YPS: Li Şirnexê 6 çeteyên qesrê hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li Şirnexê di çalakiya 30'ê Îlonê de 6 çeteyên qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li Şirnexê di çalakiya 30'ê Îlonê de 6 çeteyên qesrê hatine kuştin.

 Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Roja 30'ê Îlonê saet di 08:30 de, li pêşiya bajarê Şirnexê, yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê li dijî otobuseke çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 roketên B-7 li otobusê ketin. Piştre hêzên me bi çekên ferdî êrîş kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vê çalakiyê de 6 çete (Polîsên Tîmên Taybet) hatine kuştin.

Ev hefteyeke çeteyên qesrê li dora Cizîr û Silopiyayê xendekan dikolin."