Li dû paqijkirina çiyayê Kizwanê ji çeteyên DAIŞ'ê, hêzên YPG/YPJ'ê tevî gundên Til Nasrî, Til Şamiran û Xêbîş zêdeyî 20 gund û cihekî stratejîk ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kirin.
YPG’ê bi armanca aliyê rojavayê Kantona Cizîrê ji çeteyan paqij bike, di 6’ê Gulanê de Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo da destpêkirin û di roja 14. de Çiyayê Kizwan ku navenda çeteyan bû, azad kirin û di çarçoveya pêngavê de bi armanca gundên di bin dagirkeriyê de bûn, bi tevahî ji çeteyan paqij bikin, lez dan operasyonên xwe.
Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo ku di 6’ê Gulanê de li eniya Serêkaniyê destpê kir, di roja 11. de li eniyên Hesekê-Til Temir û Serêkaniyê gundên Um El Mesamîr-Hevîca hatin girtin û bi tevahî 23 gund ketin bin kontrola YPG’ê. Di roja 13. operasyonê de rêya Şedadê ket destê YPG’ê û bi vê re rêya revê yên çeteyan hatin girtin.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo darbeyên mezin girtin û îradeya wan hatin kişandin. Li dijî operasyonên YPG’ê, belav bûn û bi panîkek mezin reviyan.
Çeteyên ku li dijî pêngava serketî ya YPG’ê têk çûn xwestin bi taybet li xeta Xaburê pêngavê bidin sekinandin û darbeyê lê bixe. Di serî de 5 qemyonên bombebarkirî, bi dehan bombevanên întîxarî re xwestin xeta parastinê ava bikin. Lê li dijî sekna bi
biryar a YPG’ê, pêngava wan vala hat derxistin û îradeya wan hat şikandin. Piştre jî şikestinek mezin jiyan.YPG’ê di duyemîn hefteya pêngavê de ji bo çeteyan bi tevahî ji qadên ku dagirkirine derxînin, operasyonek mezin pêk anîn û ji sê milî de di saetên sibehê de ketin çiyayê Kizwan yê navenda çeteyan bû. Tevî hemû hewldanên çeteyan, hêzên YPG’ê îstasyona radyoyê ku cihê herî bilind yê çiya bû, girtin dest.
YPG’ê ku operasyona xwe bê navber meşand, di saetên nîvro de ji 4 milî operasyonên paqijkirina çiyan da destpêkirin. Di ser operasyonê de hîna du saet derbas nebibû, çiya bi tevahî ji çeteyan hat paqijkirin.
Di encama operasyona paqijkirina çiyayê Kizwan de bi dehan çete mirin. Gelek çek û cebilxane hatin girtin. Her wiha gelek belge û dokuman hatin desteserkirin.
YPG’ê piştî çiyayê Kizwan paqij kir şûnde, ji bo gundan jî ji çeteyan paqij bikin, operasyon dan berdewam kirin.
Şervanên YPG’ê ji duh de gundên Xêbîş, Til Şamîran û Til Nasrî jî din av de nêzî 20 gundî ji çeteyan paqij kir.
YPG ji bo ku xeta Xabur û gundên di çarçoveya operasyonê de mane rizgar bike, operasyonên xwe bê navber didomîne.