YPG/YPJ lez da operasyonên xwe yên li Çiyayê Kizwanan û Til Temirê

Şervanên YPG, YPJ’ê piştî ku ji sedî 60 herêma Çiyayê Kizwanan xistibûn destê xwe, ji çar milan ve opersyona paqijkirinê herêmê dane destpêkirin.

Şervanên YPG, YPJ’ê piştî ku ji sedî 60 herêma Çiyayê Kizwanan xistibûn destê xwe, ji çar milan ve opersyona paqijkirinê herêmê dane destpêkirin.

Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê bi sedan gund û gundikên herêma Çiyayê Kizwanan xistibû çemberê, rêya ji herêma Çiyayê Kizwanan diçû bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê xistin bin kontrola xwe, şervanan çerxe rêya gundê Mexlûca xistin bin kontrola xwe.

Şervanên YPG/YPJ’ê bi armanca paqijkirina herêma Çiyayê Kizwanan ji aliyê Hesekê ber bi gundê Mexlûca ve, baskê din ji Til Temir ber bi gundê Mexlûca ve didomîne. Baskê sêyemîn ê opersyonê ji quntarên rojihata ên Çiyayên Kizwanan ber bi rojava ve dimeşin, basê çaremîn jî ji tutika herî bilind a ku navena Radoyê ber bi rojhilat ve dimeşe.

YPG’ê di nava 2 saetan de piraniya herêma Çiyayê Kizwanan xist bin kontrola xwe, bi vê yekê bi dehan gundên din ketin çembera şervanên YPG/YPJ’ê.

Di pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku hêzên YPG/YPJ’ê li herêma Çiyayê Kizwanan di 6’ê Gulanê de dabû destpêkirin, bê navber didome. Şervanên YPG’ê herêma Çiyayî ya Kizwanan ji çeteyan paqijkirine. Çavkaniyên nêzî YPG’ê diyar kirin ku operasyona berfireh ku ji bo paqijkirina herêmê hatiye destpêkirinê û gotin ku wê di nava 2 saetan de herêma çiya ji çeteyên DAIŞ’ê bi temamî bê paqijkirin.

Şevê din şervanên YPG’ê operasyon lidar xist û vê sibehê xwe gihandin Çiyayê Kizwanan, bi vê yekê re bi sedan gundên di navbera Hesekê, Til Temir û Çiyayê Kizwanan ên di bi dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn ketine çember şervanên YPG/YPJ’ê. Ji bo rizgarkirina van gundan jî Hêzên YPG/YPJ’ê opersyoneke berfireh dane destpêkirin. Di van navbera de rêya gundê Mexlûca girtine, çerxeriya ji Mxlûca diçe Çiyayê Kizwanan û bajarokê Şedadê ket bin kontorla YPG’ê bi vê yekê têkiliya çeteyan a bi Şedadê bi temamî hate qutkirin.

Di encama Opersyona vê sibê Til Doxan, Medîne û Elî Xweyê ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di endama operasyonê de gelek çete hatine kuştin, her wiha opersyona şervanên YPG’ê ya ji bo paqijkirina herêmê bê navber dewam dike.