YPS'ê nasnameyên du endamên xwe yên jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiya li Tetwanê û nasnameyên 2 endamên xwe yên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiya li Tetwanê û nasnameyên 2 endamên xwe yên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

TETWAN

Di şeva 7'ê Cotmehê saet 00:00 de, yekîneyên me li taxa Tuxê li dijî stasyoneke bazê ye Turkcellê çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de stasyon bi temamî hat rûxandin.

WAN

Li taxa Xaçort a Wanê, di operasyona çeteyên qesrê de, roja 5'ê Cotmehê di navbera yekîneyên me û çeteyan de şer derket. Di vî şerî de 2 endamên me şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdên me bi vî rengî ne:

Rêber Egîd / Omer Yamaç / Menevş-Zekî / Hezro / Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmehê - Wan

Elîşer Gel / Zafer Adiyaman / Şukriye-Bahrî / Amed / Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmehê - Wan"