YPS: Kontrayê bi navê Ûmût Atmaca hat cezakirin

YPS'ê cezakirina kesê bi navê Ûmût Atmaca, ku li navçeya Erdîş a Wanê hat cezakirin, li xwe girt.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê bi daxuyaniyekê ragihand, roja 22'ê Cotmehê saet di 17'an de, kontrayê bi navê Ûmût Atmaca ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye cezakirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev çalakî li dijî zext û polîtîkayên dewleta AKP'ê ya faşîst û çeteyên qesrê yên li dijî gelê me, hatiye kirin."

YPS'ê her wiha diyar kir, yekîneyên wan ên YPS Jinê li navenda Wanê, li navendên înternetê yên li dora dibistanên Cûmhûriyet Lutfiye Bînnaz û Niyazî Turkmen çalakî pêk anîne, di encamê de yek ji van navendan hatiye rûxandin, ya din jî derb xwariye.