YPS: Her gefa li Kurdan bê xwarin, ji bo me hedef e

Endamê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê Dogan Zinar destnîşan kir, ku kî êrîşî hebûn û vîna azad a gelê Kurd bike, ew ê ji bo wan hedef be. Dogan Zinar got, YPS li gorî mîrate û tecrûbeyên xwe, xwe ji nû ve bi rêxistin dike.

Endamê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê Dogan Zinar, li ser pêvajoya bihurî, rewşa heyî û stratejiya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) a ji niha û pê ve, li qadên xwerêveberiyê ji ANF'ê re axivî.

Zinar da xuyakirin, ku şerê dewleta Tirk di 24'ê Tîrmeha 2015'an de da destpêkirin û êrîşên li dijî gelê Kurd bû sedem ku ew YPS'ê ava bikin û diyar kir, zextên li gel, ciwanan, rêveberiyên herêmî û êrîşên li dijî rêveberiyên xweser ên gel, pêwîstiya bi vê yekê afirand.

YPS JI BO PARASTINA GEL AVA BÛ

Zinar ev gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist; 'Ji bo serketinê, divê gelê me xwe bigihîne asta rastiya gelê şervan' û anî ziman, ku li ser vê bingehê wan pêwîstî bi rêxistinbûneke gel a bi beşdariya hemû beşên civakê dîtine. Dogan Zinar got, "Ji bo gelê me karibe xwe û nirxên xwe biparêze, diviyabû YPS bihata avakirin. Bi kurt û kurmancî, li dijî êrîşên tinekirinê yên dijmin, ji bo parastina gel û nirxên xwe, rêxistinbûyîneke nû ji bo Kurdan pêwîstiyek bû. Navê vê rêxistina parastinê jî bû YPS."

DIJMIN DEST BI ÊRÎŞÊ KIR, ME JÎ GELÊ XWE PARAST

Zinar ji bo hin derdorên ku YPS'ê weke sedema şer û êrîşan tewanbar dikin, got, "Rêbazên me yên parastinê, weke rêbazên êrîşê nîşan didin. Bend û xendek ji bo êrîşê nînin. Berevajî, ji bo parastina gel ji êrîşan e."

Dogan Zinar bibîr xist, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gel zêde bûn û got, "Her şev êrîşî taxên me, malên me, kolanên me kirin. Ciwan, dayik û xwişkên me binçav kirin. Li dijî van êrîşan, ciwanan dest bi parastina dayik, xwişk-bira, tax û kolanên xwe kirin. Ji ber vê pêwîstiya bi parastinê, me li hev civiyan. Û dema êrîş giran bûn, êdî YPS ava bû." Zinar got, "Wan êrîş kirin, me jî hewl dan xwe, kolanên xwe biparêzin."

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE WEKE YPS EM BÛN XWEDÎ TECRÛBEYÊN MEZIN

Endamê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê Dogan Zinar destnîşan kir, ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas bûn û anî ziman, di nava 10 mehên bihurî de berxwedaneke gel a mezin, dîrokî û bi heybet derket holê.

Zinar diyar kir, wan ji vê pêvajoyê hin encam bi dest xistine û got, "Ji berê ve em bi rastiya dewleta Tirk, rastiya dijmin dizanin. Lê di nava 10 mehên berxwedanê de gelê me caerke din ev rûyê rast ê dijmin dît. Rûyê qirêj ê dijmin, ku vedişart, careke din xwe nîşan da. Dijmin dema ku dît gelê Kurd gihîştiye asta xwebirêvebirinê, xweparastinê û avakirina sîstema xwerêveberiyê, dest bi êrîşê kir. Hat dîtin ku dewlet nema tehemûlî Kurdan dike.

