karker û kedkaran û got, "Kedxwarî ne qeder e."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di axaftina xwe ya li pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Êlihê de bal kişand ser talankirina keda karker û kedkaran û got, "Kedxwarî ne qeder e."

Li Êlihê pîrozbahiya 1'ê Gulanê bi beşdariya bi deh hezaran karker û kedkarî dewam dike.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de ragihand ku ew ê çalakiyên ji niha û pê ve yên 1'ê Gulanê veguherînin cejnê. Yuksek bal kişand ser peyama bi deh hezaran mirovên li Êlihê civiyane dane û got, "Yên li vê qadê kom bûne vê dibêjin: 'Ey serdestno! Êdî desthilatdariya we wê hilweşe, haya we jê hebe!' Dibêjin ku ev sîstem êdî bi vî rengî nameşe."

Yuksek da zanîn ku kedkar bi sedan salane ji aliyê komek ji serdestan ve tên talankirin û got, "Lê belê êdî biryara bidawîkirina desthilatdariya wan hatiye dayîn." Yuksek axaftina xwe wiha dewam kir: "Têkoşîna bi sedan salan a kedkaran, nirxên vê têkoşînê û mîrateyeke me ya mezin heye. Em îro bi rêya vê mîrateyê dibêjin; Gel wê van desthilatdariyan yek bi yek hilweşînin. Desthilatdariya AKP'ê jî bi rêya talan, dizî û nelirêtiyê, hebûna xwe li ser kedxwariyê didomîne. Ji bo pêşî li kombûna yên li dijî vê sîstemê derdikevin bigirin, îro Taksîm qedexe kirin. Em vê qedexeyê û yên qedexe kirine şermezar dikin. Taksîm navnîşana kombûna karker û kedkaran e. Em jî vê dibêjin, em ê van astengiyan yek bi yek rakin û meydanan radestî xwediyê wan bikin."

'BÊYÎ HEWCEDARÎ DEWLETÊ BIN EM Ê BIJÎN'

Yuksek Tevgera Kedê ya ber bi kongrebûyînê ve çûye pîroz kir û anî ziman ku mêtîngerî çarenûsa wan nîne. Yuksek got, "Yên em xistine vê rewşê hene. Ji bo keda me bê xwarin, ji bo em bêkar bimînin em nehatine dinyayê."

Yuksek bal kişand ser dewlemendiya ser û binê erdê ya Kurdistanê û got, "Em ê aboriyên herêmî, kooperatîfan ava bikin û çavkaniyên xwe bixin xizmeta xwe. Bi mîlyonan erdê me hene. Ava me heye. Enerjiya me heye. Em ê van hemûyan bikin komun û nebin hewcedarê dewlet û mêtîngeran. Em ê bi hev re, bêyî hewcedarî dewletê bin, bi şêweyê komunal em ê xwe birêve bibin. Em ê ji sîstema ku dewlemendiya welêt û keda karkeran talan dikin re bêjin 'rawest'e."

'BILA ERDOGAN LI ÊLIH Û AMEDÊ BÊJE 'PIRSGIRÊKA KURD NÎNE'

Yuksek bal kişand ser hatina Erdogan a Êlihê jî û ev xal destnîşan kir: "Mîna ku kedkar xizan nekirine, mîna ku dizîtiya wan a bi qutiyên pêlavan nîne, di ser re bi înkarkirina Kurdan tê Êlihê. Vana dixwazin ji nû ve şer derxînin. Şer tê wateya ji nû ve talankirina keda kedkaran. Tê wateya xwarina keda karker û bi vê kedê re kirîna çekan. Şer tê wateya xwe xwedîkirina baronên şer. Em nikarin înkarkirina pirsgirêka Kurd qebûl bikin. Ji ber ku Erdogan fêm kir ku nema dikare li ser desthilatdariyê bimîne, dixwaze gelan bîne pêşberî hev û daye dû şer. Heta ku şer dernexîne nikare pihîna xwe li maseyê bixe û HDP'ê di binê bendê de bihêle. Heta ku vê neke nikare bibe desthilatdar. Her roj li dû provokasyonane. Provayên şer dikin. Bi dervehiştina HDP'ê re dixwaze desthilatdariya xwe qewîn bike. Hewl dide karker, kedkar û gelan nexe Meclîsê. Em meraq dikin; gelo Erdogan sibe wê li Êlih û Amedê çi bêje? Wê bêje 'pirsgirêka Kurd nîne'? Eger jê tê bibêje bila li Êlih û Amedê bêje 'çareserî nîne, pirsgirêka Kurd nîne'. Eger bêje, wê ji gelê Kurd bersiva xwe bibîne. Ew baş dizane ku ev gel wê bi çi rengî di sindoqê de bêhnê lê biçikîne."

BANGA 7'Ê HEZÎRANÊ

Yuksek anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya çînî bilind bikin û ji bo di pêşengiya sosyalîzma demokratîk de sîstema xwe ava bikin 1'ê Gulanê ji xwe re weke destpêkekê dibînin. Yuksek bang li gelan, kedkar û karkeran kir ku di 7'ê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkeve.

...