YPG/YPJ'ê rêya Çiyayê Kizwanan-Şedadê kontrol kir

Şervanên YPG/YPJ'ê rêya di navbera bajarokê Şedadê û herêma Çiyayê Kizwanan (Çiyayê Ebdulezîz) xistin bin kontrola xwe.

Şervanên YPG/YPJ'ê rêya di navbera  bajarokê Şedadê û herêma Çiyayê Kizwanan (Çiyayê Ebdulezîz) xistin bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji eniyên şer ragihandin, piştî ku gundên Em El Mesamîr di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar' de ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin, eniya Hesekê, Serêkaniyê û Til Temir bûn yek. Bi vê yekê re 23 gundên çete dagir kirine ketin nava dorpêçiya şervanên YPG/YPJ'ê. Hat ragihandin ku 99 gundên herêma Til Temirê hatine rizgarkirin û bi qasî 200 çete hatine kuştin.

Îro danê sibehê jî şervanên YPG/YPJ'ê bi pêş ve çûn û rêya di navbera bajarokê Şedadê, Ên Xera û Ume El-Kuber ên Herêma Çiyayê Kizwanan (Çiyayê Ebdulezîzê) xistin kontrola xwe.  Çeteyên di pêngava YPG/YPJ'ê de derbeyên giran dixwin hewl didin ji herêmê birevin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPG’ê Sozdar Dêrik şevê din tevlî bernameya Televizyona Ronahî TV bû û got ku heta çete bi temamî ji ser xaka Rojava bêne derxistin wê opersyonên xwe bi biryardarî bidomînin.