DEWLETÊ HÊVIYA XWE JI KURDAN BIRIYE

Xusûseke din a girîng ku divê were dîtin ev e; Komkujiyên hatin kirin, bajarên hatin hilweşandin, hovîtiya hat kirin nîşan dide ku dewleta Tirk êdî hêviya xwe ji Kurdan biriye. Ji ber ku baş fêhm kiriye ku nikare Kurdan teslîm bigire û pêşî li tevgera azadiyê bigire, bi regnekî bêperwa êrîş dike. Hêviya teslîmgirtina Kurdan a dewleta Tirk a mêtînger qediya ye. Dewlet di wê baweriyê de ye ku Kurd êdî jê qut bûne. Lewma bajaran dişewitîne. Mînakeke hêsan bidim; Eger hêviya mirov hebe, hingî mirov mal û bajarên wan mirovan xera nakin. Eger we ev kir, ev tê wê wateyê ku we hemû têkilî qut kirine. Bajar tên hilweşandin, mirov tên kuştin, tên koçberkirin û mîna ku 'xwedî li wan derdikeve' propaganda tê kirin. Li dijî me dewleteke ku xera dike, dişewitîne û komkujiyan dike, heye. Lazim e ev were zanîn. Em li dijî dewleteke bi vî rengî li ber xwe didin.

Encameke din a ku a ku me ji pêvajoyê derxist ew e; tevî ku weke YPS me dikarîbûn bersivê bidin pêvajoyê jî, li dijî rastiya dijmin me amadekariyeke têrker nekir. Dixwazim vê jî bêjim."

DIVIYABÛ LI DIJÎ DIJMIN ME AMADEKARIYÊN XWE XURTIR BIKIRA

Zinar ev kêmasî weke rexnedayînê bilêv kir û got, "Diviyabû me êrîşên înkar û tinekirinê yên dijmin berê bidîta û li dijî vê tedbîrên mezintir bigirta. Diviyabû me amadekariyên xurtir bikira. Di vî warî de kêmasiyên me çêbûn."

EM XWE JI BO PÊVAJOYA NÛ AMADE DIKIN

Endamê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê Dogan Zinar da xuyakirin, ku ji destpêkê ve perspektîfa wan ji bo xweparastinê ye û got, "Lê belê dijmin hemû hêzên xwe xist dewrê. Artêş ket dewrê. Balafirên şer, tank, top, helîkopter û her şêwe çekên giran xistin dewrê. Komkujî kirin. Li pêşberî vê rewşê, haya me ji berpirsyariyên me hene. Di çarçoveya vê rexnedayînê de em xwe ji nû ve birêxistin dikin. Nêzîkatî û tedbîrên me yên ji bo pêvajoya li pêş, wê di çarçoveya vê rexnedayînê de bin. Em vê berxwedanê, şehîdên YPS'ê û lehengiya dîrokî weke mîrateyeke mezin dibînin. Tecrûbeya me li ser şerê li bajaran tine bûn. Hin kêmasî derketin. Lê belê em ê mîrateya şehîdên xwe yên leheng bikin sedema amadekarî, tecrûbe û berxwedaneke mezintir û em bi vî rengî xwe ji bo dema pêş amade dikin. Di mijara taktîkên şerê bajaran de em bûn xwedî tecrûbeyên mezin."

BI DIJMINANE SÛCDARÎ LI YPS'Ê TÊN KIRIN

Li ser sûcdariya 'Eger xendek nebûya, dewletê bi vî rengî êrîş nedikir' Dogan Zinar ev nirxandin kir: "Em jî sûcdariyên bi vî rengî dibihîzin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Em vê yekê weke helwesteke dijminane dibînin. Dijmin bi zanebûn vê dike. Hin kes û derdor jî çi bi zanebûn çi jî bi nezanî vê dikin. Lê belê ev sûcdarî di warî giştî de encama propaganda şerê taybet û psîkolojîk ê dewletê ye." Zinar da xuyakirin, ku yên van sûcdariyan dikin, dikarin biçin li bajarên hovîtî lê hatiye kirin lêkolînan bikin û got, "Dikarin bi mirovên hovîtî li wan hatin kirin re baxivin. Bila pêvajo ji destpêkê ve were lêkolînkirin. Me çi kir, dijmin çi kir? Nêzîkatiya me çi bû, ya dijmin çi bû? Lazim e ev bên lêkolînkirin û rastî werin kifşkirin."

