YRK’ê, 6 cerdevanên din jî kuştin

Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku gerîlayên wan ji bo tola şehîdkirina 12 gerîlayan 6 cerdevan kuştine.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê ve encama çalakiyên gerîla ya li herêma Hewraman a li dijî cerdevanên herêmê eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Duh roja Çarşemê saet 17:30’an hêzên me ji bo tola şehîdkirina 12 gerîlayên me yên li navçeya Selas Bawecanî ya bi ser parêzgeha Kirmaşan hilînin, çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de ku li gundê Ruwarî ya bi ser herêma Hewraman pêk hat, çend cerdevanên  ku serekeyên wan şexsê bi navê Emîn Eserêsî bû, hatin hedefkirin. Di encamê de 6 cerdevan hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.”

 YRK’ê her wiha ragihand ku di çalakiyê de gerîlayekî wan bi qehremanî şehîd bûye û ew ê piştre nasnameya wî ji raya giştî re eşkere bikin.

Di dawiya daxuyaniya YRK’ê de wiha hat gotin: “Em sond û peyamana xwe bi hemû şehîdan re careke din dubare dikin. Em ê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne. Ti kiryarek Komara Îslamî ya Îranê û cerdevanan wê bê bersiv neyê hiştin.”

Duh jî YRK’ê ragihandibû ku di çalakiyên Merîwan û Serdeştê de yên ji bo tola 12 gerîlayên ku li Selas Bawecanî bi komplo şehîd bûn, 26 cerdevan û endamên Supah û Besîcên Îranê hatibûn kuştin.