DEWLET DIXWAZE DEMOGRAFIYA BAJARAN BIGUHERÎNE Û BINGEHA DAIŞ'Ê LI VAN DEVERAN BI CIH BIKE

Zinar di vê mijarê de wiha dewam kir: "Mînak; şerê li Cizîrê du mehan dewam kir. Lê dewletê 10 mehan Cizîr xera kir. Ev 10 meh in Hezex tê xerakrin. Lê şerê li wir 22 rojan dewam kir. Em bêjin 2 mehan em bûn sebeba vê yekê! Baş e, hilweşîn, talan û polîtîkayên tinekirinê yên dewletê ku 10 meh in dewam dikin, çima nayên dîtin? Şerê li Silopiyayê 19 rojan dewam kir, lê xanî hê jî tên hilweşandin. Li hin xaniyan fîşekek jî neket, lê dîsa tên xerakirin. Yên dibêjin em bûne sebep, bila li vê hilweşandina 10 meh in dewam dike, bipirsin. Çima ev tê kirin? Eger ji vî alî ve li mijarê bê temaşekirin, wê armanca bingehîn a dewletê were dîtin. Dewleta Tirk mîmariya li bajaran bi temamî xera dike. Ya herî girîng jî, demografiya bajarên me diguherîne. Armanca wan gelekî berfireh e. Dixwazin Kurdan ji van deran derxînin û hinekî din bi cih bikin. Dixwazin bingeha DAIŞ'ê li van bajaran bi cih bikin."

YPS WÊ BI TAKTÎKÊN NÛ TEVBIGERE

Têkildarî pêvajoya ji niha û pê ve, Dogan Zinar got, "Pêwîstiya bi YPS'ê re ji her demê bêhtir niha heye. YPS êdî mîna berê bêtecrûbe nîne. 10 mehên bihurî ji bo me bû tecrûbeyeke mezin. YPS di rewşa heyî de di nava pêvajoya ji nû ve avabûnê de ye. Em hin guhertinên nû dikin û dikevin nava liv û tevgereke nû. Ji nû ve birêxistinkirina me wê di çarçoveya şerê xweparastinê de be. Ji her demê bêhtir wê li bajaran şerê xweparastinê were meşandin. Bêguman wê ji dema bihurî hin encam were dexistin û taktîkên nû bikevin dewrê. Hin tişt wê neyên dubarekirin. Em ê taktîkên şerê bajêr biguherînin. Em ê li bajaran bin, lê belê şerê me yê li nava bajaran wê mîna berê nebe. Em ê ne tenê li çend tax û kolanan şer bikin. Em ê hîn bêhtir bi tevger bin. Pêngavên me yên surprîz wê hebin. Em gelê xwe diparêizn û em ê vê yekê bi gel re bikin. Li gorî me, xweparastin bi gel re dibe. Em ê tevî gelê xwe li dijî dijmin li ber xwe bidin. Ji her demê bêhtir em bi biryar in, em xurt in û me ê bi xurtî şerê xwe bimeşînin."

HER KESÊN DI NAVA SÎSTEMA DIJMIN DE NE, JI BO ME HEDEF IN

Li ser hedefên xwe jî endamê Koordînasyona Giştî ya YPS'ê Dogan Zinar got, "Li Kurdistanê sîstemeke nû ya ji bo teslîmgirtin û tinekirinê tê meşandin. Her kesên di nava vê sîstemê de cih digirin, parçeyên ji vê sîstemê ne, her kersên li Kurdistanê hevkariyê bi mêtîngeriyê re dikin, di nava AKP'ê de rêveberiyê dikin, AKP'ê li Kurdistanê bi rêxistin dikin, êrîşî vîna azad a gel dikin, şaredariyan dagir dikin, ji bo tinekirina Kurdan radihêjin çekan û didin pêş dewletê, di hedefa me de ne. Her kes û saziyên li pêşiya azadiya Kurdan asteng in, li pêşiya xwerêveberiyê asteng in, di hedefa me de ne. Her kesên dijminatiyê li gel dikin, di hedefa me de ne. Bi kurt û kurmancî; YPS'ê hedefên xwe berfireh kiriye, ji bo vê amadekariyan dike û di dema pêş de jî wê her kes vê bibîne. Em ê gefên li gelê me tê xwarin hedef bigirin û di dema pêş de vê yekê di pratîka xwe de nîşan bidin."

BANGA LI GEL Û CIWANAN

Zinar li ser vê bingehê bang li gel bi taybetî ciwaan kir, ku rêxistinbûyîna xwe li gorî berxwedana dîrokî û lehengiya mezin xurt bikin û li dijî dijminê mêtînger, parastina xwe mezin bikin.

...